1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Şeyhmus ÖZZENGİN
  4. “Nivîskar û Wênesaz, Çidem Baran! DANASÎN!“
“Nivîskar û Wênesaz, Çidem Baran! DANASÎN!“,nivîskar,û,wênesaz,çidem,baran,danasîn

“Nivîskar û Wênesaz, Çidem Baran! DANASÎN!“

A+ A-

Miletek bi hebûna xwe, deyndarê ziman, çand, huner û dîroka xwe ye. Deyndarê parêzer û xebatkarên van hêjayîyan e.
Ji bona parastina van hêjayîyan jî axek (erdek, welatek) lazim e. Divê ew milet jî deynê xwe bi parastina çalakvanên van hêjayîyan, ji wan ra bide. Mixabin em Kurd, ji dana van deynan pir dûr in. Ne xwedî li zimanê xwe, ne hunermendên xwe û ne jî xwedî li çanda xwe, dîroka xwe û axa xwe derdikevin. Ev berdîberdan bûye sebeba herî mezin a têkçûna me.
Min heta niha heşt (8) hunermendên Kurd û kurdperwer, welathez danasîn. Her yek ji yê din pirtir bi êş û kul, her yek ji yê din pirtir bi parastina hest û bi ramanên kurdewarî ve eleqeder û hêja bûn. Mixabin ev û bi sedan hunermendên me yên din jî di nav êş û keserên xwe da fetisî û bêpişt, vê keda xwe diyarî me dikin. Ez ê vê carê jî hunermendeke me ya din bi we bidim naskirin. Ev nivîskar û wênesaza me Çidem Baran e.
Wênesaz û nivîskar Çidem Baran, li Bakûrê Kurdistanê/Mêrdîn, hin êş, keser, deng û çalakîya vê axa xwe; bi derûnîyek serhildêr, ji rêzê derdikeve û bi rengên kufar re derdikeve ber me; me agahdar dike ku, koka me her, ji rehên kûraya axa qedîm tê.
Çidem Baran, Wateya xwe di demê da nîşan dide. Dem û wateyê bi hev ve girê dide û peyamê dide me ku; her bûyer di demekê da hatîye cemidandin û her bûyerek bi dema xwe ra dil û kezeba me dax dide.
Dema ez zarok bûm min ji wênesazî û ji lîstika bi rengan pir hez dikir. Lê min her sûretê zarokên keçik çêdikir û hemû keçik bi bask dinexşandin. Belkî bi hestên zarokîya xwe min dixwest ku ez di malan da rewşa zarokên keç bînim ziman. Ji ber wê jî min bask ji wan ra çêdikir, ku bikaribin bifirin. Zarokan ji min ra digot; “Tu her tim melekan çêdikî, ka carekê jî hespekê çêke!”
Lê min di wênesazîya Çidem Baran da dît ku, tu keçik baskên wan tune ne. Hemû bi êş, tenê, bê kes û di nav ragîhandinek derûnî da, mejîyekî tevlihev, acizîya hebûna beden û mejî derdixe ber me, ku mirov di nava bedena xwe da êsîr bûye û nikare bifire, ji xwezaya xwe dûr bikeve.
Wênesaz û nivîskara me Çidem Baran, di her wêneyê xwe da rengê reş bi baldarîyeke mezin û biwate derdixe ber me. Rengê reş, di nav rengan da, rengê herî giran û esîl e. Wê bêkesîya keçikên welatê xwe, êşa keçikên welatê xwe, derûnî û mecbûrîyeta navbedena bedena wan keçikan, bi rengê reş û bi derûnîyek kûr derdixe ber me. Êrîşên ser wan, zilma ser welatên wan bi xeyalên wan ra dihone û her derîyê hêvîyekê ji me ra vekirî dihêle. Carinan pişta xwe dide darekê û bi tena serê xwe bedena xwe hembêz dike. Carinan berê xwe dide rêwîtîyek bi ber hêvîyek nû da. Carinan ji êrîşên ser wan bedenên nazik, bi lepên xwe, bi pênûsa xwe ya ku reş dinexşîne, diparêze. Ji bona Çidem Baran “Reng, li gor deman diguherin...” Ango li gor derûniya wê tên guhertin.
Çidem Baran, raser di şêwaza wêneyên xwe da eşkere dike ku; “Ji beloqbûnê hez nake.” Ji ber wê jî wêneyên reş û spî, di nav mijê da wek rewkrewkan tên berçavên me. Di vir da jî wênesaza me eşkere, “nependîbûnê, nediyarbûnê” diparêze. Rewşa her portre û wênesazîya li ser zarokên keçik, yek bi yek di nav vê nedîyarîyê da di bin bêndera peyamên ramanan…
11.09.2020


Çidem Baran, Di sala 1985an da li gundê Midyadê (Bamezrût) hatîye dinê. Di heman salê
da malbata wê koçî Êlihê dike û heya a niha li wir dijî. Demeke dirêj di Kargeha Hunerên Bedew ya Fewzî Bîlge da, di perwerdehiya wêne û wêjeyê da cih digire. Avakareke MST ( Maseya Seydayê Tîrêj ) e. Pêşangeha xwe ya yekemîn ya wêneyan di sala 2012an da li bajarê Almanya Celleyê li dar dixe. Endameke, “Atolye 22“ ya wênesazên Alman e. Demekê mamostetiya rêzimana Kurdî dike. Di Zanîngeha Dîcleyê de di 2018an da beşa wêne diqedîne. A niha li Zanîngeha Artûklûyê di beşa wêne da master dike…
Li gor wê huner: “Ji bo mirovê ku bi zayîna xwe ra neazadbûnê jî tîne riya herî azad e.”
Çidem Baran wek berhem; sê roman û hevpeyvînek jî dîyarî me kirîye.
Berhem:
1-Li Peravên Torê, Torên Evînê, ( Roman, 2011, Ronahî)
2-Lerizînên Tenêtiyê, ( Roman, 2012, Ronahî )
3-Li Dû Siya Sêwiran, ( Roman, 2014, Ronahî )
4-Şikefta Helbestê, ( Hevpeyvîn, 2014, Ronahî)