1. Tekst

  2. Gotar

  3. Şeyhmus ÖZZENGİN
  4. Efrîn û Qedera Kurdên Rojavayê Kurdistanê!
Efrîn û Qedera Kurdên Rojavayê Kurdistanê!,efrîn,û,qedera,kurdên,rojavayê,kurdistanê

Efrîn û Qedera Kurdên Rojavayê Kurdistanê!

A+ A-

Mejî dema ku ne li ser hasasîyetên netewî ava bûbe û bê hestên netewî be, bê ramanên Kurd û Kurdistanî be, daxunîyên wî mejî, stratejîya wî mejî û karesatên ku ji wî mejî peyda dibin, jî nikarin di xizmeta netewa xwe de bin. Nikarin di xizmeta Kurd û Kurdistanê de bin.

Li ser rojavayê Firat şer û hesab bêhenpa domdikin.
PKK û PYD; berî ku Tirkîye têkeve herêmê, bixwestana, dikarîbûn heta Efrîn axa Başûrê Rojavayê Kurdistanê bi ser hev de girêdin û herêma Kurdistanê seranser rizgar bikin. Mixabin nekirin. Sebeba vê ne ku şert û şirûtên herêmê ew rê nedida wan. An jî quweta wan tune bû. Ji ber têkilîyên wan bi Tirkîye, Îran, Nûrî El Malikî û xizmetkarîya wan ji Surîyê re, rê nedida ku vê gava Kurdistanî bavêjin. Armanc pêşîlêgirtina Kurdistanek serbixwe bû.
Diva bu PKK û PYD, tercîha xwe bi yekrêzî, li dij berjewendîyên Tirk, Ereb û Farisan eşkere bikira. Lê berpirsiyarên PKK-PYDê her bahsa parastina “yekitîya Surîye, Îran, İraq û Tirkîyê“ kirin. Jibîr kirin ku ev herçar dewlet bûye 100 sal ku ji kurdan re tenê zilm û zordarî, înkar û asîmîlasyon anîne. Kurd nikarin carek din xwînê bidin dewletên ereban, tirkan û farisan! Ev întixar bû ji kurdan re. Lê PKK- PYDê ev rê dan ber xwe û her gotin; “em li dijî dewletê ne, Divê Kurd nebin xwedî dewlet.“(!) Pêşî ev ji xwe re kirin kar û li gor vê stratejîyê jî di herêmê de ketin nav îtîfaqan.

Tirkîye li ser herêmê xwedî hesab e. Lê yên ku van hesaban hêsan dike jî siyaseta PKKê bi xwe ye. PYD wek darekî ji bona têkilîyên bi dewletan re ji xwe re bikar tîne.
Efrîn pêşî kirin herêmek îzolekirî. Ji axa Kurdistanê hat tecrîd kirin û ket qefesê. Tenê jê re derîyek vekirî hiştin. Ew jî derîyê Tirkîyê bû. Ji ber ku ji hêla Helebê de pêşî lêhatibû girtin. Rojhilatê Firat jê re qedexe bû, mahkûmî îzolasyonê bû. Tirkîye li ser Efrîn dest bi tehdîdan kir. Bi top û hawanan bombebaran kir...
Serokê PYDê Salih Muslim, di derheqa êrîşên Tirkîyê de daxuyanîyê dide, bê ku qebûl bike heta Babê axa Rojhilatê Firat didestê Tirkîyê de ye û dibêje:
“Ji bo ku pêşî li Tirkîyê bêt girtin, emê Efrîn teslîmî rêjîma Surîye bikin. Ji ber ku Efrîn axa Sûrîyê ye. Em nahêlin ku Tirkîye ji axa sûrîyê kulmek ax jî jê dagir bike.“
Ma Efrîn; “Ji ber ku Efrîn axa Sûrîyê ye.“ Wê teslîmî Sûrîye bike?

Gelo Efrîn ne axa Kurda ye?
Çima, Efrîn ji Enîyek Kurd û Kurdistanî mahrûm kirin û çima teslîmî Sûrîyê dikin?
Ji Kurdan re; Surîye jî dagirker e û Tirkîye jî dagirker e. Herdû dewlet jî dijminê Kurd û Kurdistanê ne..

Gelo çima Serokê PYDê Salîh Muslim ji dijminêkî, yê din tercîh dike?
Dibêje; “Em nahêlin ku Tirkîye ji axa Sûrîyê kulmekê jî dagir bike.“(!) Lê ev helwesta PYDê, ne wek parastina axa Kurdistanê, wek parastina berjewendîyên dewleta Sûrîyê û meşrûkirina wê li ser axa Başûrê Rojavayê Kurdistanê derdikeve ber me. Siyaseta xerab jî ev e.
Belê, “Efrîn axa Surîyê ye, ne axa Kurdistanê“(!) ye û yên ku li ser axa Efrîn dijîn jî “ne kurd in“, ereb in, xelkê Sûrîyê ne!
Sebeba dijminatîya tirkan û Tirkîyê, ne ji ber ku Kurdistan dagirkirine û êrîşan tînin ser Kurdan. Ji ber ku PYD dostê Surîyê ye, nahêle ku tirk “kulmek axa Sûrîye“(!) bigirin. Siyaseta xerab jî ev e: Di hinbêza dijminekî de razê û neyartîya dijminê din bike, lê malê li kurdan qedexe bike! Talîya vê bi carekê de pejirandina berjewendîyên dijminan bi xwe ne.
Hêza ku li Reqa pesnê qahremanîyên leşkerî dide; çima ji bo Efrîn jî wan qahremanîyan nayne rojevê, lê bi dostanîya dijminêkî, dijminê din tehdît dike.(!)
Berjewendîyên Kurdistanê di perçekirin û ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Naverast de ye. Lê hewl û stratejîya PKK û PYDê li ser pêşîlêgirtina vê stratejîyê hatîye avakirin. Ji ber wê jî her ku êrîşek tê ser herêmê, êrîşkaran bi tehdîda “em perçak ji Sûrîyê ne“(!) daxuyanîyan didin û dibin parêzvanên sînorên kolonyalîstan.

Parastina sînorên kolonyalîstan û meşrûkirina perçekirin û parvekirina axa Kurdistanê ne karê tevgerek Kurd e.
Eger Kurd li Başûrê Rojavayê Kurdistan tercîha xwe û terefên xwe bikaribin rast deynin, di vê dîzaynê de afirandina bidestxistinên siyasî hebûn. Lê PKK ev şens bi şîweyek xerab û dîktatorî bikar anî û xist tehlûkê. Bû sebebê perçekirina hêza netewî û hilweşandina stratejîyek Kurd û Kurdistanî. Bidestxistina statûyek siyasî, bi carekê de bi kurdan ve girêdayî bû. PKK ev firsend xist destê xwe û ji bona stratejîya şerê ku li Tirkîyê dimeşîne wek çek bikar anî. Başûrê Rojavayê Kurdistanê kir qurban ji siyaseta xwe re.
Serkevtin bicarekê de bi meşandina siyasetek netewî, Kurdistanî û biîstîqrar ve girêdayî bû. PKK li Başûrê Rojavayê Kurdistanê pêşîya van serkevtinan girt..
Bi qahremanîyên leşkerî pesinên xwe didin, lê di warê siyasî de siyasetek “teslîmbûna sînoran û meşrûkirina perçebûna Kurdistanê.“(!) dane ber xwe.

Dîzaynkirina herêmê û hatina aramîyê, bi avakirina dewletek Kurd ve girêdayî ye. Îro di Rojhilata naverast de Kurd garantîya aştî û jiyanek aram in. Avakirina dewletek Kurd di herêmê de pir girîng e û di berjewendîyên avakirina jiyanek nû de ye. Gavên ku li Başûrê Kurdistan tên avêtin, bingeha pêşeroja Kurd û Kurdistanê temsîl dikin.
Eger carek din wek Sykes-Picot ev xeterî ya mezin dûbare bibe, ti caran aramî nayê herêmê. Ev di tecrûbên 100 salî de hatîye tesbîtkirin.
Dijmin bi her cûrê çek êrîş dike ser ramanên avakirina dewletek Kurd ya serbixwe. Dixwaze vê hêvîya kurdan bişkîne. Kar û barên me ew e ku em bi hestekî kurdperwerî û niştimanperwerî xwedî li doza xwe, berjewendîyên netewa xwe û xwîn û keda nemirên xwe, xwebexşên xwe û çarenûsa xwe derkevin.
09.07.2017