1. Tekst

  2. Gotar

  3. Cemal Bulut
  4. Mesela Êzdîyan gerek neyê temartin
Mesela Êzdîyan gerek neyê temartin,mesela,êzdîyan,gerek,neyê,temartin

Mesela Êzdîyan gerek neyê temartin

A+ A-

Babet û mijar ne şexsin, an jî derûdoreke civaka me bi serê xwe ye. Mesele hinek beşên civaka ku em lê dijîn, ango civaka kurd, Êzdîyan hîn jî weke kafir, bêol, xwedênenas dibînin.

“Gund û warên Êzdîyan dagir dikin, malê Êzdîyan dixwun, qîz û bûkên wan direvînin, wan dikûjin, milk û ax û ava wan zeft dikin, bi darê zorê ji wan distînin”

Ez ji Şênîyê civaka me ku em tê da dijîn xeberdidim. Di camî û mizgevtê welatê me da fetwa û fermana di derheqa Êzdîyan da didin.

Ev kesên di zikê vê civakê da gund û warên Êzdîyan dagir dikin, malê Êzdîyan dixwun, qîz û bûkên wan direvînin, wan dikûjin, milk û ax û ava wan zeft dikin, bi darê zorê ji wan distînin.
Û ev helwesta çewt, xirab û nebaş di nava civakê da, li gelek cîhan, di mejuyên mirovan da jî wisa cebirîye.

Hewceyî gotinêye ku pêywîst e em li ser van meseleyan û pirsgirêkan, yên di nava civaka xwe da xeberbidin. Niştirê û derzîyê li birînê xînin. Ew nêm û edava nava birînê bila birrije.
Kesek ji me, ango Êzdî, ne dijmin û neyarê civaka xwe ye. Hima camêr, an jî hermeteke Êzdî ku dîtinên xwe bîne ziman, wan dîtinan ne fetisînin. Xwe têxine cîhên wan. Ji bona hûn wan baş Bila di platformên azad da nivîskar, rewşenbîr, xemxwer û rusipîyê Êzdîyan dîtinên xwe karibin serbest û bêtirs bêjin û bînine ziman. Erk û wezîfa we jî ew e ku hûn bi wan re piştgîrî bikin.

Ji tiştên Êzdî tînine ziman re çav û guhên xwe negrin. Netirsin ji rastîya! Rewşenbîr bila ji rastîya netirsin. Kurd 60-70 milyonin, lê belê Êzdî kulmek însanin. Li ser wê axê wan qelandine. Nexasim jî, ku bi destê birayê bêbext hatiye kuştin, wan diêşîne.
Li ser dîtin û sekna rewşenbîrên Êzdîyan vekirî û bi cir'et helwest bistînin.
“Mesele hinek beşên civaka, ku em lê dijîn, ango civaka kurd, Êzdîyan hîn jî weke kafir, bêol, xwedênenas dibînin”

Hêvîdarim, ku ev nêrîn, di çarçova azadgotina fikr û raman de bê dîtin û li gorî pîvanên hişmendîya kurdewarî di derheqa Êzdîyan de, weke pîvaneke hemdem bê pejirandin.
Ji ber, ku ev platformên me pêywîste derfet bidin, ku em weke merivên hemdem û sivîl bihevûdin re têkilîyan deynin û mesele û babetên nava civaka xwe azad gengeşî bikin.
Mesela Êzdîyan gerek neyê temartin!

Cemal Bulut
14.01.2021