1. Tekst

  2. Gotar

  3. Dr. Ehmed Xelîl
  4. Kurdistan berî her tiştî-IV
Kurdistan berî her tiştî-IV,kurdistan,berî,her,tiştî,iv

Kurdistan berî her tiştî-IV

A+ A-

Xelek 4

Va ye kûrahiya me ya şaristanî di dîrokê de

Nivîskar: Dr. Ehmed Xelîl, Werger: Heyder Omer

Ji Kurd kirin Ekrad:
Ji sala (550 b. z) de dagîrkeran nehêştin dewleta me ya xweser were avakirin, sermiyanên welatê me dizîn, Hêzên me yên cengawer ji bo pirojeyên talankirinê û firehxwaziyê xebitandin, zor û xizanî li nav civaka me belav kirin, pêşiyên me ji pêşveçûna çandî, polîtîkî, zevî, pîşeyî û bazirganî bê par kirin, pê re jî awayê gundî goçerî xwe da ser civaka me, û ji serdema eşkanî / parsî (250 b. z – 226 p. z) de navê (Kurd), ji dêvla wateya xwe ya resen (çiyayî, wêrek), bi (goçer, paşve mayî) hate beramberkirin.
Va ye qeralê eşkanî yê dawî Erdewan tinaziyan bi dijminê xwe qeralê sasanî yê yekem Erdeşêr kurê Babek dike, û wî bi (Kurdê goçer ê paşve mayî) dinavîne, û dibêje wî: „Ey Kurdê, ku di bin konên Ekradan de hatiye perwerdekirin! Kê destûra tacê, ku te bi serê xwe ve kirî, û welatên, ku te dest daniye ser wan û qeral û nişteciyên wan, dayî te?“(1). Bi bandora vê pergala gundîtî goçerî jî piraniyan dîroknivîsên misilmanan di pirtûkên xwe de, ji dêvla navê (Kurd), awayê (Ekrad), ku li tirazûwa (E-irab) dibane; ango goçerên gerok û ne bajarvanî, bi kar anîn.

Belê, va ye pergala, ku dagîrkeran miletê me gîhandine wê. Lê gelo dîroka me tenê ji sala (550 b. z) de dest pê dike? Gelo ji sala (550 b.z) û heya sedsala (20)ê em li ber deriyên şaristaniyê meletekî bê kêr bûn? û tevî nîrên dagîrkirinan, me nikarîbû şaristaniyê bafirînin û pêşve bibin,?.
Bê ku em pêşî bersivê erênî yan ji neyênî bidin, werin em guh bidin belgenameyên dîrokê.

Destpêkên şaristaniyê li Kurdistanê:
Dîrokzan li hev dikin, ku Kurdistan berztirîna deveran e, ku destpêkên jiyana mirovane, di serdema kevirî ya kevin (paliyolîtîk / paleolithic) de ji kevintirînên serdeman de heya (10) hezar salên b. z, lê dîyar bûne, û paşê jî pêşiyên me divêtiyên jiyanê, di serdema kevirî ya navîn (mtolîtîk / mtolitic) re, ji destpêka (10) hezar salên b. z de, ber bi pêşve birin.
Di serdema kevirî ya nû (niyolîtîk / neolithic) de, ji destpêka (9) hezar salên b. z de jî, di zeviyê de kar kirin, û ji pergala (komkirina xwarinê) derdas pergala (çêkirina xwarinê) bûn. Ev guhertin şorşeke çandî û civakî û abûrî bû, ji ber ku tebatê (cihgirtinê) şûna gera ji bo peydakirina xwarinê girt, û civaka gundî diyar bû, hesta girêdana li gel welêt geş bû, destkeftiya tekekesî, têgehên pêşîn ên efsaneyî (mithologiy), perestina xweda ya dayik û xweda ya berhemdar diyar bûn, her weha destpêkên baweriya vejîna piştî mirinê û herhebûna di cîhana din de jî diyar bû(2). (peykerên xweda ya diyik temaşe bike).

Şaristaniya Gozana, ji bo reseniya ramana şaristanî li Kurdistanê, di serdema kevirî ya nû de, nimûneyê berz e. Ev şaristanî, li gor girê Gozana, ku nêzîkî bajiarê Serê kaniyê (Herêma roavayê Kurdistanê) ye, hate naskirin, lê paşê bi navê (Tel Helef) hate erebkirin. Evê şaristaniyê, ji çemê Ferêt heya bi çemê Zab ê mezin, bi awayê kevanê girt û hin seriyên erdnîgariya wê heya Enadolê dirêj bûn. Beşê mezin ji herêma başûr û herêma bakur û roava yê Kurdistanê navenda erdnîgariya, ku ev şaristanî tê de peyda bûye, digire. Ev şaristanî di navbera salên (4400 – 4300 b.z)(3). de hate pişavtin.

Rehên şaristaniya me yên Sûmer:
Pêşiyên me Sûmer, ji erdnîgariya şaristaniya Gozana li herêma başûrê Kurdistanê, ber bi başûrê Mezopotamya (Îraq a îro) de dagerîn. Ne ji cem xwe de em vê gotinê dibêjin, belê ew rastiyeke dîrokî ye, ku piraniya dîroknivîsên şaristaniya Sûmer wê teqez dikin(4), û hêja ye were gotin, ku şaristaniya Sûmer ji ya Misirê kevintir e. Dr. Ehmed Fexrî (mamosteyê dîroka Misir a fer-ûnî û rojhilata kevin li zongowa Qahîreyê) dibêje: „Şaristaniya welatê Sûmer, li çar hezar û destpêka sê hezar salên b. z, ji hin waran ve, bi pêş şaristaniya Misirê keti bû, lê di sedsalên pey wê re, bi sedema yekîtiya welêt û desthilata navendî bi serpereştiya yek qeralî, şaristaniya Misirê gelek ber bi pêşve çû”(5).

Dîrokzanê Emerîkî William Durant, ji bo destkeftiyên şaristaniya Sûmer, dibêje: „Li gor ku em li vê dema nûka pê zanin, ku yekemîn dewlet û împeretoriyên, ku mirov dameziranine, û yekemîn ristên avdanê, û yekemîn car zêr û zîv ji bo nirxandina kirîn û firotinê hatine xebitandin, û yekemîn peymanên baziganiyê, û yekemîn rista misogeriyê, û yekemîn pirtûkên zagonan, û yekemîn car nivîsîn bi awayê fireh hatiye xebitandin, û yekemîn çîrokên aferîn û tofanê (lehiyê), û yekemîn dibistan û pirtûkxaneyan, û yêkemîn wêje û helbest, û yekemîn boyaxên ciwanîkirinê, û yekemîn şêwekariya neqşê û kolanê, û yekmîn sera û peykeran, û yekmîn car maden ji bo xweşik-kirinê hatine bi kar anîn; em evan tiştan hemî, û yekemîn peyman û kevan û qibbeyan li wan welatan dibînin“(6).

Bi rastî jî aferînên sûmeriyan ên şaristanî ne ji xwe berê peyda bûn, belê ewana hilgirên geneyên çand û şaristaniya Gozana bûn, belê gava ew li deştên Mezopotamya cîwar bûn, ew geneyan û nîrên heyama nû hukarî li hev kirin, û ewê hukarî lihevkirinê jî, di warê polîtîkî de, rista dewlet – bajar afirand, ku di sîbera wê ristê de jî ramana sûmerî ya şaristanî geş bû, û bandora şaristaniya Sûmer gîha hemî deverên rojhilata navîn, û hukariya giran da ser sermiyanên gelên vê deverê, kelepûra gelê Misirê yê ku bi reseniya şaristaniya xwe navdar e jî di nav de. Archäologe (zanyarê şûnmaneyan, bermaneyan) yê Îtalî Sabatino Moscatî dibêje: „Şaristaniya Sûmer awayê xwe yekser li ser Welatên Aşûr û Sûriyê û Misirê hêşt“(7).

Rehên me yên şaristanî efsaneyî:
Eger em kelepûra efsaneyî û ayînî ya rojhilata navîn,ji warê realîteyê de, dûrî zîmboliya xerafetê û efsaneyê, şîn (tehlîl) bikin, û bixin hundir pêvajoya wê ya dîrokî û logîkî, emê bibînin teqez dike, ku Kurdistan Landika şaristaniyê ye li roavayê Asiyayê, û bûyera Tofanê jî berztitrîn nîşana vê yekê ye. Vebêjeya Sûmer diyar dike, ku geştiya ziyosodra/Ziusudra (vebêjeya Babil dibêje geştiya Otnapîştim / Utnapishtim) li ser çiyayê Nîsîr peya bû; ev çiya heman çiyayê Pîre Megron e, ku nêzîkî bajarê Silêmaniyê, li herêma başûrê Kurdistanê dikeve, Ziyosodra, li wê deverê hewil da, ku zanibê ka av vekşiya ye yan na; ewî qumriyek ber da, qumrî firî, çû û bi şûn de vegerî, di pey re meqesokek ber da, ew jî firî, çû û bi şûn de vegerî, vê cara sêyem ewî qijikek ber da, qijik firî, çû û dît ku av bi şûn de vekşiya ye, pê re jî ew dagerî, xwarin ji xwe re dît, û venegeriya(8).
Di pirtûka Peymana kevin (beşê pêkhatin, ayet 8) de hatiye, ku geştiya Nûh pêximber li ser çiyayê Ararat, ku Kurd jê re dibêjin (Agirî), cîwar bû. Di pirtûka Qur-anê (sûreya Hûd, ayet 44)de jî hatiyê, ku geştiya Nûh pêximber li ser çîyayê Cûdî cîwar bû ye, ev çiya jî nêzîk Botanê; herêma Kurdistana navend (bakur) dikeve. Gava em çiyayên Nîsîr û Arart (Agirî) û Cûdî ji hêlekê, û erdnigariya şaristaniya Gozana ji hêla din de, bidin ber hev, dê diyar bibe, ku çiyayê Nîsîr li rojhilatê wê, û Ararat li keviya wê ya bakur, û Cûdî li navenda wê de dikevin.
Çîroka Tofanê (lehî) li welatê Sûmer peyda bû, ew jî ji bo lehiyên Dîcleyê û Ferêt hewladana zîmbolî ye, lê belê di guhêza (xeyal) efsaneyî û ayînî de hate mezinkirin. Em ne di warê vekolîna dîrokiya wê de ne, lê ya giring ji bo me ew e, ku ew di dîroka mirovaniyê de, zîmbola qunaxeke nû ye, ku tê de gaveke şaristanî ya gelek pêşketî hate qevaztin, wek çawa vebêjeya belgehên dîrokî li ser peydabûna destpêkên şaristaniyê di erdnîgariya Kurdistanê bi gelemperî û di ya şaristaniya Gozana de bi taybetî, diçespînin.
Û çi dibe jî, bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.
***** *** *****
30. 06. 2017

(1)El-Teberî: Dîroka El-Teberî, 2/39.

(2)Jîn Potro û hinekên din: Eşşerq El-Edna we El-Hedarat El-Mubekkere, rû 32- 34. Cemal Reşîd Ehmed: Zuhor El-Kurd fî Ettarîx,1/ 398 – 408, 414. Fadil Ebdulwahêd, Amir Silêman: Adat we teqalîd Eşşuob Elqedîme, rû 10-11.

(3)Jîms Mîlart: Eqdem El-Hedarat fî Eşşerq El-Edna, rû 157, 161, 163. Wilyam Langer: Mausoѐt tarîx El-Alem, 1/24

(4)

Mihemmed Beyyomî Mehran: Tarîx El-Îraq El-Qedîm, rû 89 – 92. Hesen Muhyîddîn Ess-idî: Fî tarîx Eşşerq El-Adna El-Qedîm; rû 52. Amir Silêman:Muhaderat fî Ettarîx El-Qedîm, rû 72.

(5)Semowêl Kireymer: Mîn Elwah Somer, pêşgotin, rû 40.

(6)William Durant: Qisset El-Hedare, 2/40- 41.

(7)Sabatino Moscatî: El-Hedarat El-Samiyye El-Qdîme, rû 67.

(8)Jîfrî Barinder: El-Mu-iteqedat Eddîniyye leda El-Şuûb, rû 24. Fadil Ebdulwahêd Elî: Mîn Somer îla Ettewrat, rû 210-211. Taha Baqir: Melhemet Gilgamêş, rû 141, 160.


Gotinên miftehî :