GULA MIN,gula,min

GULA MIN

A+ A-

Gula min birîndar e wek birîna Kobanê giran e.
Gula min bi xwîn e wek Şengalê xûn sor e.
Gula min bi derd e wek Amedê bê derman e.
Gula min bê av maye wek mihabatê miçiqî ye.
Gula min ne ê biharê wek helebçe li ser kîmîya dibare…

Lê vê gulê gelek bi xeyal bû wek Kurdistanê mabû.

Gula min di nava çîya da bi pelkî bilind dibû ti pel jê xweştir nebû lê belê bi zimankî şîrîn bû…

Gula min dor nevedayîbû lê dîsa jîyana xwe ber dewambû lê ax bê heval bû…

Gula min dîrok nivîsandibû dîrokeke bê dawî bû lê belê her kes li ber digrî bû…

Gula min bi daxwazî bû ew daxwazî ya xwe azadî bû lê wek kulîlkên din nebû...

Lê ax ax çi jîyan kirin gula min cûda kirin ji rûpelkî çar pel kirin çi kirin gula min çar parçe kirin…

Lê dîsa vê gulê jîyan kir berxwedan û da ziman, “her bijî Kurdistana kurdan ne ya neyaran”
me soz da şehîdan ku em nedin axa kurdan... lê belê...
KES NEBÊ KURD DIMIRIN…


Etiketler :

NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.