1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ewdil Ararat
  4. Nivşê nû yê muzîka kurdî
Nivşê nû yê muzîka kurdî,nivşê,nû,yê,muzîka,kurdî

Nivşê nû yê muzîka kurdî

A+ A-

Muzîka kurdî ya "nûjen" jî mîna rewşa Kurdistanê, ji hev parçe parçe ye. Ya bakûr, di bin bandora tirkî, yên başûr û rojava di bin bandora erebî ya rojhilatê Kurdistanê jî di bin bandora farisî da ye. Ev keç û xortên ku van salên dawîyê bi muzîka "nûjen" a kurdî mijûlin, an bi aksenta tirkî, yan jî bi aksentên erebî û farisî disitrên. Nemaze evên bakurî. Rojda-mojda, Aynûr-maynûr, Sêbira-mêbira, Rojîn-mojîn ûwd.. Liste dikare dirêj be. Dema meriv li wan guhdarî dike, canê meriv girîzo dibe, mûyên meriv dibin şûjin.
Ev ciwanine dema ku nû dest bi hunera xwe dikin, hinek hêvî didin û meriv dibê qey ew dê tiştên baş ji bo paşerojê bikin. Ji wana Rojda dema ku nû hatibû bazara muzûkê, min ji bo hewisandinê, li ser wê pesinenivîsek jî bi navê "Rojda" nivîsandibû berîya deh salan, di rojnameya Avestayê da.
Rojdayê dema ku sitrana "Lêlê rihê" ya Aram Tîgranî xwend, ez poşmam bûm, li wê nivîsê. Xwezî min ew nenivîsanda.
Aram di wê sitranê da dibêje: "Tu nanpêjî ez birçî me. Tu avê bîne ez tî me." Rojda tam tersê wê dibêje; "Tu nanpêjî ez tî me. Tu avê bîne ez birçî me." Îcar tu nikaribî peyivên "birçî" û "tîbûnê" ji hev derînî, wate; kurdîya te pir lawaz e. Ev nivşê nû ya muzîka kurdî kêm û zêde hemû di vê rewşê da ne. Ne kurdîyê baş hîn dibin, ne xwe ji asteng û aksentên zimanên biyînîyan rizgar dikin û ne jî ji bo şaşîyên ku kirine, lêborînê dixwezin!
Hunermendî berpirsîyarî û rêzdarîyê jî divê!
Min berîya mehêkê vê jêrenotê ji Instagrama fermî ya Rojdayê ra nivîsî. Xanimefendîyê ne tiştek got û ne jî bersîvek da..
"Rojda xanim dem baş, meriv dibêje "Tu nanpêj î, ez tî me." yan dibêje "birçî” me? “Avê bîne ez birçî me!" yan "tî" me? Piştê ku te wê sitranê got, te lê guhdarî kir? Bi ya xalo Aram ra da berhev? Ka te çi gotîye?! Divê tu bi daxuyanîyekê vê şaşîya xwe sererast bikî!
Keça min kurdîyê baş fêr bibin, li sitranan baş guhdarî bikin, paşê bisitrên! Dengê te xweş e, mixabin cira te hîç nexweş e...
Silavên ji dil... Ewdil Ararat, mamosta, Berlîn"
Ev jî lînka sitrana "lêlê rihê" ye, ku Rojda disitre. Şaşî di deqeya 01:53yan da ye:
https://www.youtube.com/watch?v=4bo-WEq9C64
E. Ararat
11. adar 2022, Hellersdorf- Berlîn


Gotinên miftehî :