1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Occo Mahabad
  4. Nivîskarî û Xwekuştin
Nivîskarî û Xwekuştin,nivîskarî,û,xwekuştin

Nivîskarî û Xwekuştin

A+ A-

Occo Mahabad


Di dîrokê de gellek kes û nivîskar hene ku xwe kuştine. Her xwekuştin sedemên cuda dihewîne. Di vê çalakî û biryara kesane de mirov di tûrika jiyana xwe de gellek raz û hestên tevlihev û nefambar vedişêrin. Em nikarin mijara xwekuştinê bi pêşdarazên beredayî mehkûm bikin. Divê baş bê fêmkirin ku nakokî û aloziyên heyî yên jiyanê xwe bi siya mirinê ve nîşanî civatê didin. Loma pirsa "Gelo çima xwe kuşt?" piştî mirinê giringiyê nade wate û sedemê. Hûn rast bibînin an jî nebînin her xwekuştin ji sedî sed mijareke şexsî ye ku li gorî mantalîte û hebûna xwe sedemên rewa û mafdar dihewîne. Mirin û xwekuştin jin, mêr, zarok, netew nas nakin.

Ramyar û fîlozofên serdema pêşîn û nûjen di vê diyarde û bûyera girîng de cuda cuda fikirîne û tevgeriyane.

Sokrat canê mirovan milk û sermiyana Xwedayan dibîne lewma ne alîgirê xwekuştinê ye lê dibêje ger mirov mecbûr bimîne xwekuştin ferz e.

Eflatun jî wekî Sokrat întixarê rê û rêbazeke rast nabîne, taswîp nake ji xêncî sedemên mecbûrî.

Arîsto bi temamî li dijî xwekuştinê derdikeve. Întixarê karê hemwelatiyên bêkêr û xerab dibîne û rave dike. Li gorî Arîsto jiyan diyariyeke mezin e ku ji me re hatiye dayîn divê qedr û qîmeta wê bê zanîn. Întixarê wek emelê ehmaqan şîrove dike. Arîsto arîstokratekî ye alîgirê hêzdaran e. Bi dîtina wî, mirina xelkê feqîr û reben girîng nîne.

Epikuros ger mirov bextreş û bêsiûd be dikare bi mafdarî xwe bikuje loma întixarê çalakiyeke rewa dibîne. Li gorî wî her mirov azad e ku xwe bikuje. Epikuros giringiyê dide azadiya fikr û ramanên mirovan.

Cicero ji ber sedemên olî û civakî li dijî xwekuştinê disekine.

Platonparêzên Nû yên wekî Pythagoras, Plotinos û Porphyrios jî li dijî xwekuştinê derdikevin.

Seneca heke mirov zehf kal be û zewqa jiyanê nemabê xwekuştinê rêyeke mafdar teswîr dike.

Albert Camus bi hêrs dipirse: "Gelo jiyan tiştekî ewqas watedar e ku mirov bijî? Wate nemîne çîrok û serpêhatiya mirinê dest pê dike." Lewma di hişê Camus de xwekuştin mijareke pêwîst û watedar e.

Nietzsche xwekuştinê erênî dibîne û dibêje: "Mirov heyîneke xurt nîne, jiyan her roj lawaziyê bi bêhêvîtiyê ve derdixe pêşberî me. Ji ber vê carinan çalakiya herî mezin, esîl û şanaz xwekuştin e. Întixarê biryara kesên azad qebûl dike.

Schopenhauer jiyanê tiştekî erjeng dibîne xwekuştinê bi dildarî dipejirîne. Bi fikra wî ev civat bi dizî, kuştin, şêlandin û bi hezaran xerabiyan cihekî kambax, rezîl û kepaze ye lewre întixarê wek rêya xelasbûnê dipejirîne.
Civaknasên serdema nûjen jî li ser întixarê ji hev cudatir fikirîne û sekinîne.

Emil Durkheim xwekuştinê rastiyeke civakî şîrove dike. Li gorî wî kesên ku xwe dikujin êdî bi civatê re li hev nayên bi zanebûn qestî canê xwe dikin. Durkheim di întixarê de siya tenêtî, bêhêvîtî û belengaziyê digere.

Kant xwekuştinê naperijîne wekî tiştekî şermdêr û kerixîner dibîne.

Javata û Melvin Seeman di bingeha xwekuştinê de biyanîbûna mirov û civatê dibînin. Li gorî wan mirovên modern, belengaz û tenê ne rizgarbûnê di xwekuştinê de digerin.
Li ser întixarê gellek teoriyên psikolojîk jî hene dixwazim fikrên çend psîkologan bînim ziman.

Li gorî Sigmund Freud ji bo mirov tişta herî girîng diyardeya zayendîtiyê ye. Freud întixarê wek sadîzmeke rihî îfade dike. Li gorî wî mirovên ku rihê wan birîndar û nexweş dikarin xwe bikujin.

Di teoriya Erich From de ajoyên civakî girîng in ne tehnên kesane û zayendî. Li gorî wî her mirov di hundirê civakê de dibe mirov. From xwekuştinê pirsgirêkeke civatî qebûl dike û wisa dinirxîne.

Karl Menninger întixarê di navbera jiyan û mirinê de wekî şerekî dijwar û jêneger dibîne. Li gorî fikra wî kîjan xurt be ew qezenc dike.

Ol û baweriyên modern jî xwekuştinê li gorî xwe rave kirine.

Ola Îslamê xwekuştinê guneheke mezin dibîne bi teqez qedexe dike girîngiyê dide jiyana mirovan. Lewma rêjeya întixaran li gorî lêkolînên kirî di hundirê Misilmanan de pirr hindik in.

Piştî ferman û nêrînên alim û mirovê dînî yên Augustin, Ola Xaçpareziyê întixarê erênî nake û nasepîne. Di serdema kevn ya klasîk de rewş hinekî cudatir e carinan Xaçperestên bawermend ji bo ku ji zordestiyê xwe xelas bikin mecbûr dimînin bi komî an jî şexsî întixar dikin. Di roja me de otorîteyên Xirîstiyanî ji xeynî mezheba Protestanî xwekuştinê gunehekî erjeng dibînin û napejirînin.

Ola Cihûtiyê xwekuştinê wekî olên din yên sereke gunehekî li hemberî Xwedê qebûl dike. Lewma li dijî xwekiştinê disekine. Cihûtî jiyanê pîroz dibîne.

Olên wek Hînduîzm, Budîzm û Caynîzim li hemberî întixarê hikmên dijwar negotine û neanîne ziman. Hema hema em dikarin bibêjin ku rê dane xwekuştinê û teşwîq kirine bi kirinên xwe.

Xwekuştin bi sedan reng, sedem û armancan dikarin derkevin pêşberî me. Lê dive em fêm bikin ku xwekuştin rastiyeke civakî ye mixabin herdem dê rastî me were. Dawiya dawî nivîskar jî mirovekî/ê ye dikene, digirî, bedbext an jî bextewar dibe. Hêza nivîskar qelema wî/wê ye. Bi qelem û fikrên xwe pêşengiya civatê dike. Civat fêm neke jî ew mecbûr e rola xwe ya dîrokî bilîze û bibe neynik û ûjdana civatê. Di dinyayê de gellek nivîskarên jêhatî bi sedemên cihê xwe kuştine. Ez ê ji xwendevanan re behsa jiyana çend niviskarên Kurd û yên Biyanî bikim ku xwe kuştine.

Dema ku behsa xwekuştinê derbas bibe nivîskar û helbestvanê Kurd Şikoyê Hesen tê bîra min.

Şikoyê Hesen di sala 1928an de li gundê Camuşvana biçûk ku girêdayî navçeya Axbarana Ermenistanê ye tê dinyayê. Malbata Şiko piştî şerê cîhana yekemîn ji ber qetliyama dewletê xwe xelas bike mecbur dimîne ji Dîgora Qersê koçî Ermenistanê dike. Şiko hê pênc salî ye bavê wî Hesenê Mido dimire. Apê wî Sofî lê xwedî dike.

Şiko piştî xwendina xwe ya seretayî, navîn û ya dawî di sala 1948an de diçe zanîngeha Yêrîvanê beşa ziman û zanistiyê dixwîne. Bi xelaskirina zanîngehê ve di navbera salên 1954 û 1957an de mamostetiya zimanê Ermenkî dike.

Şiko di beşa kurdî ya radyoya Yêrîvanê de dest bi edîtoriyê dike û di navbera salên 1959 û 1961'an de jî karê şêwirmendî û wergêriyê dike. Demekê edîtoriya Radyoya Rewanê dimeşîne. Di sala 1961'an de bi sedema perwerdehiyê diçe Leningrad'ê û ser zimannasiyê doktoraya xwe dike. Di sala 1965'an de di Enstîtuya Gelên Asya û Afrîkayê de beşa Kurdolojiyê temam dike.

Helbestên Şiko cara pêşî di rojnameya Zanîngehê de û dûre jî di rojnameya Rêya Teze de tên weşandin û car caran jî li radyoya Kurdî tên xwendin. Şiko dibîne ku dewleta Sovyetê pişta Kurdan digire, her derfetê radixîne pêşî wan, ziman, çand, huner û jiyana Kurdan mezin û bilindtir dike ji ber vê mebestê herdem dibe alîgirê dewleta Sovyetê.

Şairê dildar, qelemhêz û hestiyar Şikoyê Hesen di sala 1976an de xwe dikuje lê hê jî sedema xwekuştina wî ya rasteqîn nayê zanîn. Gora wî li paytexta Gurcistanê ya bajarê Tîflîsê ye.

Heta mirina Şiko sê heb pirtûkên wî çap dibin. Di sala 1961an de pirtûka Qalçîçek, di sala 1966an de pirtûka Tembûra Kurda, herî dawî di sala 1970an de Meremê Dilê Kurd.
Piştî mirina Şikoyê Hesen bi navê "Perwaza Welat" û "Payîz û Ba" du heb pirtûkên wî çap dibin.

Ez çiqas qala wî şairê zimanhez, helbesthez, fîdekar û jêhatî bikim dilê min diêşe. Şiko nivîskarekî wêdetir însanekî ye. Divê xwendevan bizanibin û têbigihîjin ku her xwekuştin çalakiyeke kesane ye û li gorî xwe sedemên rast û mafdar dihewîne.

Divê neyê zenkirin ku xwekuştin qelsî an jî bêhêzî ye. Ji ber ku her xwekuştin bi zanebûnî tê kirin û xwestin. Ka ji xwe bipirsin "Gelo çend kes dikare ku xwe bikuje konê xwe bar bike ji vê dinyaya fanî".

Nivîskarê duyemîn yê Kurd ku xwe kuştiye dixwazim bi we bidim nasandin ew helbestvanê zîrek Mihemed Omer Osman e.

Mihemed Omer Osman di sala 1957an de li taxa Dêrgezên bi ser bajarê Silêmaniye ye tê dinyayê. Dema pola sêşemê dixwend ji ber şerê di navbera Iraq û Îranê xwendina xwe nivî dihêle. Di sala 1975an de dest bi karê nivîsandin û rojnamegeriyê dike. Carinan ji ber sedemên darayî karkeriyê dike.
Helbestên wî ji aliyê ciwanên Kurd ve pirr tê hezkirin. Ji ber helbesta wî ya Generalê Payîzê ku di dîwana wî ya Li Xurbetê cih digirt navê wî wek Generalê Payîzê hat binavkirin.

Di sala 1991an de li Şeqlawayê di Kongreya Yekitiya Nivîskarên Kurd de dibe endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd.

Berhemên wî heta niha di gellek rojname, kovar û malperan de hatin weşandin. Pirtûka wî ya Li Xurbetê di sala 2013an de li Bakur ji aliyê weşanxaneya Avestayê tê çapkirin.

Ev şairê dilgeş di sala 2019an de mixabin di mala xwe de xwe darde dike. Mebesta xwekuştina wî ji raya giştî ve tucarî nehat zanîn.

Piştî helbestvanên Kurdan divê em hinek jî bala xwe bidin nivîskarên cîhanê. Gellek nivîskarên cîhanê yên întîxar kirine hene wek mînak; Virginia Woolf, Mayakovskî, Walter Benjamin, Sylvia Plath, Cesare Pavese, Stefan Zweig, Jerzy Kosinski û gellek navên din.

Lê ez ê ji we re bi tenê qala du nivîskarên cîhanê bikim ku bandoreke mezin li ser xwendevanên cîhanê hiştine.

Parêzvanê bizava futurizmê nivîskar û şanoger Vladimir Mayakovski di sala 1893yan de li Gurcistanê ji dayik dibe. Bi saya fikr û ramanên xwişka xwe Bolşevîkan nas dike di 15 saliya xwe de dibe endamê Partiya Qomînîst ya Bolşevîkan. Ji ber çalakî û nêrînên xwe yên Sosyalistî pirî caran tê girtin û dikeve hepsê.

Piştî damezrandina dewleta Sovyetê ji bo pêşxistin û fêmkirina bizava Futurizmê hewl dide, dixebite, gellek helbest û tekstên şanoyê dinivîsîne.

Dostê wî yê ku jê zehf hez dikir Sergey Yesenin li Leningradê întîxar dike. Ev bûyera întîxarî dilê wî pirr diêşîne û tesîreke mezin lê dike.

Mayakovski gellek caran ji ber fikrên xwe yên rexneyî tê şermezarkirin lewma ji aliyê nivîskarên din zêde nehatiye hezkirin û qebûlkirin.

Rihê Mayakovski weki zarekî biçûk û delodîn bû. Tucarî ji aliyê derdora xwe ve nehat fêmkirin. Em dikarin bêjin ku ew mirovekî tenê bû.

Vladimir Msyakovski di sala 1930yan de bi çeka xwe ya emegdar xwe dikuje.

Nivîskara duyemin ya biyanî ku jiyana wê zêde zêde bandorker û balkêş e dixwazim hinek behs bikim ku bila xwendevanên me hinekî binasin.

Helbestvan û nivîskara Emerîkî ya zarxweş Sylvia Plath di sala 1832yan de li Massachusettsê ji diya xwe dibe.

Plath helbesta xwe ya pêşî di heyşt saliya xwe de dinivîse. Di sala 1940an de bavê wê dimire. Ev mirin jiyana Plath tevlihev û serobino dike. Piştî mirina bavê wê tê dîtin ku Plath nexweşê psîkiyatrik ya manik depresif e.

Di sala 1950an de li Smith Collegeê dixwaze xwe bikuje lê bi ser nakeve wek birîndar xelas dibe. Demeke kurt ji ber vê bûyera xêrnexwez li tîmarxaneyê dimîne.

Di sala 1955an de li koleja Smith diqedîne. Piştî kolejê zanîngeha Cambridgeê dixwîne û xebatên xwe yên nivîskî li wir didomîne. Gellek helbestên wê di rojnameya Varsity ya zanîngehê de tên weşandin.

Di sala 1956an de bi helbestvanê Înglizî Ted Hughes re dizewice jiyana xwe li Londonê didomîne. Lê ji ber nexweşiya wê ya psîkiyatrîk ya manik depresif zewaca wê zêde dewam nake mêrê xwe berdide jê vediqete bi zarên xwe re bar dike cihekî din maleke kevn û erzan kirê dike.

Di sala 1963yan de ji ber jiyana xwe ya feqîr, belengaz û dijwar zarokên xwe di odeyekê de kilît dike berê xwe dide mitbaxê serê xwe dixe hundirê firinê bi gaza firinê xwe dikuje.

Hûn jî dibînin ku xwekuştin rastiya jiyana cîhana me ye. Helbet gellek sedemên xwekuştinê hene: Sedemên psîkiyatrîk, felsefîk, olî, civakî, îdyolojîk, ekonomîk û yên şexsî.

Sedem her çi bibe jî ev tercîha kesan e. Hûn bûyer û rastiya xwekuştinê qebûl bikin an jî nekin ew ê herdem her roj şopa xwe bi siya mirinê ve derxe pêşberî we.


Gotinên miftehî :