Moskow -I-,moskow,i

Moskow -I-

Ji mêj va yek ji armancên min bû, ez herim vê bajarê mîna paltoyê bêbinî yê Gogolî bibînim. Bajarê paytexta Rûsyayê ku ji welatekî bêhtir parzemînek e. Welatê xwedîyê rêya herî dirêj a Transsîbîryayê.

A+ A-

Paytexta Rûsyaya ku sere wê li cemsera bakûr, lingên wê xwê digihînin heta qontara çîyayên Hîmalayayê. Milekî wê li deryaya bakûr ê din heta Pasîfîkê dirêj dibe.

Li qeraxê çemê Moskowê di 1147 an da ava bûye. Navê xwe ji vî çemê hildide.

Netenê ser, ling û mil, hukum û bandora wê jî car bi hêz, car lawaz, xwe li her deverê cîhanê nîşan dide. Moskowa ku ji Petroyê mezin vir da paytexta împaratorîya Rûsyayê ye. Moskowa ku ji împaratorîya çarîtî, hata ya komunîstîyê û ji wir heta îro heftê du milletan car bi eyarên zirav, car bi çakûça hesinî di bin hukumê xwe yê rengegewr ê sar da îdare kirîye.

Piştê îflaskirina împaratorîya komunîst, hin welat jê qetîya bin, çend per û bask jê weşîya bin jî, ji kurayî û mezinayîya xwe zêde tiştek winda nekirîye. Mîna sermayîya Sîbîryayê hişk û saxlem maye ev parzemîna Rusyayê..
Ji bilî yên rûsî, ez ê behsa navên kesan nekim, di vê gera xwe da.
heyecaneke xweş

Du dostên min ên ezîz, min ew 25 sal in, nedîtibûn, rojekî ji min ra têlefonê kirin.
“Kekê, bi helkeftina başdarîya fuarê, em ê werin Moskowê, tu jî were em hev li wir bibînin. Em dizanin, tu bi rik î, nayê welêt, qenebe were em hesreta salan li wir bipişêvin.”
Pêşnîyaz li min guncivî, min got baş e. “Ez ê werim.”

Çiqas herim welatekî xerîb, dîtina cîyên nû, zanînên min ên di derheqê dîrok û kultura wan walatan da, ku ez ê bi çavên xwe bibînim, heyecaneke bi qasê wan welatan, xerîb û xweş bi min digire.

Di ser da dîtina wan her du dostan, ku yek ji wan can û cegerê min e, heyecana min, li jortirîn radeyê xist. Şabûneke germ dilê min ê beyhûde yê bîyan guvaşt.
Ji bo vîzeyê hema çûm konsolosxaneya Rusya ya Berlînê. Çi ewraq pêwist bûn min da wan û di nava hefteyekê da vîzeyê wergirt.
Bi wê lezê min bilêta balafirê ji bo 17 îlonê ya ber bi Moskowê kirî.

Ji xeynê “spasîva” gotineke rusî nizanim. Ji alfabeya kirîlî tîpekê nenasim. Û di serda ew Moskowa kûr û sar, min dixe nava wesweseyan jî..
Qenebe yek heba li wê derê min ji balafirê hilda heta otêla ku min dê her du dostên xwe li wir bidîta, bibira; yê wesweseyên min hinek siviktir, heyecana min nizimtir biba.
Birastî min dixwest cimeta Kurdên Moskowê jî nas bikira, bêcudayî komeleyên wan, jîyana wan a wê derê bidîta, kêfxweş bûma.
Bi van niyetan, min ji du dostên hêja, yek li Stokolmê, ê din li Berlînê ye ra têlefon vekir.
“Qurban, ez ê yekem car herim Moskowê, hinek bitirs û weswese me. Gelo we nasek li wir heye, min pêşwazî bike?”
Camêran gotin baş e. Her duyan jî vê daxwaza min hewaleyê mala cembelî kiribûn. Ji wê malê, mala wan ava yek ji wan gotibû, “karê me heye em nikarin eleqeder bin! Ê din jixwe qet bersîv nedabû.

Helbet meriv hewaleyê mala Cembelî be, dibe cembelîk..

Oleg cembelîkan dihelîne
74 balafirgehên Rûsyayê û sê balafirgehên Moskowê hene. Ez dê li balafirgeha Domodedowoyê ji balafirê peya bim. Ji şansê min ra Ev balafirgeh 45 km. dûrê bajêr e. Balafira me dê saet di 02yê şevê da li Domodedowoyê dayîne.

Di wê saetê da ne trên û ne jî otobos hene ji bo çûyîna navenda bajêr. Divê ez saet heta 05an li balafirgehê rawestim, heta ku trên û otobos dest bi seferê bikin. Ev rawestîn qet li hesabê min nayê.

Balafira me li balafirgeha Tegel a Berlînê amadeyîyên dawîyê dike, ji bo firînê.
Li kêleka min merivekî li dorî 45 salî, lingekî wî bi bandajê pêçayî, di desta da kopal rûniştî ye. Rus e, ji miletekî din ê wê parzemînê ye, tê dernaxim.
Çêtir e, em hev binasin. Belkî ew ji bo çûyîna nav bajêr li Moskowê ji min ra bibe alîkar. Ez xwe pê didim nasîn, ew jî xwe bi min. Em bi almanî dipeyîvin:
Navê wî Oleg e. Şanoger û derhêner e. Li kulûb-şanoya Wintergarten a Berlînê dixebite, ku bibe yekî navdar. Malbata wî piştê hilşîna dîktatorîya komunîst, koçê Berlînê kirîye.
Baş e ku Olegî ji xwe ra karekî bi dest xistîye. Mîna gelek hunermendên Rus ên bermayîyên sîstemê, nebûye parsekê metroyên Berlînê.
Berê çend rojan di şanoyê da ketîye û lingê xwe şikandîye, lewma jî lingê wî pêçayî ye.

Em saetekê ye li hewayê ne. Nêzîkê saetekê ez dê li Moskowê peya bim. Balafir li pey hev ji ser welat û bajarên rojhilatê Ewropayê ku hemû berê di nava sînorên împaratorîya komunîst a Moskowê da bûn, derbas dibe.

Ez di nava meraq û heyecaneke çilmisî yê tefyayî da me. Zor didim daku hin tişt bînim bîra xwe. Kî ne Rus? Tixûbên Rûsyayê li kuderê diqede? Çawa bû Moskow? Ez dê niha Moskowekê çawa bibînim?

Bersîvên wan hemû şîlo û bêbinî ne di serê min da.
Nivîskarên rûsî ku min ji berhemên wan gelek xwendine, ji min ra dibin alîkar û hin sîyên ji karakterên rûsî di camên balafirê da nîşanê min didin.
Awirên xwe ji camê vediguhêzim ser Olegî û jê dipirsim:
"Oleg li gorî te kî ne Rus?"

Mîna ku sîyên di ber çavên min ra derbas bûne, dîtibe; Oleg dibêje:
"Nîvekî Rûsan Raskalnîkov, nîvê din jî Çîçîkov e."
Em her du ji dikenin li ser vê bersîva wî.

Balafirgeha Vukunovê. Her sê balafirgehên Moskowê jî yên navneteweyî ne. Balafirgeha Scheremetyawo, piranî ji bo xetên hundurîn e. Her sê balafirgeh jî nûjen û pak in. Ji alîyê ewlehîyê va baş tên parastin. Her sal bi sed mîlyonan kes ji van balafirgehan derbas dibe.

Vnukovo, Domodedowo û Scheremetyawo sê balafirgeh hene li Moskowê. Vnukovo ya mezin e. Balafira wan her du dostên min dê li Vnukovê ya me jî dê li Domodedowoyê dayîne.
Ew her du mêvanên odeya bazirganîyê ne, ez jî mêvanê wan. Yanê mêvanên mêvanan. Em ê li otêla Kozmosê bimînin. Cî ji alîyê odeya bazirganîyê ji bo çar rojan hetîye veqetandin.

Dem 03yê beyanîyê ye. Balafira min datîne. Ez bi meraq û hinekî jî bi telaş nêzîkê gumrukê dibim. Hem rûyê polêsan û hem jî hewa sar e li Moskowê.
Min wê demê hîn navê xwe neguhertîbû. Polis li min, li pasaporta almanî û li wî navê min ê ecêb dinihêrin, hinek di destên xwe da dibin û tînin bêku pirsekî bikin, pasaportê didin min, ez bi bîhneke kûr ji gumrûkê derbas dibim.

Berê xwe didim derîyê derva. Oleg li pey min bang dike. "Ka raweste! Heke tu dixwezî em bihev ra texsîyekî bigirin, herin navenda bajêr."
Ev pêşnîyaza wî dibe mîna derman ji bo ecemîtîya min û wisa jî min rizgar dike ji çar saet bendemayîna li trênê.

Ji ber ku rêya min ji ya wî hinek dirêjtir e, 30 ez, 20 ew, em 50 ewro didin texsîyekî û berê xwe didin navenda bajêr.

Sohbeta me di texsîyê da jî didome. Reş xwe bi gewrê ra diguherîne di beyanîya Moskowê da. Oleg avahîyên der dora rê bi min dide nasîn.

Tiştê herî baş li vî bajarî meriv dikare di texsîyê da cixare bikişîne. Ji qutîya xwe puroyêke Habanayî derdixim îkramê Olegî dikim. Bi bîhna dûmanê ra şofêr bi zimanê îşaretan dibêje, "Ka yekê bide min jî!" Yekê didimê. Ew jî dûmanekê berdide pişikên xwe.

Oleg dibêje min; "Şofêrê me Azerî ye. Divê meriv hay ji Azerîyan hebe, meriv dirûçikînin mîna mirîşkan."
Oleg li berîya min peya dibe. Xatir ji min dixweze, xwe bi ser kopalê da ditewîne û hêdî hêdî di gewrayîya Moskowê da winda dibe.
Şofêr herhal ji peyivên Kurd, Kurdistan ên ku di axaftinên min û Olegî da derbas bibûn fêm dike, ku ez Kurd im, bi tirkîya azerî dipirse: "Tu Kurdê kuderê yî?"
"Kurdê Kurdistanê me dibêjimê."

"Na yanê min got gelo tu tirkî dizanî."
Bêku çavên xwe ji beyanîya Moskowê veguhêzim, "erê çend gotinan dizanim."
"Gelek nasên min ên Kurd hene. Ez gelek caran dîplomatên Kurd ên başûr jî dibim otêl Kosmosê.." Dibêje min.
Şofêr piştê 10 deqeyan min tîne ber derê otêlê. Ew dema bawola min ji bagajê derdixe, puroyeke din jî dixweze. Puroyek ji bexşîşê bihatir e. 5 ewro bexşîş didimê. Tam dema berê xwe didim otêlê, dibêje min:

"Dixwezî roja vegerê jî ez te bibim balafirgehê?"
Mirîşkên rûçikî tên bîra min. "Spas!" dibêjimê û diherim hundirê otêlê.

Otêl 30 qat e û di şiklê ovalê da hatîye çekirin, bi 1500 odeyên xwe, restaurant, hewiza avjenîyê, salonên sporê, ji otêlekê bêhtir dişibe fabrîqeya razanê.
Otêl Li ber qada kosmosê ye. Li vê qadê monumenteke bilind a kosmosê heye. Li serê wî jî peykereke fûzeya ku şandine fezayê, motaj kirine. Mafê wan e. Rus di zanistîya fezayê da gelek pişketî ne. Otêl jî navê xwe ji vê qadê werdigire. Li pêşîya otêlê jî peykerê general de Gaulleyê Frensî danîne. Her hal ev jî ji bo xatirê hevkarîya Rûs û Fransizîyan e, ya di şerê duyemîn a cîhanê da.

Kilîta odeya xwe ji resepsîyonê hildidim û dertêm qata yazdehan. Cîyê min tam li jor nîne, lê dîsa jî îdare dike. Bi lez perdeyê vedikim, ji jor va li qada Kosmosê û ji jêr va jî li kosmosê dinêhêrim. Ne Yurî Gagarîn û ne jî îstasîyona MIR dixuyên. Her çiqas roj li hilatinê be jî, çend stêrkên beyanîyê hîn jî diçûrisin di ezmên da.
Qasekî li ser nivînê dinivim. Xewa min nayê. Nû hatime Moskowê, nabe ku teralîyê bikim û razêm. Ev bajarê ku hemû sir û esrarên wî deşîfre bûne, min dikişîne. Meydana sor, Kremlîn, rê û kolanên fireh, Dêr, koşk û serayên wî, mîmarîya avahîyan, enwayê çeşîd xelkên li kolanan bangê min dikin.
Ew her du heval, her du bira ew dê êvarê werin. Hîn 12 saet dema min heye. Ji bo nasîna Moskow ne 12 saet, 12 roj jî têr nakin. Dîsa jî di vê dema kin da ez dixwezim li cîyên naskirî yên vî bajarî bigerim. Wisa jî dikim.

Pêşî divê metroyên wî yên navdar bibînim, ku nîvê pirtir xelkê bajêr di van tûnelên bin erdê da diherike.
Bi lez dadikevim jêr. Planekê metroyê hildigirim, xwe berdidim nava metroya herî nêzîk a otêlê. Her çiqas alfabeya krîlî be jî, plan di destê mirovî da be û hinek jî dêna xwe bidê, meriv winda nabe di metroyên Moskowê da.

Metroyên Moskowê.. her yek bi terzeke endezyarîyê hatîye çêkirin. Her yek bi awayek, bi wêne û peykerên navdar û rengarek hatîye xemilandin. Bi qasê xemsarîya xwe ewqas jî nazik û hestyar in Rûs.

Her îstasyonekê metroyê, navê navdarekê/î xwe lê danîne. Mayakovskaya, Turgenyevskaya... Ji 12 xetan pêk tê metroya Moskowê. Ev xet hemû bi hev ra girêdayî ne. Navenda bajêr, der û dorên wî, bi tevê îstasyonên trênê û balafirgehan digihînên hev. Meriv dikare pir bi hêsanî ji xetekî derbasê yê din bibe û di binê erdê da bi bilêtekî li hemû bajarî bigere. Dikare ji serîyekî here yê din.


Etiketler :

NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.