Munstername,munstername

Munstername

A+ A-

"Merivên bêdeng xwedîyên mejîyên herî bideng in." (Stephen Hawking)

Her bajar, her welat efsaneyekê/î xwe heye. Her meriv leheng yan jî îdoleke xwe.
Her efsane kêmasî, şaşî û gunehên xwe hene. Heta hin ji wan bêbexş in.
Ilyada û Odesa, Ristemê Zal, Robin Hud, Che Givara û bi hezeran ên din. Ez çiqas binivîsim lîste dê ewqas dirêj be.
Ji bo efsanebûna li cîhanê, nav û deng û nasdarbûn, pêwist in.

Lêbelê pir caran jî na. Meriv bi helwestekê xwe, bi afirînerî û qabîlîyetekê xwe, bi berxwedan û sebra xwe jî dikare bibe efsaneyekê/î. Min bi pêxemberan bawerî nîne. Dibêjin ku; "yaku Eyûb kirîye "pêxember", sebra wî bûye."

Gelek mijar jî, efsaneyên xwe hene. Efsaneyên evînê, zanistîyê, sînemayê, muzîkê ûwd. Kurtasî her bajarek, gundek, taxek xwedî efsaneyekê ye.
Mesela di dema zaroktîya min da çîrokên Eyûb, Emano û Hemîdoyê "dîn" di nava xelkê Kopê da tim dihatin gotin.

Serpêhatîyên Filîtê Quto, Koçero, Dawido, Hekîmo, Tilkî Selîm ku her yek di pîvanê xwe da eşqîyayên navdar bûn, hîn jî radestê demê dibin, nivş bi nivş li Kurdistanê tên gotin.
Cindîyê Munsterê jî ew e. Berîya 30 salan ji Elîhê rabûye çûye Münsterê û li wir bûye efsaneyekî. Efsaneyekî berxwedanê li hember mirinê. Efsaneyê yarîvanê demê.

Ji xeynê doktor û hemşîreyên wî, çend cîran û nas û dostên wî, Munsterî ew nas nakin. Wek efsane, ne bi nav û deng e, li bajêr û li welêt. Min ew kir efsane. Ji ber berxwedana wî ya di jîyanê da, qêrîna wî ya bi ser mirinê da.

Çawa, çima bûye efsane? Wî vê radeyê heq kirîye? Ez ê gavek şûnda behs bikim.

Pêşî Munsterê vê bajarê xweşik ê Almanyayê hinek bidim nasîn.
Almanya ji alîyê av û çeman da jî welateke dewlemend e. Ji xeynê yên mezin Rein û Donnau, gelek çem diherikin û jîyanê didin welêt. Yek ji van jî çemê Emsê ye. Ems li herêma Nordhein Westfalen, ji kanîya Schlos-Holte-Stukenbrockê dizê, 371 km. dirêj dibe û digihîje deryaya bakûr.

Münster li herêma Nordhein Westfalenê, li kêlek Emsê di sala 793 an da wek Kloster (manastir-dêr) ava bûye. Bajar paşê li herdu qerexên wî berfireh û mezin bûye. Papayê wê demê mîsyonerê xwe dişîne herêma Westfalênê, ku xirîstîyanîyê belav bike. Bi bandora îlisiyonê mirov di xew ra diçin.
Ems, bi xuşîna xwe wan şîyar dike û jîyanê dibexşîne.

Ev bajarê şirîn, ku Westfalenî jê ra "Mönster" dibêjin, bi 310.000 niştecîyên xwe bajarekî dewlemend û mezin e. Ji alîyê îndustrîyê va mîna bajarên din ên Almanyayê pêşketî ye.
Munster di navbera bajarên Dortmund û Osnaburckê da ye. Balafirgeha navneteweyî ya Munster-Osnabruck nêzîkê bajêr e. Gelek otoban û rêyên hesin mîna torek, bajêr bi bajarên din ra girê dide.
Alman bajar ava bikin, çand û hunerê ji bîr bikin? Ne gengaz e. Munsterê jî bi avahîyên şano, sînema, opera û muzeyan xemilandine. Gelek nexweşxaneyên bajêr, kompleksên sporê bênavber xizmetê dikin ji bo tendurustîya xelkê.

Ji alîyê perwerdeyê da pêşketî ye. Adeta bihuşta dibistan û zanîngehan e. 60 hezar xwendekar di zanîngehên bajêr da xwendina bilind dixwînin. Herwisa gelek çapemenî û weşanxane jî hene li bajêr.

Hey mirin! Tu dê werî? Were!

20 sal berê yek ji windayîyên demokratîk Selîm Feradî ew hevalê dilawer, bi min da nasîn li Osnaburkê. Min ew li ser kursîya bi çerxe nas kir. Heta bîst pîleyan tênê serê wî dilivîya. Hemû bedena wî, mîna darekî hişkbûyî danîbûn ser kursîya seqeten. Li ser wî kursîyê, hiş û xwebawerîyeke saxlem rûniştibû. Devken û bi awirên nerm û maxrûr dinihêrîya. Hê jî wisa ye xwedîyê rûniştvanê wî kursîyê.

40 sal in bi sebir, bawerî û hişmendîya xwe mirinê ji xwe bi dûr dixe, li hember wê ber xwe dide, xwedîyê wê kursîyê. Çil sal li ser kursîyekî! Ji xeynê dev, ser û çavên meriv ti cîyekî meriv nelive. Hemû organ hişkbûyî! Bi alîkarîyê xwarinê bidin devê meriv, rakin, hildin, bibin û bînin. Meriv çil roj nikare îdare bike. Divê meriv peykerekî ji sebrê be.
Ew peykerê sebrê Cindî Onurê xortê ji çarşîya Elîhê ye, ku ez wî wek destana Munsterê dinasînim.

Efsanebûn tiştekî abstrak e. Piralî û pirwate ye. Mirin e, ev. Ew dê her were. Reva jê ne pêkan e. Wêrekî pêwist e, bi vîn û bi berxwedanê ji bo bidûrxistina wê.
Wisa jî wêrekî pêwist e bi vexwarina çend dilop jahrî û bi gotina: "Hey mirin tu dê werî were?" ji bo pêşwazîkirina li mirinê.

Cindî, ji gruba berxwedanê ye. Bi sebir, bi hişmendî mirinê bi dûr dixe. Hemû bedena wî hişk bûye, lê hêvîyên wî yên ji jîyanê ter û teze ne. Lewma jî dema meriv awirên wî yên bi ken dibîne, moralê werdigire.
Helbet meriv zindî be, meriv dê biêşe. Êşa abadîn û bicefa dibe cîyê kerixîn û nefretê ji jîyanê jî.

Bi Cindîyî ra dostanîyeke min a zêde dûr dirêj çênebû. Belkî 5-6 car me hev dîtibe. Carek, ducar li Berlînê hatibû mêvanîya Elî Ekber. Êvarek li restorantekê me bi hev ra bi sohbeteke germ, şîvê xweş kiribû. Carek jî li festîvalekî me hev dîtibû.

Di her hevdîtinê da hevjîna wî Geli mîna kopalekî di bin çengan da bû. Kursîya wî didefand, xwarin û vexwarin dida dev, bicemida batanîyeyê davêt serê. Bi şewqeta dayîkekê lê dinirîya Gelî. Bi rûyekî aram û awirên bihez.

Êş Cindîyî diqêrandin. Cindî çiqas bang lê bikira, Gelî diçû hewarê. Belîf dida ber piştê, car pozîsyonê duguherand, car destên wî mizdida. Piştê ewqas êş, mayîna li jîyanê bûyereke mezin e. Di pişta her bûyereke mezin da dijber û destekeke jîndar heye.

Desteka bûyera Cindîyî jî, hevjîna wî Geli ye. Geli, kurtenav e. Almanîya wî Angelika ye. Bi navên Matilda Fatîma Keçeke wan a ciwan heye. Navên pîrîkên wê lê kirine. Matîlda mîna xwe li zanîngeha hunerên ciwan dixwîne.

Bi Cindîyî ra me çend car hev dîtin, lê hevaltîya me, li hev pirsîn û têkilîyên me yên têlefon û emaîlan her berdewam in.

Cindîyî vê cara dawîyê ez vexwendim ba xwe. Siwarê otobosê bûm û min berê xwe da Munsterê. Li garaja Otobosê Gelîyê ez pêşwazî kirim. Me bi otomobîlê berê xwe da malê. Piştê xwoşbêşê min jê pirsî. "Rewşa Cindîyî çawa ye?" Gote min: "Piştê ewqas sal, ji ber rûniştin û dirêjbûnê birînên kûr vebûne di qor û pişta wî da. Niha jî em hewl didin, ku wan birînan bikewînin."
Cindî mîna teyrê Eylo li cîyekî bilind e. Mala wî li qata 17. an e. Du alîyên Munsterê, ji du şaneşînên malê dixuyên. Dema ketim hundir, Cindî li ser kursîyê bi şal û şewqeya Elîhî li benda min bû. Min çavên wî yên kanîya kenê macî kirin û li kêlekê rûniştim.

Hin dem henin pirsa "Çawa yî?" bêwate ye. Lê dîsa min jê pirsî: "Çawa yî?" "Baş im." Gote min bi bersîveke sade ya tijemoral.

"Ax hespo! Te xwe jî kuşt, ez jî kuştim!"

Min bûyera ku Cindîyê heta mirinê bêliv û bêtevger hîştîye û seqet kirîye, bihîstibû. Cindî di vê serdanê da wê bûyera jandar careke din libolibo ji min ra vegot.

Dawîya salên 80 an ew û Gelî bi otomobîlê di otobana Osnabrukê da diçin. Demeke şunda trafîk dixitime û wesayît li pey hev radiwestin. Alman ji vê rewşê ra "Stau" dibêjin. Tam di vê kêlîyê da çend hespên jî axûrên xwe bazdayî jî, li kêleke otobanê sil û şokbûyî dibezin.
Cindî jî bi hez li wan dinêre. Yek ji wan hespên silbûyî yekser berê xwe dide nav otobanê û tê ber otomobîla Cindîyî. Dema ku dixweze xwe ji ser otomobîlê ra hilpekîne derbasê alîyê din be, lingê wî yê paş li banê otomobîlê da diçike. Tam jî noqteya ku serê Cindîyî lê ye. Wê noqteya mejîyî ku jê reh û sînîr li hemû bedenê belav dibin, diperçikîne.
Hespê sembola azadîyê, bi bayê xwe ra azadîya bedenî ya Cindîyî jê distîne.

Cindî bi mehan di komayê da dimîne, li nexweşxaneyê. Dema çavên xwe vedike, hîs dike, ku nikare ti organeke xwe bilivîne. Dema doktorên wî jê ra rastîyê vedibêjin, dizane ku ew dê heta mirinê di vê halê da be.

Jê dipirsim: "Te dema rastîyê bihîst, çi hîs kir?" Keserek kişand, bi ken li min nihêrî û got: "Min ji xwe pirsî; ez ê çawa xwe ji vê rewşê ra amade bikim?"
Cindî, bêku zêde dereng bimîne, bi gîyan û ramaneke zindîyê zexm xwe li hember vê nexweşîya bêeman amade dike.
Rastlêhatin yan jî "qeder", angaşteyên ol û nezanîyê ne. Her bûyer di nava cî û demê da sedem, têkilî û girêdanên xwe hene. Dema meriv vana nezane, encamên bûyeran rûxîner û derkontrol bin, kilîşe yan jî etîket hazir e: "qeder."
Li kêleke otobanê axûra generalekî malnişîn ê Îngilîz heye. Ew general di wê axûrê da ji bo hobîya xwe hespên bazê xwedî dike. Ew roj ji bîr dikin derê axûrê nagirin. Hesp ji axûrê dertên berê xwe didin otobanê, sil dibin û ew qezaya bêyom diqewime.

Bi henek ji Cindîyî ra dibêjim; "Binihêre, wan Înglîzan welatê me parçe kirin, li vir jî hespê wan li te xist." Dikene û kêfa wî tê. Jê dipirsim: "Cindî, gelo paşê çi bi wî hespê hat?" "Mir." Dibêje min. Dema ew mir te çi hîs kir?" Cindî wiha bersîvand: "Ax hespo! Te xwe jî kuşt, ez jî kuştim!"
Maf û dad li Ewropayê, îhmalkarîyê jî bêceza nahêlê. Generalê Îngilîz, li dawîya dadgehê macbûr dimîne, ku tazmînateke baş bide Cindîyî. Sîgorta wî ya tendirûstîyê jî hemû pêdivîyên Cindîyî pêşwazî dike. Meaşên hemşîre û masorên wî hildigire ser xwe. Yanê Cindî ji bo 4 û 5 kesan bûye kargehekî biçûk jî. Piştê ku meriv mehkûmê kursîyê bû, ew hebin çi ye, tinebin çi ye?

Hez û êş nêr û mêyên hev in?

Roja dawîya mêvanîya min e, li ba Cindîyî. Mijarên taybetî û hinek jî felsefî me ji bo vê rojê hîşt. Bi taştêyeke xweş ra sohbeta me bi peyivên hez, êş, nefret û li ser gelekên din didome.

Pirsa "çi ye ji bo we êş û hez?" aresteyê hem Cindîyî û hem Gelîyê dikim. Bersîvên herduyan jî balkêş in. Hem nêzîk, hem dûrê hev in. Gelî dibêje, "Meriv hez bike êşê, biêşe hezê fêm dike. Dijber dixuyên, lê her yek nîvê organîzmayekî ye. Jê dipirsim: "Yanê meriv dikare êş û hezê mîna nêr û mêyên hev bi nav bike?" "Belê, dikare wisa jî be.." dibêje Gelî. Cindî qisimen tevlê van gotinan dibe. Li gorî wî "hez bingeha hemû tiştî ye. Êş pir kûr be, wateya xwe ya afirînerîyê winda dike, diqerise."
Gelî û Cindî van salên dawîyê ji hev qetîyan e. Lê hevaltîya wan didome. Ji hev nexeyîdîne. Gelî her sibe mîna karkera terapoit tê Cindîyî dibe tuwalet û banyoyê, paqijîya wî dike û diçe.

Xwedî hişmendîyeke zindî ye Cindî. Bi rêkûpêk dijî. Ji xwarin û vexwarina xwe, ji cil û bergên xwe haydar e. Wisa jî ji rewşa polîtîk. Nûçeyên Kurdistanê rojane dişopîne. Nêrînerên wî ew tînên ber komputerê. Qirşikekî dirêj dixin devî wî û ew bi vî qirşikê herfoherfo li klavîyeyê dixe, heta karibe bi kompûterê dinivîsîne.

Cindî bi vî awayî bi tirkî bi navê "Adam gibî adam" pirtûkekê jî nivîsîye. Îlhamê pirtûkê bavê Cindîyî ye. Çimkî bavê wî li çarşîya Elîhê merivekî rastgo û qencîhez bûye. Bav, bûye îdolê Cindîyî. Cindî di bin vê hîkarîyê da jîyana çarsîya Elîhê, cîhan û xewnên merivên vê çarşîyê bi devê xwe, bi wê qirşikê li klavîyeyê xistîye û nivîsîye. Li ser bergê pirtûkê jî her resmê bavê wî heye. Wisa jî pirtûkê dîyarîyê wî kirîye.

Ez çiqas Cindîyî bibînim, Stephen Hawkings tê bîra min. Ew efsaneyê zanistîyê. Merivê herî mezin ê sedsala me. Xwedayê fizîka kuantomê.
Bêguman gelek wekhevî û cudayî hene di navbera herduyan da. Deng ji S. Hawkingê dernayê, nikare bibihîze, bipeyive. Ser jî nalive. Tenê bi rêya kompûtereke taybet ku dikare ramana wî bixwîne, ramanên xwe digihîne me.

Cindî qenebe dikare bibihîze û bipeyîve.

Herdu jî avjenên baş in. Hawkings di abadînîya gerdûnê da avjenîyê dike.

Cindî di cîhana merivên kolanên Elîhê da.

Herdu jî mîna peykerên sebrê ne, bi tevê maxmayekî hundurîn

Berlîn, 23. 05. 2016

Ewdil Ararat


Etiketler :

NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.