1. Tekst

  2. Gotar

  3. İbrahim Güçlü
  4. Operasyona Efrînê û PYD û Divê Çi Bê Kirin?
Operasyona Efrînê û PYD û Divê Çi Bê Kirin?,operasyona,efrînê,û,pyd,û,divê,çi,bê,kirin

Operasyona Efrînê û PYD û Divê Çi Bê Kirin?

A+ A-

Dewleta Tirk demeke ku li hemberî Efrînê operasyona leşkerî dimeşîne. Li ser gelê Efrînê û tevayî kurdan xeteriyeke mezin heye ku qetlîamek çê bibe.

Dinya û bi taybetî jî Emerîka û Rûsya deng ji vê operasyonê re dernaxin. Ev cara yekemîn nîne ku Rûsya û Emerîka li hemberî kurdan xiyanetê dikin. Wan li Komara Mehabadê ya Kurdistanê, di şerê 1974an a navbeyna desthilatdariya Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de û di hilweşandina Otonomiya Kurdistanê de û 16 Oktobira 2017an de di îşgala Kerkûkê de jî hemanxiyanet kirin, pêşiya dewleta Kurdistanê girtin.

Divê kurd ji ev ceraibandina pêwendiyên navneteweyî baş ders derxin, ji bona xwe rê û rêbazeke nû bibînin. Hêza xwe baş hesap bikn. Ji derveyî hêza xwe hesaba li ser hêzên derve nekin.

ARMANCA OPERASYONA EFRÎNÊ: PÊŞIYA PARÇEBÛNA DEWLETA TIRK GIRTINE…

Dewleta Tirk dema dest bi operasyonê kir got ku “PKK/PYD ji bona ewlekariya me û yekîtiya Sûriyeyê xetere ye. PKK/PYD dixwaze dewleteke terorê bi piştgiriya Emerîkayê ava bike.”

Lê di heman demê de digot ku “ji bona me pirsgirêka pêşerojê/bekaayê heye”

Ev yeka jî derdixe holê ku pirsgirêk ji bona Dewleta Tirk PKK/PYD nîne. Ji bona dewleta Tirk, kurd xeter in.

Loma jî armanca operasyona Dewleta Tirk ew e ku dixwaze pêşiya parçebûna dewleta xwe bigre. Lewra dema ku li Rojavayê Kurdistanê kurd dewletê ava bikin, wê demê ji bona kurdên Bakurê Kurdistanê dê bibe model û mînak. Ew jî ji bona dewleta Tirk dibe xeter.

Dewleta Tirk, ji bona ku piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê diyar bû ku neteweya kurd û kurdistanî dê dewleta xwe ava bikin, dev ji tîfaqa xwe ya stratejîk ya Dewleta Federe ya Kurdistanê berda, bi Iraqê re tîfaq çêkir û alîkarî kir, ku beriya wê demeke kurt dijminê Iraqê bûn, encama êrişeke hevbeş Kerkûk û gelek bajarokên Kurdistanê îşgal kirin.
Li vir jî sedem li Başûrê Kurdistanê pêşiya dewletavakirinê girtin bû.
Piştî ku Kemalîstan desthilatdarî ji Xanedana Osmaniyan wergirtin, ji bona xwe, ji bona burokratên sivîl û leşker dewletek ava kirin, li dijî kurdan şer kirin û mafê kurdan xesip kirin, ji bona xwe wek stratejiyekê pejirand. Loma jî li dijî serhildanê milî yên Kurdistanê helwestek hişk, nîjadperest, leşkerî/mîlîter û kurdtunekirin nîşan da. Hemû serhildanên milî yên Kurdistanê bi qetlîaman şikandin. Serokên tevgerê kûştin û îdam kirin.

Hemû sedem jî ew bû kurd mafê çarenivîsiya xwe diyar nekin û dewleta xwe ava nekin.

Dema ew helwesta nîşan da, PKK/PYDê tune bû. Loma jî PKK/PYDê sedema esasî nîne ku sedema bingehî ya stratejîk binperde dike.

OPERASYONA EFRÎNÊ, OPERASYONEKE STRATEJÎK Û YA ÇAR DEWLETÊN KOLONYALÎST E. LOMA JÎ BERDEWAMIYA OPERASYONA KERKÛKÊ YE…

Li Rojhilata Navîn rewşeke taybet heye. Li hemû welat û dewletan tevlihevî, şer, teror, zûlum heye. Gelên Rojhilata Navîn di wê nerînê de ne ku dewletên emperyalîst bi taybetî jî Emerîka li welatên wan şer derdixe, ji kaos, teror, krîzê re rê vedike.

Li Kurdistanê çar dewletên kolonyalîst bi taybetî ev nerînan tînin ser zimên. Li hemberî vê stratejiya Emerîkayê dixwazin yekîtiyekê çêkin û pêşiya parçebûna welat û dewletên xwe bigrin.

Bi vê mebest û armancê ji boma li Başûrê Kurdistanê pêşiya dewletavakirina kurdistaniyan bigrin, di nav xwe de yekîtî çêkirin û Kerkûk îşgal kirin.

Bi operasyona Efrînê jî, hemanarmancê dixwazin pêk bînin. Loma jî operasyona Efrînê ya dewleta Tirk encama aqlekî hevbeş e.

Ev operasyon li Sûriyeyê li hemberî kurdan destpêkek e. Ew dixwazin herêmên din yên kurdî jî, bigrin destê xwe. Dewleta Tirk ev armanc û plana xwe jî gelek aşikere tîne ser zimên.

Çar deweletên kolonyalîst jî, ji bona ku pêşiya parçebûna xwe an jî bi wateyeke din ji bona ku li Kurdistanê dagirkeriya xwe û kolonyalîzma xwe bidomînin, her dem di nav tîfaqekê de bûn. Di vê merheleyê de jî tîfaqa wan didomîne.

Operasyona Efrînê, berdewamiya operasyona li dijî Kerkûkê û êrişa li Başûrê Kurdistanê ye.


PKK/PYD YA LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ HIM DAGIRKER Û HIM JÎ DÎKTATOR E...

Rastiyeke din jî heye ku divê em kurd wê rastiyê jî bibînin. Wê demê helwesteke rastir diyar kirin, tê rojevê.
PKKê piştî ku çû li Sûriyeyê cîwar bû: Raste rast bi rejîma baasê û dewleta kolonyalîst re danûstandin kir. Ji bona ku pêwendiyên xwe pêşve bibe, li Rojavayê Kurdistanê jî hemû rêxistinên Kurdistanê dijmin îlan kir. Got ku “Rojavayê Kurdistanê welatek nîne û miletek li vir najiye.”

PKKê garantî da rejîma baasê û dewleta kolonyalîst ku dê pêşiya tevgera milî li Rojavayê Kurdistanê bigre û cîwanên kurd kanalîzeke beredayî bike û bide kûştin.

PKKê ji bona plan û projeya dewleta kolonyalîst û desthilatdariya xwe, cîwanên Rojavayê Kurdistanê ji bona ku ji rejîma baasê re nebe xeter, ji tevgera milî ya Rojavayê Kurdistanê dûr xist.

Ev projeya piştî salên 2011an rengekî din qezenç kir. Rejîma Baasê desthilatdariya xwe bi PKK/PYDê re parve kir. Li Rojavayê Kurdistanê dîktatoriyek mişterek ava bû.
Her çiqas hewcedarî nebû jî, rejîmê PKK/PYDê çekdar kir. Bi PKK/PYDê pêşiya mixalefeta kurd ya li dijî rejîma baasê girt. Nehişt ku mixalefeta milî û demokrat ya Kurdistanê bi mixalefeta ereb re bibe yek.

Li ser miletê me yê kurd û kurdperweran zûlmeke mezin tê meşandin.
Navê Rojavayê Kurdistanê pêşî kirin “Rojava” û nûha jî kirine “Bakûrê Sûriyeyê”.
Ev jî biryareke giştî ye û bi ereban ve wergirtin. Gorî vê biryarê weletekî miletê kurd tune ye, herêmek ya Sûriyeyê heye.
PKK/PYDê, piştî ku ji aliyê Rejîma Baasê de hat çekdar kirin, li paşî û pêşiya xwe nenêrî kete dû macereyên din. Dema ku Îran û Rûsya, bi daxwaza Rejîma Baasê hat Sûriyeyê wê demê PKK/PYD ji bona her sê hêzan bû leşker. Li hemberî mixalefetê şer kir. Ew ciyê ji destê mixalefetê derxist, teslîmî rejîmê kir.

PKKê dema ku bi van sê hêzan re danûstandin didomand, Emerîka bi wan re ket nav pêwendiyan. Roj bi roj jî ew pêwendiya xurttir bû. PKK/PYD xwest ku hemûyan bi hev re îdare bike. Lê îmkana vê yekê tuıne bû. Diyar bû ku ew dê ji bona kurdan xeteriyekê çêke. Di encamê de dema ku Dewleta Tirk xwest dest bi operasyonê bike, Rusyayê, Rejîmê îzin da ku Dewleta Tirk operasyonê çê bike, belafiran bi kar bîne.
Heger Dewleta Tirk operasyon nekiribiya jî, Rejîma îro û an jî rejîma di pêşerojê de bê ava kirin, dê li Efrînê operasyponê çê bike û îzin nade ku PKK/PYD çekdarî li Efrînê bimîne.

PKK/PYDê dema ku bi Emerîkayê re danûstandin pêş xist, ev car çûn Reqayê û Dêrezorê dagir kirin.. Ev jî pêşerojê pirsgirêkeke mezin e. Lewra ereb bajarên xwe nadin PKK/PYDê. Loma jî li wir jî şerek di rojevê de ye.

Ev tevayî derdixin holê ku çekdarbûna PKK/PYDê ji bona miletê kurd xeteriyek mezin çêkiriye. Hewcedariya kurdan çek tune bû. Lewra dema ku di guhertina Sûriyeyê de, kurd dê bibûna xwediyê mafên xwe yên milî û dê li welatê xwe desthilatdar bûna.

DIVÊ ÇI BÊ KIRIN?

Ez dixwazin kar û xebatên bê kirin bi çend xalan zelal bikim.
1-Divê hemû kurd û kurdistanî, hemû rêxistin û partiyên Kurdistanê, dezgehên kurdistanî li hemû beşên Kurdistanê li dijî êriş, dagirkerî, qetlîam, operasyonên dewletên kolonyalîst derkevin. Wan rûreş bikin. Wek çewa em li dijî îşgala Kerkûkê derketin, divê li dijî Opareasyona Dewleta Tirk ya li dijî Efrînê jî bê derketin. Li derveyî welêt bi dîplomasiyeke xurt û bi xwepêşandanên girseyî di derbarê xerabiyên li kurdan û Kurdistanê tên kirin dinyayê agahdar bikin.
2- Divê em ji rewşa Kerkûkê û ji Efrînê ders bigrin, rê rêbazeke nû tespît bikin, gorî van rê û rêbazên nû, xwe û tevgera milî ya Kurdistanê realîze bikin. Rêxistinên Kurdistanê bi deweletên herêmî û dewletên dinyayê yên emperyalîst re dikevin nav pêwendiyan, ji derveyî şertên me gav davêjin, plan û projeyan çê dikin. Bi taybetî jî çek digrin. Di dawî de ev pêwendî ji miletê me re dibe feqeke mezin. Divê em dest ji vê şaşiyê berdin.
3-Ji bona ku li Efrînê qetlîam çê nebe, divê PKK/PYDê guh bidin pêşniyarên kurdan û rêxistinên Kurdistanê. Bi taybetî jî divê PKK/PYD, pêşniyar û nerînên ENKSê bide ber çav. Gorî wê tedbîrên nû bigre û nekeve nav maceraperestiyekê.
Divê PKK/PYD, hêzên dewleta Sûriyeyê û hêzên Haşdî Şabî gaziyê Efrînê nekin û xwe ji Efrînê vekişînin. Efrînê ji rûniştanvanên kurd yên Êfrînê re bihêlin.
Divê PKK/PYDê, ceribandaina Komara Kurdistanê ya Mehabadê û serokkomar Qazî Mihemed, Desthilatdariya Otonomiya Kurdistanê û Serok Mistefa Berzanî, bûyera Kerkûkê ya 16ê Oktobira 2017an bidin ber çav.
PKK/PYD divê di heman demê de dest ji zûlma kurdan û dîktatoriya xwe berde.
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Amed, 23. 02. 2018