1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ahmed Kanî
  4. Gazindên Eyub Guvenî
Gazindên Eyub Guvenî,gazindên,eyub,guvenî

Gazindên Eyub Guvenî

A+ A-

Duh (22.07.2018), li Pale Hunerê, li Amedê gotûbêja Koma Xwendina romanên kurdîya Kurmancî ya li ser romana Eyub Guvenî, “Guhar”ê hebû. Dibe ku hinek xwendevanên me pêvajoya Komên Xwendinê nizanibin, em hinek vebêjin.

Ji ber ku ji alîyê dewleta tirkan ve perwerdeya bi zimanê kurdî qedexeye, kurd jî hewil didin ku bi hinek rêyan bi zimanê xwe re eleqedar bibin. Yek ji wan rêyan jî avakirina komên xwendinê ye. Ez bi xwe hewil didim ku di nava van koman de cih bigirim. Ji sala 2011an ve ez di nava vî karî de me. Gelo sûd jî vê xebatê tê girtin an na.? Bi rastî ev karek sûdewer e. Wek mînak me bi pêşniyaza hevalên koma xwe dest bi weşana kovara Wêje û Rexneyê kir. Bi rêya van xebatan gelek ciwanên kurd xwendin û nivîsandina bi kurdî bi pêş dixin. Heta gelek ciwanên hêja jî bi vê riyê berhemên hêja diafirînin.

Çîroka romana “Guharê” ji min re gelek balkêş bû. Sedema yekem a balkêşîyê ji ber mijarê bû ku ermenîyên Dêrikê vedigot. Ev mijar ew qas balkêş hatiye ku bo zimanên tirkî, ermenkî û îngilîzî jî hatiye wergerandin. Heta wek senaryoya fîlimekî jî hatiye bikar anîn. Gazindên Eyub Guvenî ji çapkirina romanê dest pê dikin û pêl bi pêl heta dawîyê gihîşte helwesta derhêner. Di serî de redekteyek bi rêk û pêk nehatiye kirin. Wek redektor navê Mem Bawer heye, lê bo ku bigihîje pêşangeha pirtûkan bi lez û bez hatiye çapkirin. Yanî li benda redeksîyonê nehatiye rawestin. Li ser bergê wergera tirkî li cihê navê nivîskarê romanê, navê du kesên (Tayhan, Jêhat) ku pirtûk ji wan re hatibû ‘etifkirin, hatibû nivîsîn. Pirtûk di Gulana 2011an de, hatiye çapkirin. Nivîseke nirxandina romanê ji alîyê Lokman Polatî ve di Adara 2012an de, hatiyenivîsîn û li ser malpera Diyarnameyê weşîyaye. Eyub Guven jî li ser rûpela xwe weşandiye. (http://www.eyyupguven.com/index.php)

Wek me li jorê got, “Guhar” bi mijara xwe gelek balkêş e. Lê ji hêla wêjeyî ve jî gelek lewaz maye. Bi awayek ji rêzê hatiye nivîsîn. Bazirganek (Slêman) kurd î Rihayî bi çend kesên ji malbata xwe ve hatiye Dêrikê. Daxwaza amadekirina hin alavan ji bavê Kêvo î ermenî dike. Ew jî Kêvo dişîne Amedê bo kirîna keresteyan. Piştî çûna xerîdaran, ermenî li hev dicivin û Dêra sor bi perê xwe ji dewletê dikirin. Êş, hest bi tevayî jiyana karekteran ne li gor hunera ciwankar a wêjeyî ye. Ji hêla sêwrandin û honandinê ve jî ne serkeftî ye.

Bi tevî van kêmanîyan jî gazindên Eyub Guvenî di cih de bûn.


Gotinên miftehî :