1. Tekst

  2. Çîrok

  3. Xifşa Xezalan
  4. GENGEŞÎYA XWE BI XWE
GENGEŞÎYA XWE BI XWE,gengeşîya,xwe,bi,xwe

GENGEŞÎYA XWE BI XWE

A+ A-

Bi fecra sibehê re şiyar bûme û min xwe berdaye nav kolanên vî bajarî, bost bi bost dipîvim kolanên xerîb li qelebalixeke bêdeng. Li ser riyên vî bajarî dewsa qevzên xwe dihêlim, li ser kevirên wî topuskên serê tiliyên xwe û di guhên wî de dilşikestinên xwe diqîrim. Lê ev bajar îro guh nade dengê min; guhê xwe nade axîna min, vî dilê min ê ku ji ber têkçûyînan ji ber şikestinan parçe parçe bûye dernaxe ji qafesa wî û her parçeyekî wî li kolanên xwe belav nake.

Carna diçim li ber behra vî bajarî rûdinim û guhê xwe didim dengê wê li sitrana wê dihêsinim. Carna hêrs dibe zerya pêlên xwe li keviran dixe, hingî dengê wê lerzok tê, sitraneke tije xem tê guhê min. Carna pêlên wê bi hêdîka diramûsin zuxurên ku ji welatên dûr penaber bûne. Hingî jî dîlok govendê dikşînin li ser tepê sînga min.

Carna li mezela xwe diçim ber paceyê, li stêrkên ku di tariya şevê de fetisine digerin çavên min. Çavbûka min xwe dixemilîne, qelpaxa çavê min mîna devrûkê dihilîne ji ser xwe, biçirisandina xwe xêliyên şevê pêşwazî dike. Ez di çavbûka xwe de li ser azipbûna xwe digirîm.

Carna jî li nîvê vî bajarî disekinim û bala xwe didimê: li tirembêlên diçin û tên dinerim. Ji dengên qorneyên wan diveciniqin û ji bêhna egzoza wan dilewitin xeyalên min. Hinekî jî li wê tava ha ya ku geh derdikeve geh jî dikeve pişt ewran dinerim û awirên xwe yên tûj di tîrêjên wê dirakim. Çavê rojê derdixim, lê ez kor dibim. Li wî wêneyê ku qevzên min sekinandine, kincên min her tim eynî hiştine û qet kevin nekirine, di serê min de fikrên ku ji ber civakekê reviyane û xwe sipartine bêdengiyeke salane… niha jî li ber hêtekî ketî rûniştiye parsekiya nerînekê dike newêrim lê binerim.

Niha jî mirovan dişopînim. Çavên min nagihin tevgera wan.(Mirov diçin û tên, diçin û tên. Serê min gêj dibe) Dixwazim fêrî çîrokên van mirovan bibim. Lê hengî mirov zêde ne li vir, çîroka ti kesi nayê guhê min. Di vê xirecirê de ez kerr û lal dibim.

Aloziyek heye li vî bajarî. Ev alozî nahêle ku ez hişê xwe bidim tiştekî. Ev der tije tişt in, tije mirov in, tije firax in. Ji ber wê yekê hişê min belawela dibe.

Li mirovan dinerim, li tevgera wan, li xirecira wan, li kincên wan, li meşa wan... Piştî demekê dibinim ku ez xwe di nav wan de winda dikim. Li her derî li xwe digerim êdî. Ez xwe ji ber xwe diveşêrim gelo an min xwe winda kiriye? Nizanim. Di nav vê xirecirê de tenê vê zanim ku ez êdî nema têm xuya kirin. Di ti çavan de xwe nabînim, di ti dengan de xwe nabihîzim. Navê min ji zû de hatiye jibîr kirin. Ez tine me.

Vê kêliya ku di aloziya vî bajarî de têkçûme têdigihîjim ku jiyan xwefamkirin e. Naxwe ez heme û hemwateya min jiyîn e êdî.


                                                                                                                                                                  Berfê (2014, NİSÊBÎN)


Gotinên miftehî :