1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mem FARQÎNÎ
  4. FERMANA 73YAN AN JÎ ÇIRÛSKEK HÊVÎ
FERMANA 73YAN AN JÎ ÇIRÛSKEK HÊVÎ,fermana,73yan,an,jî,çirûskek,hêvî

FERMANA 73YAN AN JÎ ÇIRÛSKEK HÊVÎ

A+ A-

Bi rastî li ser vê axa qedîm heta niha gelek gel û bawerî hatin û çûn. Lê belê yek ji van gelên qedîm li hember her cure zilmê li ber xwe da û heta roja me hebûna xwe domand. Her çi qas di roja me de di nav gelên herêmê de hin cudahî, di aliyê bawerîyek de hin taybetmendî hebin jî di cewhera xwe de tev yek in. Ji yek çavkaniyê bingeha xwe digerin.

Di vî alî de mînaka herî biçûk dikarim li ser gelê kurd bidim. Bi hêsanî dikarim bibêjim ku tav û agir di nav hemû kurdan de pîroz in. Tu dixwazî bila misliman bin, dixwazî bila Qizilbaş, Ehlê Heq an jî Yarsanî bin, bi awayeke li malên tevan yek ji perr û baskên melekê Tawis heye. Dibe ku viya li gorî hin kesan ve biçûk bê dîtin lê di aliyê netewbûyinê de, di hestên civakî de ew jî gaveke.

Carna hin tişt hene ji nişkav de diqewimin û li pey xwe êşekî mezin dihêlin. Lê di rastiya xwe de ev êş jî dibin ûjdan ji bo ku meriv xwe nas bike. Meriv dema xwe bi vana ve girê bide dikare di nav xwe de hestên netewbûyînê biafirîne.
Ev gotin ji bo min çi qas bi zehmet be jî ez li vir qala çeteyên DAIŞê û êrişên wan ên li ser gelê kurd dikim. Heta niha ji xwe li ser wan çeteyên hov û armanca wan gelek tişt hatin gotin, û hatin nivîsandin. Kêm zêde tevlî hemû nirxandinan dibim. Lê ez ê di aliyek din ve van êrişan bigirim dest

Baş pê dizanim, li hember van êrişên hovane kêm zêde gelê herêmê tev êş kişandin. Lê ev rastî jî heye ku di nav gelê herêmê de tu gel wek kurdan ne li ber xwe dan, ne jî êş kişandin. Her çi qas pir listikên qirêj li ser gele me hatibin lîstin jî meriv pir hêsan dikare du sebeban derxe pêş.
Yekemîn tişt ev bû ku piştî şoreşa Bihara Ereban gelê kurd jî bi vê bêhna xweş, bi bêhna azadiyê cigerên xwe tije kirin û xwestin xwe bi rê ve bibin. Helbet dewletên herêmê li hember viya bertekên tund nişan dan û ji bo aramiyên xwe yên veşartî û lîstikên kirêt têxin meryetê viya wek firsend dîtin.
A duyemîn jî di aliyê bawerîyê de, di ailyê olî de xwe dida nişandan. Di nav kurdan de her çi qas hejmarek pir zêde mislimanên sunî hebin jî, hinek ji wan Qizilbaş, Yarsanî, Kakaî Ehlê Heq, fileh û hinek jî ji wan Êzdî bûn. Û qetilkirina vana helal bû. Ji xwe heta niha ji bo baweriya xwe heftê û du caran di bin fermanan de derbas bûbûn. Li ser wan heftê û du ferman hatibû dayîn. Yek din jî bibûna wê tiştek neguheriya. Ma kî wê ji bo van “ kafiran “ xwe bida kuştin. Ma wê kî xwe bigihandina hewara wan. Lewre wan carekî baweriya xwe bi melekê Tawis anîbûn.

Dema çeteyên DAIŞê êrîşê Şengala pîroz kirin ji demsalan havîn bû. Li esmana şerefdîn û çilmeran stêrk disincirîn. Lê her tişt ji nişka ve sero – bino bû. Ewrên reş stêrka nuxumand. Kela germa havînê têr nedikir, di vê nîvê şevê de ji dêvla hewaya hênik guleyên ji çekên çeteyên DAIŞê derdiketin xwîna wan rijandin ser axa pîroz. Carek din ev axa pîroz wê bi xwîna sor bihata şûştin.
Di demeke pir kin de qirkirin dest pê kir. Û hema hema wê îcar bigihişta armanca xwe jî. Lewre di demeke pir kin de bi sedan mêr û xortên Êzdî hatibûn kuştin. Bi hezaran jin û keçikên Êzdî hatibûn revandin. Çeteyan hinek ji vana kiribûn jinên xwe û hinek ji vana jî şandibûn bazarên hin paytextên welatên cîranan ku bifroşin
Di aliyê derûnî de birînek bê derman vebûbû. Di ser vana de nezanî, xizanî, têk çûyîn, reva mirin… Li gorî êrîşkeran her tişt qediya bû! Helbet ji bo Êzdîyan jî. Lewre heta niha di dîroka vî gelî de tu kes tu kurdek ne hatibû hewara wan. Ta wê rojê. Ta ku heft pêlav sor derdiketin ser dikê. Dîroka xiyanetê, xizantîyê, têkçûyînê û neçariyê serobino kirin.
Xwedê giravî dema min pênûsê girt destê xwe dile min hebû ku li ser pirtûka “Şengal vejîna çilmêran” çend tiştan xêz bikim. Min xwendinê qedandibû û bi wê kelagermê min ê li ser pirtûkê nêrînên xwe bianiya ziman. Lê belê dilê min çi qas viya bixwaze jî, pênûsa min, min bi aliyek din ve bir. Nehişt ez ji we re behsa xweşikbûna Êzdîxanê û çiyayên Şerfedînê bikim. Nehişt ez behsa xwedêda, xezal, tijda û yên din bikim. Nehişt ez qala berxwedanê û îxanetê bikim.

Hibra pênûs min wek avê di nav cihoka xwe de herikand. Dest û pîyên min girê da. Nasîna vana ez ji we re dihêlim. Hûn bi xwe vê pirtûkê bixûnin û fêr bibin di demeke pir kin de her tişt çawa li bin guhê hev dikeve, serobino dibe. Hîn bibin meseleya xanesorê û çilmêran çi ye?

Pirtûk ji aliyê Azad Ararat ve hatiye nivîsandin û ji weşanxaneya Aryanê ve gihişt ber destê xwendekaran. Ji aliyê ziman de herikbar e. Meriv ne tenê di alî êrîşan de, di aliye baweriyan de jî gelek tiştan hîndibe.

Bixwînin, bidin xwendin û bibînin ku çawa ew kurdên ku tu car nehatine ba hev, di tîrêjên rojê de xwe ava dikin… (Nirxandina pirtûka binavê “ Şengal Vejîna Çilmêran “)

Ji girtîgeha Rihayê
Mem FARQÎNÎ