1. Tekst

  2. Gotar

  3. Nameyek ji bavê Jîndar -4
Nameyek ji bavê Jîndar -4,nameyek,ji,bavê,jîndar,4

Nameyek ji bavê Jîndar -4

A+ A-

ROJBÛNA TE PÎROZ BE!-2

Rojbûna te pîroz be Jîndarê min.

Dema ku ti 24 sal berê, roja 24ê gulanê sala 1994 ji dayika xwe bûyî kêf û şahîyek mezin ket nav malbata me. Weka ku dîlan û seyran be. Em bi hatina te gelek kêf xweş bûn û bi çûndina te jî em hewqas êşîyan û xemgîn bûn.

Îroj 24ê gulanê ye û em te bibîr tînin. Kurê min, tu şaş fam nekî, tu tim di bîra me da yî, lê iroj rojek taybet e.

Ger tu neçûbûnayî meyê pastekî bianîna, gazî der û ciranan bikirana, li dora te kom bibûna û meyê 24 mûmik di nav paste de biçikandana û me yê mûmikên xwe bi agir geş bikirana. Paşê jî te dê, ji bo pîrozkirina 24 saliya xwe bi pifekî 24 mûmikan bihevra bivemirandana. Pê re jî me yê bihevra çepikan lêbidana û strana ”rojbûna te pîrozbe” ji bo pirozkirina te bigotana û bi dil û can te hembêz bikirana. Lê wusa nebû.

Çevreşê min, delalê min, gula nava bexçê min.

Tunebûna te pir zehmet e, valahiyekî mezin di nav malbatê de çêkiriye. Şûnda te tije nebû, tije nabe. Dil birîndar e! Pir zehmet e ku em hînî tunebûna te bibin.

Bi dilekî germ, ez û dayika te û birayê te Şemal te hembêz dikin. Cîyê te bihuşt be, xweş helalbî kurê min î delal.

24.05.2018

Necîp YEŞÎL


Gotinên miftehî :