1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Ahmed Kanî
  4. Kurd Nabin Meriv (!)
Kurd Nabin Meriv (!),kurd,nabin,meriv

Kurd Nabin Meriv (!)

A+ A-

Bi sed salan e, her li ser halê kurdan nîqaş têne kirin. Gelo kurd ji ber çi nagihîjin mafê xwe. Hinek dibêjin, ji ber dînamîkên derve ne, hinek dibêjin na, esas ji ber dînamîkên hundir in. Wel hasil çi dibe bila bila bibe. Encam li holê ye. Kurd nabin Meriv(!)

Çar sed sal berê fîlozofê kurd Ehmedê Xanî li ser halê kurdan teheyûra xwe wiha tîne zimên:

“Ez mame di hîkmeta Xwedê da/Kurmanc-i di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm/Bîlcumle jibo çi bûne mehkûm!”

Hinek dikarin bibêjin ev nivîs ji kuderê derket?

Bi rastî sernavê vê nivîsê “Mark Sykes û Darul Îslam/Welatê Îslamê” bû. Min dipirsî Mark Sykes kî ye? Çi pêwendîya wî bi welatê Îslamê re heye? Min bi van pirsan hewil dida ku ez Mark Sykes û pirtûka wî bi xwendevanên xwe bidim nasîn, bîrûrayên xwe di heqê wî de binivîsim. Lê min dît ku Mark Sykes yek ji dijminê herî mezin ê kurda ye. Wî û Francois George-Picot (Pîcê Fransiz) bi hev re di 16ê Gulana 1916an de, Peymana Sykes-Picot a ku Rojavayê welat bi navê dewleta Sûrî dane Firansizan û Başûrê welêt jî bi navê dewleta Iraqê dane Îngilîzan, amade kirine.

Mark Sykes, di 1879an de li Londonê hatiye dinê. Di 1919an de li Parîsê bi şobeya Spanyayî miriye. Di şerê Boer (1899-1902) ê li Başûrê Afrîkayê de, fermandarek leşkerî bû. Di sala 1903yan de gerek dirêj li welatê me dike. Ev ger, ji Beyrûdê heta Hekîmxanê û ji wirê heta Başûrê Silêmamiyê û ji wirê jî heta Îdira nêzî Derya Reş, dajo. Di ser Derya Reş re diçe Stenbolê. Ji 1911an heta ku miriye, parlamenterê Birîtanyayê bûye.

Di pirtûka xwe ya ku çavdêrîyên wî yên gera 1903yan e, de heqaret namînin ku li kurdan nekiriye. Wek mînek di rûpela 51î de amaje bi plana xwe ya ku dê wek Sûrî û Iraq pêk bîne, dike. Di heman rûpelê de ji holê rakirina Kurdistanê jî plan dike.


Gotinên miftehî :