1. Tekst

  2. #KURDÎ

  3. Ahmed Kanî
  4. Medyaya Kurdî li Bakurê Kurdistanê
Medyaya Kurdî li Bakurê Kurdistanê,medyaya,kurdî,li,bakurê,kurdistanê

Medyaya Kurdî li Bakurê Kurdistanê

A+ A-

Ji Destpêkê heta salên 1980yan

Dema em li kurtedîroka Medyaya Kurdî dinêrin, dibînin ku rojnamegerîya kurdî bi Rojnameya Kurdistanê (1898-1902), li derveyê welat dest pê kiriye. Rojnameya Kurdistanê, di navbera hefteyek da ji alîyê Hemîdê duyem ve hat qedexekirin. (Malmîsanij, 2011:121) Dewleta Osmanî piştî qedexekirinê jî ranewestîya, zordestî li ser Mîqdad (1858-1915) û Evdirrehman (1868-1936) Bedirxan domand. (Kanî, 2019:26) Ji ber vê rewşê Rojnameya Kurdistanê ji Qahîreyê diçe Cenevê, ji wirê diçe Londonê û Folkstonê. (Aktaş, 2013:28) Bozarslan ji ber vê rewşê Rojnameya Kurdistanê wek “Rojnameya Gerok” bi nav dike. (Bozarslan, 1991:11)

Rojnameya duyem a bi navê Umîd, di 15 Gelawêja 1900î da ji alîyê Mihemed Salih Bedirxan (1874-1915) ve li Misrê dest bi weşanê kiriye. (Veroj, 2021:21) Taybetmendîya vê rojnameya ew e ku logoya Masonan wek sembol hilbijartîye. Zimanê rojnameyê tirkîya osmanî ye.

Piştî 1902yan ku Rojnameya Kurdistanê navber da weşanê bi qasî şeş salan rojnameyên kurdî dernakevin. Di 1908an da li Stenbolê vê carê Sureyya Besirxan dîsa Rojnameya Kurdistanê derdixe. Ev agahî di rojnameya Kurdistanê ya ku Sureyya Bedirxan sala 1917an li Qahîreyê derxistîye da, heye.[1] Lê mixabin ev rojname jî ya ku 1908an da dest bi weşanê kir, di sala 1909anda ji alîyê desthilata Îttîhad û Teaqqîyê ve hatîye girtin. (Malmîsanij, 1989:43)

Dîsa di sala 1908an da li Stenbolê du rojnameyên ku navê wan bi tirkîya Osmanî ye, 1-Şark ve Kürdistan (Rojhilat û Kurdistan), 2-Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi (Rojnama Alîkarî û Pêşketina Kurd) derdikevin. (Malmîsanij, 1989:24-33) Nivîsên di Rojnama Alîkarî û Pêşketina Kurd da bi kurmancîya Bakur û Başûr bûn. Ew wek organê Cemîyeta Alîkarî û Pêşketina Kurd bû. Xwedîyê wê Pîremêrdî Silêmanî bû. Sernivîskar jî Ehmed Cemîlê Dîyarbekirî bû.

 

Di sala 1909an da kovara Amid-i Sevda derdikeve. Xwedîyê wê Mehmed Şukrîyê Dîyarbekirî bû.[2] Di jimara 13. a rojnameya Kurdistanê da nameyeka pir dirêj ku ji Dîyarbekirê hatîye cih digire. Kesê name şandîye xwe bi tîpên Ş. M.yê daye nasîn, dibe ku ew kes Şukrîyê Dîyarbekirî be. (Kanî, 2019:62)

Li Stenbolê sala 1913an kovareka bi navê Rojî Kurd derdikeve. Zimanê kovarê zaravên Kurmancî û Soranî ye. Xwedî îmtîyaz û mudirê mesul: Evdilkerîmê Silêmanîyê ye. Sê hejmarên vê kovarê ji alîyê Cemal Xeznedar ve li Bexdayê hatine çapkirin. Li bakurê Kurdistanê çar hejmarên wê ji alîyê Weşanxaneya Warê ve û ji alîyê Koma Xebatên Kurdolojîyê ve binavê “Di Sedsalîya wê de Rojî Kurd (1913)” analîzeka berfireh (nêzîkî 450 rûpel) di nava Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê da derket.

Piştî ku hikûmetê weşana Rojî Kurd rawestand Hetawî Kurd sala 1913an dest bi weşanê kiriye. Ev kovar ji alîyê komela Hêvî ve dihat derxistin. Heta sala 1914an ku Şerê yekem ê Cîhanî dest pê kiriye, weşana xwe domandîye.

Di sala 1913an da bi navê “Yekbûn” kovarek ji alîyê komela Hêvî ve hatîye derxistin. Ev kovar jî ji ber Şerê 1. ê Cîhanî zêde nedomîyaye.

Kovara Jîn di payîza sala 1918an da li Stenbolê dest bi weşanê kiriye. Ew organa Komela Pêşketina Kurdistanê bûye. (Malmîsanij, 1989:65) Kovar li ser hev 25 hejmar derketîye. Ji yekê heta 20î serkar û berpirsîyarê kovarê Hemzeyê Muksî ye. Pênc hejmarên dawîn jî Memduh Selîm berpirsîyar e. Di hinek çavkanîyan da xuyaye ku jimara 36. a rojnameya Jînê di sala 1920î da derketîye. Berpirsîyarê rojnameyê jî Memduh Selîm e. Pirseka wiha heye: Gelo rojnama Jîn berdewama kovara Jînê ye? (Malmîsanij, 1989:82) Li ser kovara Jînê xebateka berfireha pênc bergî ji alîyê M. Emîn Bozarslan ve di salên 1980yan da hatîye kirin û li Uppsala Swêdê çap bûye.

Di sala 1919an da Kovara Kurdistanê li Stenbolê dest bi weşanê dike. Sernivîskarê kovarê M. Şefîqê Arwasî ye. Xwedî û berpirsiyarê wê Mihemed Mîhrî ye. Heta 1920î berdewam bûye.

Piştê ku dewleta tirkan di sala 1923yan (Îrfan-Siwêreg 1923) da tê avakirin, êdî dengê rojnameyên kurdî bi temamî tê birin. Kurd û medyaya kurdî (1925-1930-1938) bi jenosaydê ra rû bir û dimînin. Di berxwedana kurdan a li Agirîyê (1929-1930) bi navê Agrî rojnameya şoreşê derdikeve. (Malmîsanij, 1989:95)

Di salên 1940-1950yî da hin broşurên xwendekarên kurd derdikevin. (Dicle Kaynağı-İstanbul 1948, Şark Macmuası İstanbul 1950, Xwedîyê van her duyan Musa Anter (Şeyhmus Elmas) e. Şarkin Sesi İsatnbul 1950, Demokrat Doğu 1950, Ağrı Ankara 1953, Henek Ankara 1955, Cudi 1956, Dersim Ankara 1957, Ceride-i Dersim İstanbul 1957, Miya Farqîn, Bariş Dunyasi)

Di sala 1958an da Îlerî Yurt, li Diyarbekirê dertê. Xwedîyê wê Abdurrahman Efhem Dolak e. Berpirsiyarê nivîsan Canip Yildirim e. Silvan Sesi jî li Silîva di sala 1962yan da derdikeve. Xwedîyê wê Îsa Şans e.

Parêzerê Dêrikî Edip Karahan, di sala 1962yan da, li Stenbolê rojnameyek bi navê Dicle-Firat derdixe. Ji dema ku dewleta tirk hatîye avakirin heta salên şêstî rojnameya herî kurdî û xwedîyê zede nivîskarên kurd ev rojnameye. Di sala 1963yan da gelek kesên têkildarê vê rojnameyê ji ber kurdîtîya wan têne girtinê, rojname jî piştî 8 hejmaran tê girtin.

Dîsa kovarek bi navê Keko li Ankarayê di sala 1963yê da ji alîyê xwendekarên kurd ve tê derxintin. Kovara Deng li Stenbolê di sala 1963yan da dertê. Xwedîyê wê xwedîyê wê Ergun Koyuncu ye, berpirsiyar jî Yaşar Kaya ye. Sala 1963yan li Stenbolê Roja Newe dertê. Ev rojname bes yek jimar der tê. Xwedîyê wê Dogan Kiliç Sihhananli ye, berpirsîyar jî Xelîl Kiliç e. Dîsa di sala 1963yan da Zîya Şerefxanoglu broşurek bi navê Rêya Rast derdixe. Xwendekarên Siwêregî di sala 1965 da, li Ankarayê kovarek bi navê Kormişkan derdixin. Dîsa sala 1965 Kemal Burkay kovarek bi navê Çira li Xarpêtê (Elezîz) derdixe. Kovarek bi navê Yeni Akiş ji alîyê M. Ali Aslan ve sala 1966 li Ankarayê tê derxistin. Dengê Taze heye ku dibe îlaweya Yeni Akiş be. Kovara Hevar (Hawar) di sala 1966an da ji alîyê Wesî Zeydanlî ve tê derxistin. Li Ankarayê di sala 1967an da, kovarek bi navê Uyaniş (Şîyarbûn) ji alîyê Ali Kalan ve tê derxistin. Li Ankarayê di sala 1967an da, kovarek bi navê Çikiş (Derketin) Cemal Saygili derdixe.

Ev çend navên li jêrê di navbera salên 60î û 70yî da derketine. Dîyarbekir Kultur, SiwêrekSesî, Hinisli Sesler, Karakoçan, Mardîn Sesî, Ezîlenler, Dogu, Dengê Siwêrek, Mezra Botan, Bismil, Gumgum, Adiyaman, DDKO Haber Bulteni, Bazalt Kent(Amed), Dogu Notlari…

Piştî 1975an ku girtîyên sîyasî yên kurd bi efîya giştî ya 1974an ji zindana derketin, êdî kovarên sîyasî dest bi weşanê kirin. Sala 1975an kovar Ozgurluk Yolu (Rêya Azad) dest bi weşanê kir. Ew ji alîyê PSKê (Partîya Sosyalist a Kurdistan) ve dihat bi rêvebirin. Kovara Heval jî heman sal derket. Kovara Xebat ji bo Azadî di sala 1976an da derket, têkildarê bi PDKê ra ye. Di Newroza sala 1976an da, kovara Rizgarîyê ji alîyê komeleyên DDKOyên Ankara û Stenbolê ve hat derxistin. Xwedîyê wê Rûşen Arslan, berpirsiyar jî Mehmed UZUN bû. Piştî du salan lijneya weşanê bû du beş, hinekan bi navê Ala Rizgarî kovareka Nû sala 1979 derxistin. Koma din jî bi navê PRK (Partîya Rizgarîya Kurdistan) partîyek avakirin. Her wisa Pêşeng-1977, Roja Welat-77, Xebat ji bo Rizgarîya Kurdistan-78, Kawa-78, Dengê Kawa-79, Şoreş-79, Jîna Nû-79, Ozgurluk-Îzmîr-79, Tekoşîn-Dîlok-79, Tîrêj-Îzmîr-79

12ê Îlona 1980yî kudetaya leşkerî dest danî ser azadîya gel û hemû kurdên sîyasî deste ser kir. Ez bi xwe jî ew dem wek berpisîyarê weşanxaneya Komal û kovarên Rizgarî û Ala Rizgarî hatim zîndanî kirin. Li ser zemîn, qatî û çar dîwarên zînadana leşkerî bi zimanê tirkî “Türkçe konuş, çok konuş/Bi tirkî biaxive, zor-pir biaxive.” hatibû nivîsîn. Yanî dîsa li Bakurê Kurdistanê dengê medyaya kurdî hate birin. Êdî medyaya kurdî bi piranî veşarî bû an li derveyê welat (Ewropayê…) dihat birêvebirin.  Wek mînak li Stockholmê Mehmed Uzun û hevalên xwe Rizgarîya Kurdista derdixist. Kurdistan Press ji alîyê Orhan Kotan û hevalên wî ve dihat derxistin. Kovara Hêvî li Paris, dihat derxistin. Armanc li Almanyayê dihat derxistin.

 

 

 

                                            Çavkanî

Aktaş, Dr. Murat-Mehmet Yonat, Dîroka Çapemenîya Kurdî Dema Osmanîyan, Stenbol 2013

Bozarslan, M. Emin, Kurdistan Rojnama Kurdî ya Pêşîn/İlk Kürd Gazetesi (1898-1902), Weşanên Deng, Uppsala 1991

Kanî, Ahmed, Analîzek li ser Rojnameya Kurdistanê (1898-1902), Weşanên Apec Stockholm 1919

Malmîsanij, İlk Kürtçe Gazetesi Kurdistan’ı Yayımlayan Abdurrahman Bedirhan (1868-1936), Weşanên Vate, Çapa 2. Stenbol 2011

Malmîsanij û Mahmûd Lewendî, Li Kurdistana Bakur û Tirkîyê Rojnamegerîya Kurdî (1908-1981), Weşanên Jîna Nû, Uppsala 1989

Veroj, Seîd, Rojnamegerî û Kovargerîya Kurd (1898-1932), Weşanên Dara, Amed 2021



[1] Çirîkey Kurdistan, London, no: 3 (Teşrînî duwem, 1980), r. 60

[2] Li gorî hin çavkanîyan, navê xwedîyê kovara Amid-i Sevda, Şukrî Amedî ye û wî di 1908an da li Diyarbekirê bi navê Amid rojnameyek derxistîye (binere: Oral, Fuad Sureyya; Türk Basın Tarihi, kitap II, Ankara, 1968 r. 267)