Movkov -II-,movkov,ii

Movkov -II-

A+ A-

1

Moskov II
Moskow bi 13 mîlyon niştecîyên xwe va bajarê herî mezin ê Ewropayê ye. Herçiqas vî bajarî wek Ewropayî dihesibînin jî, ew bi hemû taybetmendîyên xwe
va bajarekî Asyayî ye, ku li çol û stepên vê parzemînê hukum dike. Xelkê Moskowê mîna ava bin erdê di wan tunelan da bi lez û bez diherike.

Metroya wê di sala 1935 an da ji xizmetê ra vebûye. Her carê xetek lê zêde kirine û anîne şiklê îroyîn. Navbera trênan sê deqeyê derbas nake. Çiqas modêlên
wan kevin bin jî saxlem in û bi lez tên û diçin.

Ji metroyên Berlînê bileztir in. Îstasyonên wê hinek dişibin ên Parîsê. Lê ji alîyê endezyarî û mîmarîyê va ji yên Parîsê xweşiktir in. Metroyên herî kûr ên cîhanê
ne. Hin ji wan 126 mêtro kûr in. Ji kesên nexweşên dil û tansîyonê ra pêşnîyaz nakim van metroyan.

Sê-çar îstasyon carek peya dibim, li nava wan digerim resiman dikişînim û derbasê xetekê din dibim. Pênc xetan temam dikim û di îstasyona ku ji binê qada
sor û Kremlînê ra derbas dibe peya dibim û bi pêlikên elektrîk dertêm jorê.

Pêlikên wan jî mîna trênên metroyê bi lez in. Jixwe wisa neba millet dê pê li guhên hev bikira. Li jorê bi bîhneke taze yê kûr ra dibêjim, aferîn ji van Rûsan ra bi qasê ser erdê
di binê erdê da jî ewqas jêhatî ne. Li jorê derîyê qada sor li ber min vedibe. Neku ew li ber min vedibe, ez diçimê. Qada ku bi salan ji dîktatorên Rûsyayê ra bibû hola xwe pêşandanê û merasimên
Li ber derîyê qada sor Kadetrala Basilukus

2

Leşkerî. Qad îro hê jî vê rola xwe didomîne. Lêbelê hejmara turîstan jî lê zêde bûye. Min vê qadê di pirtûkan da xwendibû û di fîlman da temaşe kiribû. Ew bi qasê wê
xwendin û temaşekirinê mezin nexuya li ber çavên min. Ji dûr va kumbetên rengîn ên kadetrala Basilîkus dibiriqîn. Avahîyên, dêr mûze, Kremlîn, koşk û xanîyên aîdê kompleksa wê di qadê da bilind dibin. Li hemû mûze û dêrên di qadê de digerim. Ji xeynê yên Kremlînê. Ji bo vê divê meriv heft caran destûrê bigire. Hê jî bîhna KGBê ji dîwar û derîyên sor ên Kremlînê tên. Êh şefê berê yê KGB, niha yê Kremlînê be, ev bîhn jî dê normal be. Dixwezim herim serdana mozûleya hezretî Lenîn. Mûmyayê wî yê camkirî bibînim. Ew merivê hûrik, bi gotina Jon Reedî, ku "di deh rojan da cîhanê hejandibû!"


Cîhanê hejandin? Nizanim. Lê, hezret efendî aqilê mirovan baş çeliqand, ku hêjî mîna oldarên gêj nehatine ser hişên xwe. Mixabin dîsa ji bo xwepêşandaneke leşkerî dora Kremlîn û mozûleyê girtine, nikarim herimê. Berê dengên reperepa lingên artêşa sor dihat ji vê qadê. Niha dengên yên spî, şîn û hinek jî sor. Mozûle nebe, dêr jî dibe. Diçim katedrala Basilikus. Bi navekî din Basîlîkûs Marîyaya li meydana sor. Kadetrala basilikus yek ji herî navdar a cîhanê ye. Di Li ber mozuleya hezretê Lenîn efendî û dîwarê bilind ê Kremlînê... Li pişt wan dîwaran, bazara kirîn û firotina welatan, cîyê zivirîna hezar entrîkayê... Ev Moskow e. Ku meriv çûyê, divê meriv sed caran birame! Ne Napolyon karî dabigire, ne jî Hîtlerî.

3
Ssala 1552 an da di dema çar Ivanê çaremîn da hatîye avakirin. Li banê wê 9 kumbetên mezin cî digirin. Her kumbetek bi reng û terzekê hatîye neqişandin. Kumbeta mezin û wisa jî peykerên ezîz û ezîzeyên kristîyanî avzêr kirine. Rus bi vê awayê îhtişamekê dane wan mabedan û wisa jî pê valahîya derûnîya xwe tesellî kirine.


Bawerî bi bawerîyê ji holê ranabe! Zengilên katedralê piştê hilşîna sovyetê car din dest bi lêdanê dane. Dêr niha hem mûzeya dewletê û hem jî cîyê ayînê ye. Pasaja herî navdar a Rûsyayê ku merqeyên cîhanî tê da tên firotin jî li milê çepê yê qada sor e. Hemin hatime, serdana wir jî dikim. Pir paqij û lûks e. Çavên min bi bihayên şewitîner dikeve, hema jê dertêm. Ew welêtê ku bi qasê parzemînek e, niha di navbera dîn û kapîtalîzmê da maye "bêîman." Sîstema yek partî, yek îdolojî ku bi têra xwe Rûs û milletên din
zêrandibû û rûxandibû, piştê hilşînê jî bû sedemê dejenerasyonê. Niha kapîtalîzmeke mafîya heye li Rûsyayê. Piranîya rêveber, burokrat û sixûrên berê yên partîya komunîst bûn mafîya.

Nataşa û olga

Ber bi êvarê ye. Wê mêvanên min werin. Ji bo dereng nemînîm dadikevim metroyê, berê xwe didim otêl Kosmosê. Parsek pir in di metroyên Berlîn û Parîsê da. Qedexe ye, çi ye nizanim parsek tine di metroyên Moskowê da. Li derva jî tek tûk dixuyên.

Parsek kêm in, lê "fahîşe" pir in li Moskowê. Li jorê ber derê metroyê jineke 50-60 salî di milê wê da keçeke ciwan a bêhal û spîçolikî wê difiroşe. Heta pêçîya xwe diqerisim. Ne ji sermaya Moskowê, ji bêarîya mirovahîyê.

Li lobîya Otêlê qehweyê vedixwim. Çend jinên ciwan li ber barê rûniştine li vir jî xwe difiroşin. Nataşa û Olgayên ku di wêjeya rûsî da her yek sembola evîn û rêzdarîyê bûn, bûn xwefiroş. Îvan, Pavlov, Sergey bûn mafîya.. Ev e, encam! Piştê hilşîna "sîstema dîktatorîya sosyalîzmê", Rusya bibû bihuşta seksê ji bo welatên misilman. Stenbol, Îzmîr, Antalya bajarên din ên "Tirkîyeyê" û Ereban, bûbûn kerxaneyên vekirî ji bo Nataşa û Olgayan. Ev e encama ol û îdolojîyê. Merivan dike pêzeveng û fahîşe.


Hevdîtin
Derengîya êvarê ew her du mazuvanên min bi tevê garanekî bazirgan di lobîyê da xuya dibin. Ez û her du dostên xwe bi hesreta salan, bi awêrên westî û melûl
em hev hemêz dikin. Piştê kişandina çend fotografan, ez hema wan hiltînim û em diçin odeya min.


Piştê lihevparvekirina dîyarîyên ku me ji hev ra anîne, em heta derengîya şevê sohbeteke kûr û dirêj dikin. Welat, zaroktî, xortanî, şayî û keder, henek û
xemgînî, êş û çare hema çi bê bîra we mijarên sohbeta me ne. Ne hêsan e. 25

4

Sal me hev nedîtibûn. Sal mîna bayê, weke xewnekê çi jî zû diborin. Ez êdî ber bi jêrê jîyê dadikevim, ew ber bi jora wî va hildikişin. Sibe zû em radibin û bi du otobosan berê xwe didin fuara navneteweyî ya bazirganîyê. Em hem diçîn û hem jî dipeyivin. Do û îroya Moskowê, mîmarîyâ avahîyên wî, taybetmendîyên Rûsan mijarên me ne. Kapîtalîst hemin bêar e, lê yên Rûs dopel car. Demeke dirêj teqlîdê Firensizan kirin, niha ên Amerîkîyan. Li ser hev gelek avahîyên bilind çêkirine, li Moskowê. Şibandine yên amerîkî û mîmarîya vê bajarê fireh û gumreh herimandine.

Fuara bazirganîyê di sê avahîyan da li cîyekî fireh vebûye. Bi teknîk û xizmeta xwe nûjen dixuyê. Gelek welat pavyonên xwe vekirine û xurekên xwe tê da didin nasîn û bazar dikin. Hema hema em li hemûyan digerin.

Riha li kuderê, Moskow li kuderê?
Ji bo kişandina cixareyekê ez dertêm derva. Ew her du mêvan jî bi min ra. Hem ez mêvanê wan, hem ew mêvanên min in li vir. Em li Qada fuarê digerin.
Yekî bejin dirêj, poz mezin ê simbêl reş ber bi me va tê. Mîna ku ji dûr û mêj va me hev nasîbe, dipirse: "Pismam hun Kurd in?"

Belê dibêjimê: "Tu Kurdê kuderê yî?"
"Ez ji Sirûca Rihayê me û şoforê texsîyê me." Dibêje me. "Pere nedin qehweyê, werin cîyekî belaş heye, em li wir qehweyê vexwin." Li kêleke avahîya pavyonê çadirekê vekirine li wir xizmeta çay û qehweyê tê dayîn. Em diçin wir. Hem qehweyê vedixwin û hem jî bi "pismamê" me ra diaxifin.

Piştê ku çerxa wî ji Sirûcê kilor bûye, ji gelek cîyan derbas bûye. Antalya, Stenbol, Almanya û niha jî Moskow.. "Hun li kîjan otêlê dimînin? Heke ji we ra texsî lazim be, ez amade me." Dibêje me.

"Li otêla Kosmosê." Ez dibêjimê. Bi keneke qirase devê wî diçe ber guhan û dibeje me: "Ohoo bêjin em li kerxaneyê dimînin!"
"Ji îbadetxaneyê çêtir e. Ne ji min, ji wan bazirganan bipirse, wan kirê kirîye wê otêlê." Dibêjimê. Bi ken û henek dema em ji hev diqetin, karta xwe derdixe dide
me û li me tembî dike: "Misoger herin kolana Arbatê. Li wir restorant Mezopotamya heye. Ya Kurdan e. Silavên min bêjin wan, bila ew xizmeteke baş bikin ji we ra.."

Kolana Arbatê

Kevintirîn û navdartirîn kolana Moskowê ye. Di sala 1493 an da ava bûye. Di sedsala 18 an da bûye cîyê huner û hunermendan. Heta îro jî hunermend hunerên xwe pêşkêş dikin li vê kolanê. Tê da trafîka erebeyan tineye, tenê ji bo peyayan e. Kolan ji wezereta derva ya Rûsyayê û ji metroya Smolenskaya dest pê dike heta metroya Arbatskayayê kîlomêtroyekî dirêj e.

5

Kolaneke gelek fireh e û li her du alîyên wê avahîyên saxlem û rengereng xemilandî cî digirin. Wisa jî şano, qehwexane û restorant.

Hemû avahî du yan jî sê qat in. Ê bilind tenê wezareta derva ye. A. Puşkîn û piştê wî, kompuzîtorê navdar Çaykowsky di vê kolanê da jîyane. Mala Puşkînî niha mûzeya dewletê ye. Roja ku em li wir bûn mixabin girtîbû ew mûze.

Restoranta Prag a herî biha û navdar a Moskowê jî li Arbatê ye. Lê em berê xwe didin Restorant Mezopotamyayê. Xwedîyê wê ji Agirîye ye. Dîwarên restorantê bi fîgurên Mem û Zîna Ehmedê Xanî xemilandî ne. Belîf û xalîçeyên kurdî dihêle ku meriv xwe li welêt hîs bike. Bi rastî wek pismamê me yê Sirûcî gotî qedir û xizmeteke baş ji me ra kirin. Em gelek şa bûn. Meopotamya li Arbatê hatibû.

Êvarê li otêlê sohbeta me mîna ya do kûr û dûr berdewam kir, heta derengîya şevê. Sibe piştê taştêyeke xweş, ez her du mêvanên xwe hiltînim em li Moskowê digerin. Hem li planê dinihêrin û hem jî bi pirsînê ji metroyekê derbasê ya din dibin. Ew bi heyecan dipirsin: "Em winda nebin ha!" "Na na meraq mekin! Ez we saxlem dibim û saxlem vedigerînim." dibêjim. Îcar bi mêvanên xwe ra ez careke din diçim qada sor. Dêr, mûze, derdora Kremlînê em careke din bi hev ra digerin.

Sê qeşmer û roja dawîyê

Îro sê qeşmerên ku yek ji wan dişibe Lenîn, ê din Stalîn û yê din Putînî jî hene li meydana Kremlînê. Bi turîstan ra foto dikişînin û pere qezenc dikin. Ew ê ku dişibe Stalînî Azerî ye. Qeşmerên Lenîn û Putînî, Rus in. Helbet heta "qeral, sultan, xelîfe, serok û dîktator" hebin, dê qeşmerên wan jî hebin li vê cîhanê.

Em dixwezin li baleya Bolşoyê temaşe bikin, lêbelê nikarin. Hem pir biha ye û hem jî divê meriv berê mehêkê cî veqetîne li vê şanoyê. Restorant û qehwexaneya Mezopotamyayê li kolana Arbatê.

6

Piştê şîv û gerekî xweş em vedigerin otêlê. Ji wan aferînek jî werdigirim ji bo saxlem vegerînê. Îro roja me ya dawîyê ye. Sibeyê êm dê dîsa ji hev veqetin û xwe berdin dûr û kurayîya deryaya xerîbî û hesretan.

Ez îşev hinek melankolîk û xemgîn im. Em li qata hevdehmîn in. Moskow mîna sê xirxalkên zêrîn ên di nav hev da, di tarîya şevê da dibiriqe. Dengê trafîka li jêr, mîna xuşîna çeman xwe li jora otêlê dixe. Birca herî bilind a Moskowê li pêş me ye. Zêde napeyîvim. Piranî li her du mêvanên xwe guhdarî dikim. Saetên dawî yên şevê ne. Nîyet nîne em rabin. Em rêwî ne. Divê hinekî bixewin. Tembî û pêşnîyazên dawîyê li hev dikin û ji bo razanê vedikişin odeyên xwe.

Sibeyê zû radibim. Dadikevim jêr û ji bo taştêyê diçim restoranta otêlê. Her du mêvanên min jî li wir in. Êdî çend saet mane ku em ê ji hev veqetin. Pêşî ez ê vegerim, paşê jî ew. Piştê taştêyê ew heta ber derê metroyê bi min ra tên û li wir min birê dikin.

Deqeyên me yên dawîyê ne. Hez, hesret, xemgînîyê û şabûna miçiqî bi henekekê dipêçim. Em hev hemêz dikin û xatir ji hev dixwezin. Ez xwe berdidim metroyê û di kûrayîya wê da ber bi balafirgehê diherikim.
Li ber derîyê balafirgehê bi hêrs û keder çend cixare li pey hev dikişînim. Derbasê hundir dibim, bordkarta xwe distînim û bêku xwe biewiqînim yekser berê xwe didim balafirê.

Du saet şûn da li Berlînê me. Tenêtîyê ez pêşwazî kirim, dema li balafirgeha Tegelê peya bûm. Baraneke nerm a xweşik dibarîya li ser bajêr.
...
Li kolana Arbatê. li ber monumenta Kosmosê


Etiketler :

NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.