NEXŞÊN LI GIYAN,nexşên,li,giyan

NEXŞÊN LI GIYAN

A+ A-

Dilawer Zeraq bi romana xwe ya ‘’nexşên li giyan’’ derî li ser mijara windayan vedike. Nexşên li giyan sêyîneya pirtûkên Dilawer Zeraq ên li ser windayan nivîsiye.

Xwîner gava pirtûkê dixwîne bi zelalî fahm dike ku ev bûyer li Farqînê qewîmîne bi danasina mekanan. Roman li ser şeş beşan hatiye sêwirandin beşa yekemîn bi navê yarî destpê dike di rp:9’an de Menîce… Qûnpîne… Were derve yarî ye! Bi van gotinan xwîner fahm dike yarî listika zarokan e. Pirtûk bi listika çar zarokan destpê dike. Bi qelibandina rûpelan de xwîner têdigihije serkeftina honaka pirtûkê.

Gava Menice zarok e dikeve coya avê bi alikariya hevalên xwe ji fetisandinê xilas dibe, bi qelibandina rûpelan evcar çar keçên ciwan dikevin nav pirtûkê dîsa heman bûyer tê serê keçên xama, ev keç bûne şervanên azadiyê gava ku ji bo derbasbûnê dikevin nav çemê Hêzilê ji wan yek bi avê re diherike wê demê Arya gava hevala xwe xilas dike zarokatiya wê tê berçavên wê... Xwîner wê demê fahm dike ku Menîce û Arya heman kes in.

Di pirtûkê de beşek jî beşa biryarî ye di vê beşê de tekiliya du hevalan hatiye nivîsîn, du hevalên hev ên zarokatiyê zarokatiya wan bi hev re derbas dibe lê gava dibin ciwan du fikrên cuda diparêzin ew herdu zarokên heval di ciwaniya xwe de dibin du dijmin. Di rp:36’an de îxaneta Şîro wisa tê teswîr kirin: Şîro dê tu bêbextiya kuçikî bikî? Nivîskar bi karakterên xwe rewşa Farqinê ya ji salên 90î pirr baş sêwirandiye.

Dawiya pirtûkê bi xewnên dayikên ku zarokên xwe winda kirine tê honandin. Her dayikek bi êşek qala xewna xwe dike. Dayika Xelat ewqas hesreta kurê xwe yê çûyîye ew kurekî bûye şervanên azadiyê di xewna xwe de mirina kurê xwe yê ku bi destê îxaneta hevalê xwe yê bi navê Sîyabend tê kirin û di dawiyê herdu jî ji balafirê tên avêtin dibîne. Di pirtûkê de hinek cih hene ku xwîner hem xemgîn dike hem jî dide fikirandin. Di rûpelekê de darvan cendeka kêçikeke li ber avê dirêjkirî dibîne dixwaze wê veşêre darvan cendeke vedişêre dotira rojê dibîne keçik disa li ber avê dirêj ketiye darvan heman tişt dubare dike lê dîsa cendekê li ber avê dibîne. Di rp:69an de bi van hevokan digihije wateya xwe ‘Ya evde qenc axekê gazî vê keçika hane kiriye. Di vir de xwîner digihije armanca pirtûkê.

Bi gelemperî pirtûka “Nexşên li giyan”bi berg, mekân, dîrok û bi karakterên xwe gelek baş li hevhatiye, bi çend biwêjan jî pirtûk hatiye xemilandin. Pirtûk bi 93 rûpelan hatiye sazkirin lê di nav ewqas rûpelên kin de zarok, ciwan, şervan, dayik, îxanet û hevkujî bi serkeftî hatiye honandin.

Em dikarin bibêjin ev pirtûkekê nîv derûnî û flaşbek e. Bi mijara xwe bi honaka xwe, bi herikbariya xwe bi her awayî ez dibêjim pirtûka Dilawer Zeraq hêjayê xwendinê ye!

SEVGUL ŞAŞMAZ


Gotinên miftehî :