1. Tekst

  2. Gotar

  3. İsmail Beşikçi
  4. Kurd Bi ser ketin…
Kurd Bi ser ketin…,kurd,bi,ser,ketin

Kurd Bi ser ketin…

A+ A-

Di Derbarê Referandûmê da…

Gotinên ‘Referandûmê paşvexînin’, ‘Referandûmê betalkin’ tên çi wateyê? Bi gotinên ku piştî 7ê Hezîrana 2017an li ser hev dihatin gotin, peyama ku dihat xwestin bidin kurdan ev bû: “ Kurdino, hûn ne xwedî wî mafî ne ku dahatûya xwe dîyar bikin. Çunku hun civatek paşmayî, pirîmîtîv in. Hûn nikarin bipîvin, bizanin ku çi rast e, çi çewt e, çi bisûd e, çi bizirar e. Çunku hûn di nava jiyaneke nehevçax, paşmayî da ne. Ancax em wek rêveberên we dizanin dema çi hatîye, dema çi nehatîye. Ji ber vê hûn ne xwedî mafê dîyarkirina dahatûya xwe ne. Ancax em dahatûya we dîyar dikin. Em wek rêveberên we dibêjin ku Referandûm bo kurdan sûdwer nîne, bizerar e. Hûn dê vana bizanin. Li gor vana helwest reftarên xwe derxin pêş…” Dema em tê gotin mebest kî ne? Ev in: Heta dawîya Şerê Cîhanê Duyem, Brîtanyaya Mezin, (Iraq) Fransa (Sûriye,) Tirkiye, Îran, Cemîyeta, Miletan, Yekîtîya Sovyetan, DYA. Piştî Şerê Cîhanê Duyem, Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye, Brîtanyaya Mezin, Fransa, Yekîtîya ‘Ereban, Konferansa Îslamê, Yekîtîya Sovyetan,(Federasyona Rusyayê), DYA, NY, YE.
Em deh rojen berî referandumê bînin bara xwe. Bo Serok Mesûd Barzanî, bo rêveberîya kurd, telefon li ser telefonê ji dewletên cuda, ji sazîyên navneteweyî… Telefonên ‘Referandûmê paşvexîne’, ‘Referandûmê betalke ‘… Telgraf li ser telgrafê…. Telgrafên ‘Referandûmê betalke’, ‘Referandûmê paşvexîne’… Ev têr nekir, heyet li ser heyetê… Heyetên ku digotin‘Referandûmê paşvexîne’, ‘Referandûmê betal bike’. Telefon, telgraf, heyetên gefan…

Pêkanîna Referandûmê di van şertûmercan da, bi serê xwe serkeftinek e. Bi tevî Iraq, Tirkiye, Îran, Sûriyeyê jî, bi tevî beşek wek PKK, Goran, Komel, YNK, Ala Talabanî, Bafil Talabanî jî, bi tevî DYA, Îngiltere, Fransa, YE, NYyê jî, bi tevî kesên ku li ser yekîtîya Iraqê dilerizin jî, pêkhatina vê Referandûmê serkeftinek e. Serkeftineke mezin e. Bi vî awayî kurdan nîşan da ku neteweyek xwedî vîn in, vîna xwe bicih tînin. Nîşandaye ku xwedî mafê dîyarkirina dahatûya xwe ye. Kurd bi kelecana avakirina Kurdistanek azad bo zarok û nevîyên xwe çûne sindoqê. Beşdarîya zêde, pirbûna dengên belê, bo kurd bûye çavkanîyek moralî. Di vê pêvajoyê da, serînetewandina rêveberên wek Serok Mesûd Barzanî û cîgirê wî Qosret Resûl, moralek mezin daye kurd û dostên kurdan.
Ji 7ê Hezîrana 2017an ve, yanî ji daxuyandina biryra ku dê referandûm di 25ê Îlonê da bê çêkirinê ve gotinên ku herî pir tên bihîstin, gotinên wek ‘referandûm ne meşrû ye’, ‘referandûm dijî destûrê ye’, ’referandûm dijî hiqûq, ‘edaletê ye’, ’Dê referandûm îstîqrarê neyne, îstîqrara ku heye jî dê xerake‘ bûne.

Jenosayda Enfalê
Ev gotin, Enfalê, jenosaydê tînin bîra meriv. Enfal çi bû? Çalên 20-25 metre dirêj, 3-4 metre fireh, 3 metre kûr bifikirin. Çalên ku ji alîyê makîneyên mezin ên kar wek loder, dozer, kepçe, ekzkavator û hwd. ve hatine kolan.

Hêzên Ewlehîyê yên Baasê ber destê sibehan davêjin ser gundan. Hemû kudan, jin-mêr, zaok-marok, xort-kalên li gundan kom dikin, davêjin siwareyan tînin Kampa Topzawayê. Dema ji gund dertên, pêşî malan talan dikin, paşê hildiweşînin, dişewtînin. Topzawa gundek mezin ê kurdan e ku 11 km. li rojavayê Kerkukê ye.
Kurdên ku tînin Kampa Topzawayê ya komkirinê, piştî demek ku li wirê birçî-tî û wek tecrîdkirî têne girtin, bi çavên bandkirî û destên bi awayek jidandî girêdayî, tînin serê wan çalan. Bo ser her çalek 75 kurd tînin. Li wirê tîmek taybet a 11 kesî heye. Her yek demançeyek di dest da ye, li pişt vê tîmê fermandarek heye. Çawa ku fermandar fermana gulebaran dide, tîma taybet ji nêzîk ve gule ber didin ew kesên çav bandkirî, destgirêdayê, ew kurdên ku anîne ser çalan. Piştî ku bi cesedê 75 kesan çalek tijî dikin, bi kepçeyan axê davên ser çalê û digrin.

Piştî gulebarankirina 75 kesan, dibe ku hin kes birîndar bûbin lê nemiribin. Wek mînak dibe ku zarokên nava qumatekê de ku dîyên wan xwe avêtibin ser wan, nemiribin. Dîyar e ku piştî pêvajoya bi axê sergirtina çalan, ti kes êdî zindî nikare bimîne. Di dema ku jenosayda girseyî tê kirin da, tedbêrên pir sext ên ewleyîyê tên girtin. Bi taybetî bo ku ti nûçeyek piçûk jî nekeve çapemenîyê bal tê kişandin. Pir dîyar e ku ev jenosayd e. Ev qetlî’amên girseyî, di mehên havîna sala 1988an da, di mehên Hezîran, Tîrmeh, Tebaxê da ajotibûn. Ji 20ê Tebaxa 1988an bi şûn de ku dîroka dawîhatina Şerê Îran-Iraqê yê 8 sal ajotibû ye, ev bêtir mezin û berfireh bûbû… Îro, li Kurdistanê, li Başûrê Iraqê, li her cihên Iraqê gorên komî hene. Bi sedan kampên komî yên wek Kampa Komkirinê ya Topzawayê hene…

Ji Umreanê bo Topzawayê
Kî ev jenosaydên girseyî vedibêje. ‘Erebek ji Umreanê vana vedibêje. Umrean gundekî navçeya Heyê ya bajarê Qûtê ye… Herêmeke ku ‘ereb lê dijîn. ‘Erebek ku 1961î ji dayîk bûye, zarokên wî 6 û 6 in… Navê wî Ebdul Hesen Muhan Murad e, di ciwanîya xwe da bûye endamê Partîya Baasê, ‘erebek e ku paşê di yekîneyên ewlehîyê da wezîfe girtîye. Piştî hilweşîna rejîma Sedam Husên, kesek e ku li gor wijdanê xwe hereket kiriye. Di jiyana xwe ya paşê da, her dem di bin bandora van bûyerên, Enfalê da maye, kesek e ku wijdanê wî van bûyeran ranegirtîye. Van bûyeran, piştî 2003yan, piştî hilweşîna rejîma Sedam Husên, girtina Partîya Baasê, belavkirina el Mixaberat û artêşê vedibêje…

Arîf Qurbanî, bi vî kesî re sala 2004an li Kerkukê hevpeyvînek dirêj kiriye. Ev hevpeyvîn sala 2004an, li Kerkukê bi kurdîya Soranî hatîye weşandin. Roşan Lezgîn sala 2007an, vê hevpeyvînê ji kurdîya Soranî wergerandîye tirkî. Hevpeyvîn bi navê ‘Ji Umreanê bo Topzawayê’ bûye pirtûk… Berî ku bibe pirtûk salan 2007an di malpera peyamaazadî da jî hatîye weşandin. Aha bo kesên ku ji Referandûma kurdan re dibêjin ‘ne meşrû ye’, kesên dibêjin ‘ne destûrî ye’, kesên dibêjin ‘li dijî hiqûq û edaletê ye’, kesên dibêjin ‘dê referandûm îstîqrarê neyne’, bo kesên ku bo yekîtîya Iraqê dilerizin ya ku meşrû ye ev Enfal e. Ya ku li gor destûrê ye ev ‘Enfal’, ya ku li gor hiqûq, edaletê ye ev ‘Enfal’ e. Tê zanîn ku Enfal sûreyek Qu’anê ye. Li gor vê sûrê li cihên ku Îslam fetih bike, mal, milk, jin, zarok û her tiştên gawiran helal e… Sedam Husên, Partîya Baasê, ji xwe kurdan gawir dihesibîne.
Divê ku em bo vê Dadgeha Destûrê ya ku li Bexdayê ye jî tiştek bibêjin. Li gor benda 140î ya Destûra Iraqê ku sala 2005an ketibû merîyetê, divîya bû bo qadên wek Kerkûk, Şengal, Xaneqîn ku ji Kurdistanê hatine qetandin, heta 2007an referandûmek bihata kirin. Kurdan, bo ku ev referandûm li gor fermana destûrê bê kirin, heta îro gelek caran serî li vê dadgehê dane. Dadgehê ev serlêdan negirtine rojeva xwe. Hinekan jî bi hincetên vala redkiriye. Dadgehek e ku vê Enfalê meşrû dibîne, dadgehek e ku Enfalê minasibê destûr, hiqûq, û edaletê dibîne. Di mijara daliqandina ala Kurdistanê li ser avahîyên fermî li Kerkûkê, Adara 2017an de, di mijara Referandûmê da ku hikûmeta navendî serlêdan kiribû, di demek kurt de, mijarê girt rojevê û gotîye ‘Referandûm ne meşrû ye’. Biryar daye ku daliqandina ala Kurdistanê û referandûm ne li gor destûr, hiqûq, edaletê ne.

Di 11ê Adara 1970yan de, di navbera Mele Mistefa Barzanî Serokê Giştî yê PDKê û Sedam Husên Cîgirê Serokê Konseya Şoreşa Iraqê (Serokwezîr) da, peymana otonomîya Kurdistanê hatibû îmzekirin. Di wê peymanê da jî li ser Kerkûkê bendek taybet hebû. Dê li Kerkûkê di nava du salan de rapirsîn bihata kirin, li gora rapirsînê dê Kerkûk, ya bi hikûmeta navendî ve ya jî bi herêma Kurdistanê ve bihata girêdan. Sedam Husên hukmê wê peymanê jî nehanî cih. Bi piştgirîya Tirkiye, Îran, Sûriye, Yekîtîya Sovyetan li Kerkûkê rapirsîn çênebû. Di 1974an de, dîsa şer di navbera kurdan û rêveberîya Baasê da dest pê kiribû.

Sala 1988an di mehên havînê da, tê dîtin ku Enfal bi hemû tundîya xwe didome. Di mijara van cînayetên girseyî de, nahêlin nûçeyek piçûçik jî derkeve. Ji nêzîk ve tê zanîn ku kesek teşebusa vê bike di cih de bê pirs û bersiv tê îdam kirin.

Jenosayda Kurdan li Halebceyê
Mijarek pir girîng ya dî jî heye. Li Halebceyê jenosayda kurdan kengê pêk hatibû? Di 16ê Adara 1988an de pêk hatibû. Em wan rojan bînin bîra xwe. Di 16ê Adarê da, li Halebceyê û derdora wê ji 6000î zêdetir kurd bi gazên jehrê di carek da fetisîn. Di mijara tawana ku li hember merivahîyê hatibû kirin da, li ti cihek dinyayê bertekek derneket. Ne li Parisê, ne li Londonê, ne li Romayê, ne li Berlinê, ne li Washingtonê, ne li Moskovayê, ti bertek, protestoyek pêk nehat. Çunku her kesê piştgirî dida Sedam Husên. Sedam Husên tekoşînek ‘antî-emperyalîst’ dimeşand. Jenosayda kurdan ya li Halebceyê di 16ê Adara 1988an de pêk hatibû. Di 18ê Adarê da, Konferansa Îslamê li Kuweytê di civînê da bû. Lê di mijara vê tawana mezin ku li hember merivahîyê hatibû kirin da, li Konferansa Îslamê jî hevokek bi tenê nehat sazkirin. Rejima Sedam Husên nehat rexnekirin. Di danezana encama Konferansa Îslamê de, li ser vê hevokek cih negirt. ‘Biratîya Îslamê’ tiştek wiha ye. “Biratîya Umetê’ tiştek wiha ye. ‘Biratîya gelan’ tiştek wiha ye…

Karîgerîya gazên bijehr helbet bi wan rojan bisînor nebû. Ev bandor di jiyana piştî wê da jî xwe nîşan da. Piştî vê jenosaydê, li herêmê zarokên kêm endam hatin dinê. Hinek zarok du-sê roj, hinek du-sê hefte, hinek du-sê sal bi şûn de dimirin. Jimara kêmendamên ku dijîn zêde ye. Li gor jimarên Rêxistina Tendirustîya Dinyayê ya NY, piştî bûyera Halebceyê, heta roja me jimara wendayîyan ji 50 hezarî derbas dibe…

Li Tel Avivê Protesto
Li dinyayê, di mijara vê tawana mezin a ku li hember merivahîyê hatîye kirinin da, bes li Tel Avivê xwepêşandanek bû. Di 17ê Adara 1988an de, cihûyan, kurdan, li Tel Avivê, xwepêşandanek mezin kirin ku vê jenosayda li hember kurdan a ku rejîma Sedam Husên pêk anîbû, protesto dikir û dinyayê pê dihesand.
Divê li virê parantezek bê vekirin û li ser koka van cihûyan bê axaftin. Ev cihû, kurd kî ne? Nabûkadnezarê Qeyzerê Babîlê B.Z. di 722yan de, hêriş bir ser dîyarê Kenan, Filistînê. Wê demê li wirê Dewletek cihûyan ku ji alîyê Silêman Pêxember ve hatibû damezrandin li ser kar bû. Di dema hêrîşê de, Dewleta Cihûyan bû du beş. Qeyzerê Babîlê Nabûkadnezar, beşek mezin a cihûyan bi alîyê Babîlê, Kurdistanê ve sirgûn kir. Di nava sirgûnîyan de cihûyên zenaetkar pir bûn. Di sala 586an a B.Z. da, vê carê, Împaratorê Asûrî Sargonê II. hêrîşê dîyarê Kenan, Filistînê kir. Dîsa hinek ji cihûyan sirgûnê alîyê Babîl û Kurdistanê kir. Di nava cihûyên ku hatibûn sirgûn kirin da, dîsa zenaetkar pir bûn. Cihûyên ku bi sed salan bi kurdan re jiya bûn, çi nasnameya xwe ya etnîkî be, çi ya dînî be parastin. Lê awayê jiyana kurdan ecibandin, dest bi wek kurdan jiyînê û axaftinê kirin. Cilûbergên wan, axatina wan wek kurdan bû.

Piranîya van cihûyan li Kurdistanê, li herêma Barzan dijîyan. Demên pêş Barzan herêmek piçûk bû. Paşê bi geşedana konfederasyonek li derdora Barzanîyan, herêm ber fireh bû. Cihû li vê herêmê bi kurdan re di nava pêwendîyên dostanî de dijîyan. Evdiselam Barzanî (mirin 1902) exlaqparêzê mezin di 1870yan de ji kurdan re wiha digot: “Li çîyayan dara nebirin, ajalan nekujin, meriv bin, dirust bin, derewan nekin, bi namûsa kesî nelîzin… keçên xwe yên piçûk, bi zorê bi kalan re nedin zewicandin û hwd. Şêx Evdiselam Barzanîyê exlaqparêz û rêberê dînî, bi taybetî jî vana dikirpand: Pêwendîyên cudaker bi gelên wek Asûrî-Suryanî, Keldanî, Ermenî, kurdên Êzîdî ku li Kurdistanê dijîn lê ne Misilman in re, nekin… Tê zanîn ku van dîtinên Evdiselem Barzanîyê exlaqparêz di nava kurdan de bi taybetî jî di nava Barzanîyan de, pir karîger bûn, ji alîyê şêxên Barzanê ku piştî wî hatibûn jî li ber çavan dihatin girtin.

Îro jî cihûyên ku paşnavên wan Barzanî ne hene. Ev tê wateya ku li Barzanê hatine dinê. Peyva Barzanî her dem ji ‘eşîreta Barzanî bûnê, ji malbata Barzanî bûnê bêtir, li Barzanê hatina dinê vedibêje. Barzan, berî her tiştî navê deverekê ye.

Beşek mezin ji van cihûyên ku li Kurdistanê dijîyan, piştî 1948an, bi avabûna Îsraîlê ra, koça Îsraîlê kirin. Dildarîya wan a Kurdistanê didome. General İzak Mordehayê ku di salên 1996-1999an da Wezîrê Berevanîya Îsraîlê bû, ji malbateke cihû ya ku ji Kurdistanê koç kirî ye. Gelek caran dildariya xwe ya bo kurdan, bo Kurdistanê dianî ziman. Ji malabata wî hê jî kesên bi kurdî diaxivin hene. Koça cihûyan a ji Kurdistanê bo Îsraîlê, piştî salên 1960î, piştî ku li Iraqê dîktatorîyê kok ber da, bêtir bû. Îro, hê jî malbatên cihû, li Kurdistanê, li qadên wek Şeqlawa, Barzan, Rewandizê, li Hewlêrê, li taxa Enkawayê ya ku xiristiyan bi komî dijîn, hene…

Piştî vê agahîya piçûk a li ser koka cihûyên ku li Kurdistanê dijîn, em vegerin mijara xwe. Li Halebceyê jenosayda kurdan di 16ê Adara 1988an da pêk hat? Di mehên havîna 1988an da jî Enfal bi awayek mezin û ber fireh dom kir. Piştî 20ê Tebaxa 1988an, yanî piştî bi dawîbûna Şerê Îran-Iraqê, Enfal bêtir mezin û ber fireh bû. Ji 200 hezarî zêdetir kurd di jenosayda Enfalê da hatin kuştin. Divê li virê pirsa bingehîn ev be: Eger dinya, li hember jenosayda ku 16ê Adara 1988an li Halebceyê pêk hat dengê xwe rakira, gelo rejîma Sedam Husên dikaribû seranser mehên havîna 1988an operasyonên jenosaydê bidomanda?

Brîtanya Mezin û Fransa, du hêzên emperyal ên serdemê… di 1920’an da, di serdema Cemîyeta Miletan de, di dabeşkirin, parçekirin û parvekirina kurd û Kurdistanê da rola mezin lîstin. Piştî vê, kurd bi zilmên pir giran ra rû bi rû man. Li ser kurdan operasyonên jenosaydê hatin kirin. Ez wek kes difikirîm ku ev du dewletên hêzên emperyal ên 1920an, ji vê rewşê poşman bû ne. Pêvajoya Referandûmê nîşan da ku ev du dewlet, bi gotina pîrozîya yekparetîya Iraqê, bi li hember derketina xwesteka dîyarkirina dahatûya xwe ya kurdên ku Enfal û jenosaydê jîyane; bi çavlêgirtina ji Enfal û jenosaydê ra, bi lihevkirina bi van pêvajoyan ra, qet ji kirinên xwe yên li ser Kurdan, Kurdistanê jî poşman naxuyên. Di peywendîyên navnetewî da, dost-dijminê daîmî nîn in, berjewendîyên netewî her dem di plana pêşîn da ne. Helbet ev prensîba bingehîn tê zanîn. Lê bi gotina ez berjewendîyên xwe yên netewî diparêzim, ketina nav pêwendîyên ew qas dij exlaq, bo dijîtîya kurdan ketina nava pêkotîyan, çavgirtina ji Enfal û jenosaydê ra jî nayê qebûl kirin. Li hember tawana ku li hember merivatîyê di 16ê Adarê da, li Halebceyê hatibû kirin, derneketin û di vê mêjarê da dengdernexistin jî tam ev e. Ev jî tê wateya hêzdayîna helwesta jenosaydkar.

Di 1920an da, di serdema Cemîyeta Miletan da Iraq çawa hat avakirin? Divê lê bê nêrîn ku piştî Şerê Cîhanî yê Yekem, çawa Brîtanya Mezin û Fransa, dewletên serkeftî yên şer, xaka li Mezopotamyayê ya Dewleta Osmanî ku ji şer têkçûyî derket, par vekirine. Di destê Brîtanyaya Mezin da, parêzgeha Bexda û Besrayê hebûn. Brîtanyaya Mezin, bi biservekirina parêzgeha Mosilê Iraqê ava kir. Çima Parêzgeha Mosilê bi ser ve kir? Çunku li Mosil û Kerkûkê neft derketibû. Ji çolek ew qas mezin ra jî bexçe pêwîst bû.
Lê kurdan ti carî ev nepejirand. Jîyana Şêx Mehmûdê Berzencî ku digot ‘Ez melîkê Kurdistanê me, min wek melîkê Kurdistanê naskin‘ bi şerê li hember îngilîzan der bas bû. Iraq, ne dewletek e ku gelê kurd bi dilê xwe, bi ‘ereban re digire, dewletek e ku bi zilma artêşê, bi bombebarana balafirên şer li ser pîyan tête girtin. Wek ku mamoste Yaşar Abduselamoglu gotiye, li virê karîgerîya balafirên şer pir girîng e.

Nirxên ku Rojava payebilind dikin
Nirxên ku Rojava birûmet dikin hene. Ev, nirxê gerdûnî ne. Azadî, wekhevî, azadîya derbirînê, mafê netewan yê dîyarkirina dahatûya xwe… ev nirxê gerdûnî ne. Lê bi gotina yekîtîya Iraqê hûn nikarin van nirxên gerdûnî biparêzin. Çunku gotina yekîtîya Iraqê tê wateya piştgirîya rejîmên otorîter, nijadperest, mezhebî, jenosaydkar û hêzdana wan. Ev, nirxên gerdûnî yên rûmeta Rojava, Rojava dirizîne. Li hevkirina bi Enfal, jenosaydê ra helwestek e ku exlaq binpê dike. Lê zindîgirtina nirxên rûmet dane Rojava, bi awayek dînamîk bikar anîna wan pir girîng e. Yekîtîya Ewropayê jî li pey ev du dewletan diçe, ji kurdan re dibêje ‘yekîtîya Iraqê biparêze, Referandûmê paş ve xîne, betal bike…’ Serok Mesûd Barzanî bi gotina ‘demokrasîya we, azadîya derbirînê ya we li kû ma?’ bêrêzîya rojavayîyan ya li hember nirxên gerdûnî yên rûmet dane Rojava, dide ber lêpirsînê.

Divê li virê ev bê bi bîr xistin. Yekîtîya Ewropayê, her sal xelatên azadîyê, xelatên azadîya derbirînê li ser navê Andrey Saharovî dide. Andrey Saharovê xwedîyê xelata aştîyê ya Nobela 1975an (1921-1988) kesek bû ku êşên bi kurdan têne jîyandin di dilê xwe da hest kiribû. Zanyarek Fîzîkê bû ku dixwest kêşeya kurd/Kurdistanê bibe rijeva Netewên Yekbûyî. Berî ku vê projeyê pêk bîne, zû wefat kir. Yelena Bonner (1923-2011) gelek caran vê vegot. Yekîtîya Ewropayê jî bi gotina ez berjewendîyên Brîtanya û Fransayê diparêzim, exlaq jî bin pê kir. Ji ber vê ne laîq e ku li ser navê Andrey Saharovî xelatên azadîyê, xelatên azadîya derbirînê bide.

Tawanên ku Brîtanyaya Mezin û Fransayê di 1920an de, di serdema Cemîyeta Miletan de, li hember kurdan/Kurdistanê kirine, êdî bi awayek berfireh tê zanîn. Tê zanîn ku bo bihn çikandin û fetisandina kurdan, bi dewletên wek Iraq, Îran, Tirkiye, Sûriyeyê ra bi dehan peyman îmzekirine. Ji van ra peymanên ewlehîya sînor tê gotin. Nifşên kurdan ên îroyîn, akademîsyenên kurdan dê vanan, bi têgehên zanistê, sîyasetê vebibêjin. Lê berî kurdan jî dê miheqeq ewropîyên ku nirxên rûmet dane ewropayê yên gerdûnî, diparêzin, akademîsyen pirsa vanan ji dewlet û hikûmetên xwe bikin. Ger we dengê xwe, di mijara tawana merivahîyê ya ku Sedam Husên di 16ê Adara 1988an de, li hember kurdan kiribû da, derxista, dê ev Enfala qetlî’amên girseyî ku di seranserê havîna 1988an de, pêk hatibû, bikarîya bihata kirin? Dê Sedam Husên bikaribîya vê wêrekîyê li ba xwe bidîta? Dê bikariba di jenosayda Enfalê da ji 200 hezarî zêdetir kurd bihatana tunekirin? Ev lêpirsîn miheqeq dê ji alîyê Rojavayîyên ku nirxên Rojava birûmet kirine yên gerdûnî diparêzin ve, bê kirin.

Gefên Ambargoyê…
Referandûm pêk hat. Beşdarîyek zêde, dengek zêde yên erê derket. Gefan jî dest pê kir. Em ê sînoran bigirin, dergehên gumrikê bigirin, qada hewayî bigirin… Hûn ê nikaribin nan jî peyda bikin, birçî bimînin… Daxwaza gelê kurd a xwe birêvebirinê, daxwaza pîvana meyla gel bi gefên wiha ra rû bi rû dibe. Ev gef ji kî tên, di serî da ji welatên Misilman ên cîranê Kurdistanê, ji welatên Îslamê… Biratîya Îslamê ev e. Biratîya umetê ev e. Biratîya gelan ev e. Hâl ev e ku wek mînak, ku li Filistînê pozê kesek bi xwîn bibe, Tirkiye çawa bertek nîşan dide, Îsraîlê rexne dike, tawanbar dike tê zanîn. Hâl ev e ku li Îsraîlê, ji 1948an vir ve, yanî ji dema ku Îsraîl ava bûye ve ‘erebî, li cem îbranî zimanê fermî yê duyem e. ‘Erebên filistînî, ji bexçê zarokan ta zankoyê bi zimanê ‘erebî perwerde dibin.

Em bibêjin ku gef û ambargo pêk hatin. Divê ji vê netirsin. Li Kurdistanê ax jî heye, av jî heye. Li her cihê ku ax û av hebe jîyan jî heye. Jîyan li qadên wiha bi pêş dikeve. Kurd xwedî hunera ku nanê xwe jî goştê xwe jî hilberînin in. Di van mijaran da, kategorîyek ji azadîyê birûmettir tune ye. Di cejnên netewî da rêberên tirkan jî rûmeta azadîyê nakirpînin? Hûn dê bibêjin ku ev ji bo tirkan dikirpînin… Lê nirxên wek azadî, wekhevîyê nirxên gerdûnî ne, bo her kesê ne. Bo hemû merivan ne…
Di vê navê da bibîrxistina ambargoyê bo hikûmetê ya Çetin Çeko, Hasan Cemal, Taner Akçam, Dogu Ergilî jî di cih da ye…

Divê ji ambargoyê neyê tirsîn. Heta pêkan e meriv behsa karîgerîya erênî ya vê ambargoyê di dema navîn û dirêj da jî bike. Dê kurdên ku heta niha ti carî bi gotina ‘Kurdistan, Kurdistan’ nimayîş nekirine, lê her dem bi gotina ‘mûçe mûçe…’nimayîş kirine, bi qîrîna ‘mûçe mûçe…’ ra hewildane hikûmetê hilweşînin, xwe mevbûrê hilberînê bibînin. Dê hewil bidin ku dahatûya xwe, debara xwe, ne bi mûçe, bi xebat û keda xwe biafirînin. Kengê nimayîşên bi dirûşmên ‘Mûçe mûçe…’, teşebusên hilweşandina hikûmetê pêk hatibûn? Di dema ku DAIŞê hêrîşê Kurdistanê kiribû da, di dema ku mezaxtinên şer zêde bûbûn da, di demeke ku bi sed hezaran penaberên kurd, ‘ereban, xwe avêtibûn Kurdistanê da… Divê kurd ji van ze’afên xwe bi dûr kevin, bigihîjîn hişmendîya tevgera Maû Maûyan ku di dawîya 1940an da li Kenyayê bi pêş ketibû. Divê kurd hewil bidin ku wek Îsraîla ku bi keda xwe debara xwe dikin, bin; ne wek Dûbaîyê û ‘ereban bin. Divê kurd, bi awayek ber fireh Tekoşîna Rizgarîya Netewî ya Bengalê ku di salên 1947-1971î da bi pêş ket lêbikolin, bigihîjin hişmendîya vê tekoşînê. Bi taybetî jî sûdek pir mezin di kirina vê lêkolînê da ji alîyê PKK, HDPê ve heye.

Dewletên ku Nû Avabûne…
Di 1991î de Yekîtîya Sovyetan belav bû. 15 dewletên nû avabûn. Belavbûna Yekîtîya Sovyetan, ava bûna 15 dewletan, li dinyayê bi awakî siruştî hatin pêşwazî kirin. Di heman serdemê de, Yugoslavya belav bû. Ji vê heft dewletên nû derketin. Dinya vê jî pir tebî’î pêşwazî kir. Di heman serdemê de, Çekoslovakya, di nava xwe de, bi ser Çekya-Slovakya bû du beş.

Di 1993yan de, Eritreyê, di encama tekoşîna ku li hember Etiopyayê dimeşand de, gihîşt serxwebûna xwe. Di 2002yan da, Tîmora Rojhilat di encama tekoşîna li hember Endonezyayê dimeşand da, serxwebûna xwe bi dest xist. Di sala 2011an da, di encama referandûmek da, Sûdana Başûr ji Sûdanê veqetîya. Dewleta ‘Ereb a Filistînê, li Netewên Yekbûyî statuya çavdêrîyê bi dest xist… Ev hemû li dinyayê pir tebî’î tên pêşwazîkirin… Lê di mijara dîyarkirina dahatûya xwe de Referandûm çêkirina kurdan ne tenê li Rojhilata nêzîk û navîn, li dinyayê erdhij çêkir. Di websayta kurdistan-post eu de, nivîskarên wek Hejarê Şamil, Dursun Ali Kuçuk, Nurettin Yildirim, Mehmet Kobal vê erdhijê analîz dikin. Bi rastî ev nîşan dide ku bi tevî ku dewletek wek Iraqê tune bû, hê jî hewldanên li ser pîyan hiştina vê dewleta sûnî, hêjî nîzama navnetewî ya dijî kurdan ku di 1920an de, di serdema Cemîyeta Miletan de hatibû avakirin, zindî ye.

Di Derbarê DYAyê da
DYA jî di pêvajoya Referandûmê de, bûye dewletên ku ‘yekîtîya Iraqê’ divên. DYA, piştî ku Referandûmê bi beşdarîyek zêde û bi dengên zêde yên erê encam da, li cihê ku rêveberên kurdan pîroz bike, bi gotina ‘we bi xebera min nekir’ xemgînîya xwe ragihand. DYA hê jî piştgirîya Iraqê dike. Piştgirîya Iraqê jî tê wateya piştgirîya Heşdî Şe’bî, piştgirîya Îranê.
Hâl ev e ku îro polîtîqayek DYAyê ya bi navê sînorkirina Îranê li Rojhilata nêzîk û navîn jî heye. Û hê jî piştgirîya Iraqê kirin, bi vê polîtîkayê re li hev nake. Çunku îro hikûmeta Iraqê jî bi tevayî di binê kontrol û arastekirina Îranê da ye. Îro grûba li hember kurdan herî hêrîşkar Heşdî Şe’bî ye. Heşda Şe’bî ya ku pêgirtîyên wê ‘erebên şî’î ne, ji alîyê Îranê ve hatîye damezrandin, ji alîyê Îranê ve tê arastekirin.

Em sala 2011an a ku DYA ji Iraqê vekişîya û berî wê bibîr bînin. DYAyê bi milyaran pere li artêşa Iraqê mezaxtibû. Amûretên çek, depoyên çekan tev li Mosilê bûn. Duyem fermangeha mezin a artêşa Iraqê jî li Mosil bû. Di Hezîrana 2014an de çi bû? Artêşa Iraqê, li hember 1000-1500 kesên DAIŞî, bêyî teqandina hîç berikek ji Mosilê vekişîya. Li wirê herî kêm 60 hezar leşkerê artêşa Iraqê hebû, hemû amûretên çek, tank û topên bizirx, wesayîtên veguheztina kes û çekan… Ketin destê DAIŞê. DAIŞê bi van çekên nûjen ên ku girtin, hêrîşê Şengalê kir. Jenosayda Êzîdîyan pêk hat. DYAyê piştgirî da kî, ew piştgirî ket destê kî û li hember kê hat bikar anîn? Divê DYA polîtîkaya xwe ya piştgirîya Iraqê, polîtîkaya xwe ya li ser pîya girtina Heşdî Şe’bî di ber çavan ra derbas bike.

Civaka Kurd, Civakek Modern e
Di destpêka vê nivîsê de, di mijara mafê dîyarkirna dahatûya xwe ya kurdan da, li ser peyama ku dewlet dixwazin bidin kurdan nirxandinek hatîye kirin. Wek ‘Hûn hovjîyan in, paş ve mayî ne…’ û hwd. Helbet rastîya civata kurdan, ne civata kurdên ku di peyama dewletan de tê xwestin ji kurdan ra bê dayîn, e. Dewlet, kurdan/Kurdistanê wiha tê digihîjin. A rast dixwazin wiha têbihîjin. Civata kurdan, îro civatek modern e. Berê jî modern bû.

Kurd, tekane milet e ku Îslamê wek Îslam teblîx kirine, kurdên Neqşîbendî, di sed sala 19. da, Îslamê, heta bo Arakan, Rohingya, Malezya, Endonezyayê wek Îslam teblîx kirine. ‘Ereb, faris û tirkan jî Îslamê her di rêya berjewendîyên xwe yên netewî da bikar anîne. Wek mîna Sedam Husên, bo jenosayda ku li hember kurdan pêk anî jî sûreyek Qu’anê, Enfalê bikar anî. Her dem helwesta kurdan a binîyeta paqij îstîsmar kirine. Kurdan bi çîrokên biratîya Îslamê, biratîya umetê xapandine. Gelê Bengala Rojhilat, piştî 1947an, di 1950yan de, di pêvajoya Tevgera Zimanê Bengalê de, dema ku ji rêveberîya Pakistana Rojava mafên ziman xwestin, Pakistanê, bi gotina ‘Em birayên Îslamê ne,’ ‘Em birayên umetê ne’; gotibû ‘Daxwaza we li dijî Îslamê ye.’ Gelê Bengala Rojhilat, bi gotina ‘Em ne bira ne, we welatê me dagir kir, zimanê me qedexe kir, hûn hewil didin ku me asîmîle bikin, a li dijî biratîyê ye, ev e’, biratîyê nepejirandibûn.

Divê kurd, Tevgera Rizgarîya Netewî ya Bangalê ya 1947an, Tevgera Ziman a Bengalê bişopînin. Helbet lêkolîna Baskê, lêkolîna pêwendîyên Îngiltere-IRAyê jî girîng in. Lê ya ku dê esas rê nîşanê kurdan bide, Tevgera Tekoşîna Rizgarîya Netewî ya Bengala Rojhilat e. Tevgera Zimanê Bengalê ye.

Werger: Ahmed KANÎ


Etiketler :

NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.