1. Tekst

  2. Ger

  3. Ahmed Kanî
  4. Gera Li Muksê û Wanê
Gera Li Muksê û Wanê,gera,li,muksê,û,wanê

Gera Li Muksê û Wanê

A+ A-

Di dunyayê da tiştê herî xweş bo min ger e. Li ser faydeya gerê gelek gotin hene. Wek mînak hatiye gotin ku rovîyek geriyayê çêtir e ji şêrek teliyayî. Em bi malbatî 26ê Îlonê çûn Muksê, navçeya Feqîyê Teyran.


Ez ji Muksê du caran çûm Wanê. Carek bûm mêvanê Xalid Sadînî. Ew xebatên gelek hêja li ser weşangerîya kurdî dike. Wî weşanxaneya Peywendê jî dewr girtîye. Cara duyem em bi malbatî bûn mêvanê Yilmaz Elçîyê dostê min î 45 salî. Ew û hevjîna xwe Leyla xan bo me hatin navçeya Edremîtê. Me vexwendin firavînê.


Em rojek jî çûn serê (çavkanîya) ava Muksê. Av ji binê çîya dertê. Feqîyê Teyran li ser vê avê helbesta xwe ya bi navê “Ey Av û Av” nivîsîye. Min duh hewl da ku bi peyatî biçim ser gora Feqîyê Teyran, lê piştî 8-9 kîlometran westiyam û vegeriyam. Min îro ji dostê xwe Mihemed Affan Orhan alîkarî xwest. Mala wî û Bulend Oner ava be, bi siwareyê min birin û anîn.


Gotinên miftehî :