1. Tekst

  2. Gotar

  3. İbrahim Güçlü
  4. Li Iraqê/Li Tirkiyeyê Du Hilbijartinên Giştî Û Kurd…
Li Iraqê/Li Tirkiyeyê Du Hilbijartinên Giştî Û Kurd…,li,iraqê,li,tirkiyeyê,du,hilbijartinên,giştî,û,kurd

Li Iraqê/Li Tirkiyeyê Du Hilbijartinên Giştî Û Kurd…

A+ A-

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Li Iraqê hibijartina giştî tê lidar xistin. li Tirkiyeyê hilbijartina giştî û serokkomar tê li darxistin.
Li Iraqê hilbijartin di Gulanê de ye; li Tirkiyeyê di 24ê Hezîrana 2018an de ye.
Li herdu dewletan jî hilbijartin rasterast neteweya kurd, kurdperweran eleqeder dike. Lewra parçekî Kurdistanê li Iraqê ye û parçekî Kurdistanê jî li Tirkiyeyê ye. Kurdistan, li Iraqê federe ye û lê li Tirkiyeyê kolonî ye. Neteweya kurd li Tirkiyeyê ji hemû mafên xwe yên milî bê par e.
Loma jî li Iraqê û li Tirkiyeyê hilbijartin ji bona neteweya kurd û Kurdistaniyan tê wateyek din.
Hilbijartin gor du sîstemên cuda tên li dar xistin. Li Iraqê neteweya kurd û kurdistanî xwediyê desthilatdarî û temsîlê ne. Loma jî li ser navê xwe û ji bona desthilatdariya xwe ya giştî beşdarî hilbijartinê dibin. Li Tirkiyeyê neteweya kurd û kurdistanî, desthilatdar nînin. Loma jî li Tirkiyeyê ji bona kurdan hilbijartin ji bona desthilatdarî nîne û tenê ji bona ku mafên milî qezenç bikin û ji bona desthilatdarî bê qezenç kirin di hildijatinê de cî digrin, an jî divê cî bigrin.
Hilbijartin kêmtir in 35 mîlyon kurd eleqeder dike. Loma jî kurd nikarin ku ji vê rastiyê birevin. Li hemberî hilbijartinan bê deng û bê eleqe bimînin.

LI IRAQÊ KURD Û KURDISTANÎ LI SER NAVÊ XWE Û DESTHİLATDARIYA XWE Û PARTIYÊN XWE DIKEVIN HILBIJARTINÊ...

Li Iraqê di 12ê Gulana 2018an de hilbijartinên giştî ji bona parlementoya federal ya Iraqê tên li darxistin. Di hilbijartina giştî de, 329 parlamenter divê bên hilbijartin. Ji wan parlamenteran 46 parlamenter jî yên Herêma Federe ya Kurdistanê ne.

Li Kurdistanê 18 parlamenter li Silêmaniyê û li Helebçeyê ne. 16 parlamenter li Hewlêrê ne. Li Dihokê jî 12 parlamenter dê bên hilbijartin.

Hezar mixabin kurd li Kerkûkê û li Musilê li ser navê Herêma Federa ya Kurdistanê beşdarî hilbijartinê nabin. Lê partriyên kurdan li Kerkûk û Mûsilê jî namzetên xwe yên parlamenterî ji van bajaran diyar dikin.

Li Kerkûk û li Mûsilê ji bona herêma federe ne, lê wek kurd parlamenterên xwe dikarin bişînin parlamentoyê. Ew parlamenteran her çiqas di nav grûba Parlamenterên Herêma Federe ya Kurdistanê de jî cî negrin, xebata parlamentoyê û qanûnçêkirinê de dikarin ji Grûba Parlamenter ya Herêma Kurdistanê re bibin alîkar û piştgir. Dengên xwe ji bona wan bilind bikin û bi kar bînin.

Li Herêma Kurdistanê 25 lîste beşdarî hilbijartinê dibin. Di 25 lîsteyan de jî 503 namzet ji bona bên hilbijartin beşdarî hilbijartinê dibin.

Ji bo salvegera komkujiya Kurdan a Enfalê, pêvajoya propaganda hilbijartinan li Kurdistanê 24 rojan ji Iraqê derengtir dest pê kir.

Di vê hilbijartinê de bûyera balkêş ew e ku partiyek Ereb cara yêkemîn e ku li Silêmaniyê beşdarî hilbijartinê dibe.


LI HERÊMA FEDERE YA KURDISTANê PARTİYÊN BEŞDARÎ HILBIJARTINÊ DIBIN…


*Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK),

*Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK),

*Partiya Sosyalîst û Demokratên Kurdistanê,

*Partiya Yekgirtî ya Îslamî û Tevgera Îslamî,
*Tevgera Goran,

*Komelaya Îslamî,

*Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî,

*Nifşên Nû

Partiyên beşdarî hilbijartinê dibin bi piranî, partî û rêxistinên kevn û yên tên naskirin. Lê tenê di hilbijartinê de du partî: “Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî” (Partiya Berhem Saleh û Hevalên wî) û Partiyên “Nifşên Nû”, nû beşdarî hilbijartinê dibin.

Gelek aşkere ye ku li Iraqê kurd û kurdistanî li ser navê xwe û partiyên xwe beşdarî hilbijartinê dibin. Lê li Başûrê Kurdistanê tevliheviyek heye. Her çiqas PDKê daxwaz kir ku hemû partiyên Kurdistanê bi lîsteyekê beşdarî hilbijartinên bibin jî, nehat pejirandin.

Ew rewşa nakokiya beriya referandûma serxwebûna kurdistanê û piştî îşgala Kerkûkê ji bona ku dom dike, beşek partiyên Kurdistanê nêzikî rejîma navendî û Iranê ne, ev pêşniyara PDKê pêk neanîn.

Diyar e ku PDK, ji hemû partiyan zêdetir organîzekirî û ji bona hişlbijartinê amade ye. PDK dê zêdetir jî parlamenteran hilbijêre.

Hilbijartina giştî ya Iraqê ji bona kurdan gelek girîng e. Loma divê gelek parlameteran hilbijêrin û di parlamentoyê de bi hev re tev bigerin. Lewra stabilîze kirina sîstema federal, avakirina rejîma demokrasî, di pêşerojan de dewletbûna Kurdistanê di rojevê de be.

Ew ji bona tetbîqkirina makezagona federal jî pêwîst e.


LI TIRKIYEYê HILBIJARTINA PÊŞWEXT Û JI BONA KURDAN QASÎ HİLBİJARTİNA IRAQÊ NE GIRÎNG E...


Li Tirkiyeyê jî demekî dirêj e ku ji hilbijartina pêşwext tê qal kirin. Partiya hikûmetê û serokkomar her demê li dijî vê nerînê derketin. Gotin ku “hilbijartinên herêmî, hilbijartina parlamentoyê û hilbijartina serokkomar dê di wexta xwe de çê bibin. Ceribandina Partiya Hikûmetê jî ev diyar dikir. Loma jî li ba gelê me qenaetek çêbû ku dê hilbijaritinên di wextê de çê bibin.

Lê ji aliyê din de piştî referandûma makezagonê çêbû û biryar hat girtin ku sîstema serokkomarî ava bibe, partiya serokkomar (Partiya AKPê) wek dê di nêzik de bikeve hilbijartinê xebeteke xurt meşand. Vê yekê jî şikekî dixist nav siyasetê ku her dem dê biryara hilbijartinan pêşwext bê girtin.

Di encamê de piştî ku Serokê MHPê Dewlet Bahçelî diyar kir ku hilbijartina pêşwext çê bibe, partiya hikûmetê jî ji vê daxwazê re “erê” got. Lewra tê zanîn ku di navbeyna MHP û AK Partriyê de “Tîfaqa Cumhûr” heye.

Loma gelek bir rihetî biryara hevbeş çêbû. Biryar hat girin ku hilbijartina pêşwext di 24ê Hezîranê de çê bibe: Pêşniyara serokê MHPê 26ê Tebaxê bû.

Ji bona hilbijartina pêşwext sedemên hatin nîşan dan jî, sedemên di nava du partiyuan de li hevkirî bûn. Ew sedem jî:

1-Mûxalefetê her dem ji hilbijartina pêşwext qal dikir. Ji bona ku spekulasyona hilbijartina pêşwext zerarê nede aboriya Tirkiyeyê. 2-Ji bona ku sîstema nû ya serokkomarî bikeve jiyanê û pirsgirêkên di vê mijarê de di holê de ne, ji holê rabin. 3-Xeteriyên ewlekarî yên “welêt” ji holê rabe. 4-Li hemberî Tirkiyeyê êrişeke navneteweyî heye ji bona ku bi xurtî pêşiya vê êrişê bê girtin, biryara hilbijartina pêşwext hate girtin.”

Dema ku ev biryara hat girtin derket holê ku mûxalefet ji bona hilbijartinê amade nînin. Mûxalefetê hîn namzetê xwe yê serokkomarî jî tespît nekiriye. Di nav bêçareyekê de ne. Dixwazin ku dîsa kesekî mûhafazakar û kevneserokkomarê Tirkiyeyê û damezrênerê Partiya AKPê û kevnehevalê serokkomar R.T. Erdoıgan bikin namzetê hevbeş.

Heger mûxalefet exlaqî tevbigere divê Abdûllah Gûl nekin namzetê serokkomarî. Mûxalefet heger îdia dike ku li Tirkiyeyê rewş xerab e, Abdûllah Gûl jî ji vê rewşê berpirsiyar e.

Di vê qonaxê de enî û tîfaqa xûrt, tîfaqa MHP û Partiya AKPê diyar dibe. Partiya BBP jî dê beşidarî vê tîfaqê bibe. Ev jî aşkere bû.

Mûxalefet, dixwaze tîfaqekê çêke. Ew partiyên ku CHPê re tîfaqê çêkin, gelek qels in. Partiya Akşenerê nû ava bûye. Partiya Saadetê xwediyê sedî yek deng e. Demokrat Parti xwediyê hîç giraniyeke siyasî jî nîne. HDPê re jî tîfaq çê nakin. “Partiya Baş” li dij e. Ditirsê bi HDPê re tîfaq bike. Wê demê her tiştekî xwe wenda dike.

Partiyên Kurdistanê, xwediyê maf nîn in ku beşdarî hilbijartinê bibin. Lewra tu partiyeke Kurdistanê ya gorî Qanûna Partiyên siyasî li 41 bajaran rêxistinên xwe avakirî tune ye.

Ji aliyê din de partiyên kurdan nikarin li ser navê kurdan di parlamentoyê de jî temsîlkar bin. Sîstema kolonyalîst û dagirker li pêşiya temsîla kurdan asteng e. Kurd, bi tu awayî desthilatdar jî nîn in.

Li Iraqê dewlet federal e, yanî dewleta kurdan û ereban û hemû kêmneteweyan e. Parlamento ya hemû neteweyan e.

Li Tirkiyeyê, dewlet, parlamento, hikûmet û hemû dezgeh yên neteweya tirk in.

Loma jî hilbijartinên li Tirkiyeyê ji bona kurdan ji hilbijartina Iraqê cudatir û xwediyê taybetiyekê ne.

Partiyên Kurdistanê tenê dikarin platforma hilbijartinê ji bona têkoşîna milî û ji bona daxwaza mafên milî û desthilatdarî û serwerî qezençkirinê bi kar bînin; bikin wesîteya propagandaya milî. Hezar mixabin partiyên Kurdistanê jo bona vê jî, amade xuya nakin.

Amed, 27. 04. 2018