1. Tekst

  2. Gotar

  3. Azad Zal
  4. “Ez Kurd im û serbilind im”
“Ez Kurd im û serbilind im”,ez,kurd,im,û,serbilind,im

“Ez Kurd im û serbilind im”

A+ A-

Di navbera kes û civakê de girêdaneke bi çend aliyan heye. Ev girêdan wekî werîsekê ku bi çend tayan li hev badandî be ye. Hûnandina werîs bi çend taybetmendiyên xwe girîng e û mirov dikare ji bo pevgirêdana kes û civakê yan jî kes û netewê wekî mînak nîşan bide.


Tayên ku werîs ji wan çê dibe; pêşî her tayek bi serê xwe xav in. Ji wan re tayê xav tê gotin. Ev ta dema ku tu destê xwe diavêjiyê ji hev vediçire, bi hêsanî diqete. Ev ta li hev tê badan û dibe ben, zexm dibe, bi dijwarî jî mirov nikare ji hev biqetîne. Piştî ku ev ta yek bi yek ji hev cihê li xwe têne badan, bi hûnandinê dipijên. Paşê jî ev ta li hev têne badan û werîseke zexm û stûr ji wan çêdibe. Ev kar jî bi destê keseke zana yê/a ku ji vî karî fêm dike, bi tevneke hunerî tê hunandin û bi kar tê. Werîsekî ku bi vî rengî çêbibe hema bibêje tu caran naqete.


Ji bo kes û civakê jî girêdaneke bi rengê werîsî divê. Gava ku kes bi civaka xwe, ango bi netewa xwe ve bi pêwendî û girêdanên xav girêdayî be cuda ye; bi pêwendî û girêdanên honandî û zexm girêdayî be cuda ye.


Gava ku mirov têkiliya kes û netewê bişibîne werîs, wê demê mirov taybetmendiyên netewîtiyê yên di kesayetiya mirov de ne jî dikare bişibîne ta û benên ku werîsî tînin der.
Taybetmendiyên ku mirov wekî kesayetiya netewî tînin der ev in;


1- Ziman; bi zanîn di hemû jiyana xwe de bikaranîna ziman
2- Raborî: Hayjêhebûna raboriyê; têgihîştina dîroka civaka xwe; serî li ser rewşa îroyîn ya civaka xwe êşandin; raxwendina dahatûya civaka xwe.
3- Çand; xwe wekî xwediyê çanda netewa xwe dîtin û xwe wisa zanîn.
4- Welat an jî niştiman; nasîn û dîtina bi çavên serê xwe erdnîgariya welatê xwe.
5- Sinc û wicdan; helwest û parastin û parvekirina sinc (exlaq) û wicdanê civaka xwe; wê xwedîkirin û xwe jê xewdîkirin.


Ku em van taybetmendiyan wekî ta û benên werîsî binirxînin em ê bikaribin bibêjin ku ev taybetmendî “xav” bin, “sist” bin, “lawaz” bin wê demê ew pêwendî jî bi wî rengî dimînin.


Kes û civak bi van taybetmendiyan bi hev ve têne girêdan. Yek bê yekê nabe. Kes û civak du aliyên mirovî ne. Kes wekî kesayetî ji van taybetmendiyan tê der; civak jî bi van taybetmendiyên kesan rengê xwe yê netewetiyê digire.


Li gorî vê rewşê ku em li rewşa Kurdan û netewetiya Kurdan binêrin em ê çawa binirxînin û raxwînin pêşberî xwe.
Çend pirsên ku mirov ji dil û can bipirse, gelo ew ê bersiva me bi çi rengî be;


Kîjan Kurd zimanê xwe baş dizane û di hemû jiyana xwe de bi kar tîne?


Kîjan Kurd dîroka Kurd û Kurdistanê baş dizane û serê xwe bi dilsozî li ser rewşa Kurdên îroyîn diêşîne û dahatuyê dinirxîne?


Kîjan Kurd li gorî çanda Kurdî dijî û xwedîtiyê lê dike û diparêze?


Kîjan Kurd bi giştî Kurdistanê nas dike û erdnîgariya wê digel demografya û taybetmendiyên wê dizane?


Kîjan Kurd xwedî helwesta netewî ye û sincê netewa Kurd di xwe de diparêze û dikare bibêje ez wicdanê civaka Kurdan im?


Dilsoziya Kurdî û kurdewariyê bi van pirsan ve girêdayî ye. Kesê ku bikaribe van pirsan ji xwe bipirse û bikaribe bersivên jidil bide wan, ew dikare bi rehetî ji xwe re bibêje “Ez Kurd im!” û xwe ji civaka Kurdan bihesibîne.


Lê kesê ku nikaribe van pirsan ji xwe bipirse û bersivên baş bide wê demê ji qirikê berjor dikare ji xwe re bibêje “Ez Kurd im!” lê ew ne Kurd e. Ew dibe rantxur be, dibe menfîetperest be, dibe xapînok be, dibe bêbext be û dibe rûreş û riyakar be; lê tu caran nabe Kurd.


Çi qas xweş e ku mirov bi rehetî û ji dilê saf bikaribe ji xwe re bibêje “Ez Kurd im!”


Bê ku mirov menfîeta xwe tê de bibîne, bê ku mirov ranta siyasî, ranta îtîbarî, ranta mal û pere tê de bibîne mirov bi rehetî ji xwe re bibêje “Ez Kurd im!” wê demê mirov dikare bi rehetî bibêje; “Ez Kurd im û Kurdekî/e serbilind im!”


Dîsa çi qas xweş e ku mirov bi rehetî û ji dilê saf bikaribe ji xwe re bibêje “Ez Kurd im! Û ez serbilind im!”

* * *
Piştî 118 salan dîsa tu bi xêr û xweşî hatî Rojnameya Kurdistan… De were li ser ser û li ser çavê me ciyê te heye…


Gotinên miftehî :