1. Tekst

  2. Gotar

  3. İbrahim Güçlü
  4. LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ROLA PIŞTGIRIYA NAVNETEWEYÎ…
LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ROLA PIŞTGIRIYA NAVNETEWEYÎ…,li,başûrê,kurdistanê,rola,piştgiriya,navneteweyî

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ROLA PIŞTGIRIYA NAVNETEWEYÎ…

A+ A-

Sernivîsa min di derbarbarê Başûrê Kurdistanê de ye. Lê nerînên ez dixwazin pêşkêş bikim, ji bona beşên din ên Kurdistanê jî derbas dibin. Lewra heman mijar wan beşan jî eleqeder dike.

Başûrê Kurdistanê, hîç şik tune ye ku di qonaxa serxwebûnê de ye. Lewra ji bona vê yekê di 25ê îlona 2017an de referandûm pêk anî. Di encama referandûmê de kurdistaniyan biryar girtin ku dewleta Kurdistanê ava bibe.

Baş tê zanîn ku her tevgereke rizgarîxwaz û serxwebûnxwaz, xwediyê dînamîka xurt ya hundir e. Ew jî hebûna milet û xwestina milet e. Milet dema ku bindest, kolonî, di bin bandora dewletekê û an jî dewletan de be, rizgarîxwazî û serxwebûnxwazî ji bona wî miletî gelek xwezayî ye.
Lê li cem vê yekê miletek, bi serê xwe, bes bi hêza xwe jî serxwebûn û azadiya xwe nikare qezenç bike. Loma jî hewcedarî bi alîkariya dostan a navneteweyî heye.
Dema ku em li ceribandina dewletavakirina mileta ereb, miletên Afrîkayê binêrin û serxwebûna miletên Rojhelata Dûr binêrin, ev rastiya derdikeve pêşiya me.
Miletê kurd jî miletekî bindest û kolonî ye. Di bin bandora çar dewletên kolonyalîst (Dewleta Tirkîyeyê, Îranê, Iraqê, Suriyeyê) de ye. Kurdistan bûye çar parçe. Loma jî pirsa miletê kurd û Kurdistanê ya stratejîk, serxwebûn û dewlet avakirine.

Miletê kurd her demê bi hêza xwe ya milî û hundir tevgera xwe ya milî ava kiriye, têkoşîna serxwebûna xwe bi hêza xwe meşandiye.
Li cem vê yekê jî, dem dem ji hêzên navneteweyî jî piştgirî girtiye.
Lê li her parçayeke Kurdistanê rewş cuda bûye. Pir caran jî piştî demekê piştgiriya navneteweyî zirar daye tevgera milî ya Kurdistanê.

PÊWENDÎYÊN NAVNETEWEYÎ LI SER BERJEWENDÎYÊN DUALÎ PÊK TÊN…

Li dinyayê pêkve jiyanek heye. Însan, milet, gel, dewlet mecbûr in ku bi hev re jiyaneke mişterek bimeşînin.
Li dinyayê însan bi hev re jiyanê didomînin. Ev jiyan, ji hevdu dûr û nêzik dibe. Dema ez dinya terif dikim, dinya ji mirovên ku berjewendiya wan bi giştî li hev dike, pêk te.
Ji bona ku milet û gel, ji însanan çê dibin, milet û gel jî mecbûr in ku bi hevre wek cîran an jî dûr bi hev re bijîn. Pêwendiya miletan, an jî alikariya miletan bi hev re jî, li ser berjewendîya mişterek pêk tê.
Ev rastiya ji bona dewletan jî derbas dibe. Dewlet, ji bona berjewendiya mişterek bi hev re di nav danûstandin û alîkarî de dibin.
Gelek aşkere ye ku pêwendî û alîkariya mirovan, gelan, miletan, dewletan girêdayî berjewendîya hevbeş dimeşe.
Loma jî tê gotin ku pêwendiyên navneteweyî gorî berjewendîyên dewletan û miletan pêk tê û didomîne.
Miletê kurd jî, li dinyayê, li Rojhilata Navîn di nav pêkve jiyaneke bêedalet û bindest de ye. Miletê kurd dixwaze ku dewleta xwe ava bike. Serxwebûn û azadiya xwe qezenç bike. Loma jî miletê kurd li her beşê û li Başûrê Kurdistanê, gorî berjewendiya xwe: Bi milet û dewletên dinyayê û cîran re danûstandin dike û pêwendiyan çê dike.
Ew Milet û dewletên bi miletê kurd re jî pêwendî çê dikin, ew milet û dewlet jî gorî berjewendiya xwe tînin berçav û hesab dikin.

PIŞTGIRÎYA NAVNETEWEYÎ GIRÎNG E. LÊ DIVÊ BÊ ZANÎN KU HER TIŞTEK NÎNE…

Ji bona ku em bikarin qiymet û giraniya piştgiriya navneteweyî û dewletên herêmê ji bona miletê kurd û tevgera milî ya kurd tespît bikin, divê em li ceribandina tevgera milî ya Başûrê Kurdistanê binêrin û şirove bikin.
Hezar mixabin ji bona ku Kurdistan bûye çar parçe, miletê kurd mecbûr bûye ku li her çar parçeyan di şertên cuda de tevgera milî ya serxwebûnxwaz û rizgarîxwaz bidomîne.
Li Başûrê Kurdistanê demeke dirêj e ku tevgera milî dimeşe. Di vê meşê de gelek dewletan xwestine ku bi tevgera milî re danûstan bikin. Tevgera Milî ya Başûrê Kurdistanê jî bi dewletan re danûsatndin kiriye.

Heger em dîroka tevgera milî ya Başûrê Kurdistanê binêrin, em dibînin ku Dewleta Îranê piştî ku Iraq bûye peyka/hevalbenda Yekîtiya Sovyetan û bi xwe jî hevalbendê Emerîkayê bû, di navbeyna herdu derwletan de nekokî û dijminî hebû. Herdu dewletan ji bona ku hevûdu qels bikin xebat dikirin. Îranê loma jî, ji bona Iraqê qels bike bi serok Mele Mistefa Barzanî û PDKê re ket nav pêwendîyan.
Hîç şik tune bû ku Îran ji bona berjewendiya xwe bi Tevgera Kurdistanê re danûsatandin kir. Tevgera Kurd û Serok Barzanî û PDK jî bi Îranê re danûstandin kir.
Li hemberî vê jî, Iraq jî, ji bona ku Îranê qels bike û zirarê bide Îranê, bi PDKa Îranê re ket nav pêwendiyan. PDKa Îranê jî bona ku li hemberî Îranê şerê milî bidomînê, bi Iraqê re ket nav pêwendîyan. Ev pêwendî jî gelek aşkere bû ku li ser berjewendîya du terefan ava bibû.

Helbet pêwendîya Tevgera Milî ya Başûrê Kurdistanê û Rojhelatê Kurdistanê bi Îran û Iraqê re xwediyê taybetiyekê û xeteriyekê bûn. Van dewletan dixwestin ku di heman demê de zirarê bidin Tevgera Milî ya Kurd li dewletên xwe jî. Loma jî gelek bi rîsk bû.
Pêwendiya Îranê piştî ku Otonomiya Kurdistanê ava bû jî (11ê Adara 1970yî); bi serok Barzanî, desthilatdariya Kurdistanê û PDKa Iraqê re domand.
Lê dema şer di navbera Kurdan û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de di sala 1974an de ji bona Kerkûkê dest pê kir. Demekê vê pêwendiyê domand. Lê piştî ku Iraqê bi axa petrolê Îran bertîl kir, Îranê û Emerîkayê pêwemdiyên xwe bi desthilatdariya Otonomiya Kurdistanê û Serok Melel Mistefa Barzanî re qut kir. Lewra pêwendiya Emerîkayê jî bi wesitaya Îranê bi Kurdistanê re hebû.
Qetandina pêwendiyan bû sedem ku Tevgera Kurdistanê û Serok Mele Mistefa Barzanî, ji bona ku miletê kurd ji qetlîamê xelas bike; Şer da sekinandin.
Dema di sala 1975an de ji nûve tevgera milî li Başûrê Kurdistanê dest pê kir. YNNK bi alîkariya Sûriyeyê ava bû. Lewra Baasa Sûriyeyê bi Baasa Iraqê re dijmin bû.
Sûriyeyê di heman dem de bi PDKê re pêwendî ava kir. Lê Sûriyeyê beriya ku Otonomiya Kurdistanê ava bibe, bi Baasa Iraqê ve êrişa mişterek birin ser Tevgera milî ya Başûrê Kurdistanê. Şerekî dijwar di navbeyna kurdan û herdu dewletan de çêbû.
İranê jî piştî ku tevgera pêşmergeyan xurt bû, dîsa him bi PDKê û him jî bi YNKê re li hemberî Iraqê pêwendî li dar xist.
Bi taybetî jî, piştî sala 1979an ku îslamîstên li Îranê bûn desthilatdar, dijmintîya Îranê bi Iraqê re zêdetir bû. Lewra Iraq him hevalên Yekîtiya Sovyetan bû û him jî li Iraqê sunî desthilatdar bûn.
Kurdan jî ji vê nekokî û dijminîya herdu dewletan îstifade kir; bi Îranê re danûstandin ava kirin.
Piştî şerê Kendavê yê 1emîn, li herêmê guhertineke mezin çê bû. Başûrê Kurdistanê rasterast bi Emerîkayê û bi dewletên Ewrûpayê û bi Dewleta Tirk re pêwendî li dar xist. Ew pêwendî jî li ser berjewendiya hevbeş ava bibû.
Pêwendiya Dewleta Îranê û Tirkan, beriya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ber bi xirabiyê çû. Piştî referandûmê xirabtir bû. Piştî ku Dewleta Iraqê, Îranê û Tirkan bi hev re hêrişî Kerkûkê û beşek herêmên Kurdistanê kir, ev pêwendiya têk çû.
Lewra her çiqas Îran û Tirkiyeyê digotin ku Kurdistanê re em îtifaqkarên stratejîk in, dema ku kurdistaniyan biryara dewleta Kurdistanê dan, berjewendiya wan ya Kurdistanê qediya û dijmintî dest pê kir. Wan dîtin ku dema li Başûrê Kurdistanê dewlet ava bibe, ji bona wan jî dibe mînak û xeterî.
Berîya referandûma serxwebûna Kurdistanê pêwendiyên Emerıkayê, Dewletên Ewrûpayê û Si’ûdî Erebîstanê, Îsraîlê bi Kurdistanê re xurt bûn û pişgrirên Kurdistanê bûn. Piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê pêwendî qels û ze’îf bûn. Heta ew helwesta wan ya qels bû sedem ku Kerkûk ji aliyê dewletên kolonyalîst ve bê îşgal kirin.
Lê piştî ku Îran li Iraqê xurttir bû û li Kerkûkê bû şerîkê petrolê; Emerîkayê û Dewletên Ewropayê dixwazin ku pêwendiyên xwe yên Kurdisstanê xurt bikin.
Serokkomarê Fransayê Macron serokwezîrê Kurdistanê vexwende Fransayê li Qesra xwe Elyessê pê re hevdîtin kir.

Gelek aşkere derdikeve holê ku gorî demê û gorî berjewendiya demê pêwendî ji holê radibin, an qels dibin an jî xurt dibin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) jî dixwaze ku pêwendiyên xwe bi Kurdistanê re xurttir bike. Loma jî Sekreterê giştî ji serokwezîrê Kurdistanê re nameyek şand û piştgirîya xwe ji Kurdistanê re nîşan da. Daxwaz kir ku pirsgirêkên heyî yên di navbeyna Herêma Federe Ya Kurdistanê û Hikûmeta Navendi ya Iraqê de di çarçeweya Makezagona Federal de çareser bibe.
Ev nameya girîng e. Lê têr nake. Lewra hikûmeta Navendî ya Iraqê dixwaze ku sîstema federal ji holê rake û Kurdistanê bike ereb.
Li hemberî ev xwînxawrî û texrîbata Hikûmeta Navendi wezîfeyek derdikeve pêşiya NYê ku divê ji bona pêşiya van xerabiyan bigire, li Konseya Ewlewîyê biryar bigire. Zor bide hikûmetê.
Sekreterê Giştî yê NYê Antonio Guterres di nameya xwe de dibêje ku: “Divê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi awayekî aştiyane û bi rêya danûstadinên siyasî li ser bingeha destûra Iraqê bên çareser kirin. Ez dê lê bixebitim ku her du alî ji bona afrandina atmosferekî minasib ku tê de danûstandinên rasteqîne encam bidin gavên pêwîst bavêjin.”
Emerîka, di îşgala Kerkûkê de ji dewletên kolonyalîst re bû hevkar jî, lê nuha dixwaze ku pirsgirêk çareser bibin. Ji kurdan re bibe alîkar.

Balyozê Emerîkayê yê li Iraqê bi serokwezîrê Kurdistanê re civîn pêk anî. (04. 01. 2018). Nûçeyas Kurdistan 24 di derbarê vê civînê de ew e:

“Di civîna di navbera Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Doglas Silêman balyozê Amerîkayê li Iraqê, roja pêncşemê 04.01.2018ê li bajarê Hewlêrê, bi pêwîstî hat zanîn ew aramiya piştî aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê dirust bûye, ew aramî zêdetir bê pêşxistin û bê parastin heta ku ji bona destpêkirina danûstandinên cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de atmosfereke baş çê bibe û hemû pirsgirêk li ser bingeha destûra Iraqê çareser bikin.
Di civînê de ku Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şandeya diplomasiya bi balyozê Amerîkayê re amade bûn, behsa wan gavan hat kirin yên ku heta niha ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatine avêtin û pêkanîna komîteyekê ji aliyê Herêma Kurdistanê bi armanca hûrbîniyê di lîstên mûçegirên Herêma Kurdistanê de serdana Bexdayê bike.
Behsa şayîsteyên darayî yên Herêma Kurdistanê di budceya giştiya Iraqê a sala 2018ê de hat kirin û her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku ji bona destpêkirina diyalogê û çareserkirina pirsgirêkan zêdetir gav bên avêtin.
Çend mijarên girêdayî bi rewşa herêmî bi giştî û rewşa Herêma Kurdistanê bi taybetî, hilbijartin û xebat û pilana hikûmeta Kurdistanê ya çaksaziyên di warên cuda de di civînê de hatin nirxandin”

Hemû qewimandin derdixin holê ku piştgiriya navneteweyî, xwediyê sînorekê ye. Her dem jî dikare bê guhertin.
Loma divê li Başûrê Kurdistanê li hundirê welêt kar û xebat bên sererast kirin.

Ji bona serrastkirinê:
*Divê bi lezûbez beriya Iraqê li Kurdistanê hilbijartina giştî pêk bê. Meclîseke û hikûmeteke xurt bê ava kirin. Heger piştî Iraqê hilbijartin bê li dar xistin, gelek xeterî dê bên rojevê.
*Divê yekîtiya hêza leşkerî û pêşmergeyan ava bibe.
*Budceyeke hevbeş ava bibe.
*Grûba Xiyanetê bê darizandin, bê siza kirin û tasfiye kirin.
*Ji bona ku referandûma Kerkûkê bê li dar xistin bi lez bê tevgerandin.
*Divê pêşiya erebkirina Kurdistanê bê girtin.

Amed, 19. 01. 2018