1. Tekst

  2. Gotar

  3. Abit Gürse
  4. PARADÎGMAYA NÛ: ZIMAN Û NASNAME
PARADÎGMAYA NÛ: ZIMAN Û NASNAME,paradîgmaya,nû,ziman,û,nasname

PARADÎGMAYA NÛ: ZIMAN Û NASNAME

A+ A-

Herweha çênabe mirov ji partîyên sîyasî yên kurdan ra bibêje dev ji programên xwe yên sîyasî berdin. Lê belê divê herkes ji partî û rêxistinên kurdan ra bibêje li ser xalên hevbeş (mişterek) werin ba hev, bi hev ra xebatê bikin. Li gor bîr û bawerîya min ev xala mişterek jî ZIMAN û NASNAME ye. Ji bona vê divê ew partîyên kurdan ku Platforma Zimanê Kurdî pêk anîne, bi rêxistinên demokratîk û pîşeyî, rêxistin û dezgehên ku ji bo ziman û nasmameyê xebatê dikin, hunermend û nivîskar û rewşenbîrên kurdan bighînin hev tevgereke milî û girseyî ji bo ziman û nasnameyê organîze bikin.

Abit Gürses*
Ez qet hez jê nakim di nivîsên xwe da mefhûmên teorîk û bîyanî bi kar bînim, lê carna ji neçarîyê bi kar tînim, wekî vê carê min mefhûma paradîgmayê bi kar anîye.
Maneya paradîgmayê çi ye? Min ji bo çi ev mefhûm bi kar anîye?
Li gor ferhengan maneya paradîgmayê, zincîreya pîvan û hêjayîyan e.
Di vê nivîsa xwe da min peyva paradîgmayê bi maneya doz, hedef, armanc, daxwaz û hêvîyên hevbeş bi kar anîye.
Ango ez dixwazim bêjim, kurdên ku li nav sînorên Tirkîyeyê dijîn, hîn jî kurdbûna xwe înkar nekirine û nakin, ji kurdbûna xwe narevin, divê ziman û nasnameya xwe bikin armanc, hedef, daxwaz, bi kurtebirî bikin doza xebat û tekoşînê, da ku bikaribin xwe ji wendabûn, bişavtin û helandin û tirkbûnê xilas bikin.
Ev daxwaz, ev fikir li ba min demek e pir zelal bûye. Derheqa vê mijarê da dinivîsim, dipeyivim, nîqaşê dikim, dixwazim bala partîyên kurdan, rexistinên demok-ratîk û pîşeyî, rewşenbîr, hûnermend û dezgehên ku ji bo zimanê kurdî xebatê dikin bikşînim ser xalekê; bila bên li ba hev, bi hev ra, tevgereke millî ji bo ziman û nasnameyê rêk bixin (organîze bikin).
Baş e, ev daxwaz hema ji nişka ve hat bîra min, hewesek e, yan li gor bîr û bawerî, tahlîl, lêgerîn û lêkolînekê derket holê.
Xwezî îmkana min a lêkolîn û lêgerînê hebûya, mixabin nebû. Min çavderîyên (observasyon) xwe, tahlîlên xwe, li ser rewşa milet û civaka kurd, sîyasetên antî-kurd a dewleta tirk, rewşa partî û rêxistinên kurdan anî ber çavan, analîz kir, bi vî awayî giham vê bîr û bawerîyê.

Çima ziman?
Ji ber ku bingeha hebûna miletê kurd zimanê kurdî ye.
Ji ber ku zimanê me di bin tehdîda windabûnê da ye.
Ne bi tenê zimanê me, nasnameya me jî di bin tehdîda windabûnê da ye!
Îro li gor deh sal, çil sal, şêst sal berê zimanê me zêdetir ketîye bin tehlîkeya windabûnê.
Bi milyonan kurd zimanê xwe ji bîr kirine, fêrî tirkî bûne, bi vî awayî ziman bûye tirkî, nasname jî bûye tirk.
Ev pêvajoya asîmîlasyonê 100 sal e dom dike. Eger mirov rewşa salên berê bi rewşa roja me bide ber hev hingî pir aşkere dibîne, rewşa ku miletê me di nav da ye ne baş e.
Partîyên Kurdistana Bakur, programa PDKê ku doza otonomîyê dikir, ne diecibandin, hemû grûp û partîyên sîyasî ku li pey PDKê hatin avakirin, doza serxwebûnê dikirin, xebata çekdarî diparastin. Ango daxwazên azamî (maksimal) didan pêş. Hevûdu bi reformîzm, revîzyonîzm, oportunîzm, heta bi xayîntî îtham dikirin.
Wekî nimûne, PKK hemû partî û rêxistinên kurdî bi xayîntî û bi peyatîya kolonyalîstan îtham dikir, digot hûn serxwebûna Kurdistanê naparêzin!
Partî û rêxistinên bakurî bi bilindkirina daxwazên azamî û bi çepîtîyek tûj bi hev ra reqabet dikirin. Lê belê ne PKK, ne jî partîyên din, dev ji serxwebûnê berdin, dev ji daxwazên sosyalîstîyê berdin; tu mafekî neteweyî û civakî bi dest nexistin.
Piranîya van partîyan îro di nav sîstema sîyasî ya Tirkîyeyê da cih girtine. (Wekî HDP, DBP, HAKPAR, PDKT, PAK, PSK, ÖSP, AZADÎ, DDKD, KDP-B) ji bo hebûn û mafê kurdan xebatê dikin.
Xebata çekdarî ya PKKê û şerê xendekan ji xeynê valakirina bi hezaran gund, koçberbûna milyonan kurd, kuştina bi hezaran xortên kurd û wêrankirina çend bajaran wêdetir tu tişt bi dest nexist.
Lê belê her gaveke biçûk (TRT Kurdi, Dersên bijarte yên Kurmancî, Zazakî, Vekirina Beşên Zimanê Kurdî di hin Universîteyan da) ku di derheqa pirsa kurdî da ji alîyê dewletê ve tê avêtin, otomotîkman wekê qezenc yan jî destkeftên xebata PKKê hesap dibe!
Li Kurdistana Bakur ji xeynê PKKê tu rêxistineke îllegal nemaye. PKK jî wekî partî maye nemaye kes nizane, ji ber ku tenê çend kes navê PKKê bi kar tînin, carna navê wan KCK ye, carna PKK, hîn jî xebata çekdarîyê diparêzin.
Bi kurtebirî dixwazim vîya bêjim: Partî û rêxistinên kurdan li Tirkîyeyê di nav sîstema dewletê da kar dikin.
Ev partî û rêxistin berê li dervayê sîstema dewletê bûn sîyaseteke antî-kolonyalîst, rizgarîxwaza neteweyí diparastin. Ango xwedî paradîgmayeke din bûn.
Lê îro hemû partî û rêxistinan di nav sîstema dewletê da cih girtine. Dev ji daxwazên serxwebûnê, xebatên îllegal û çekdarîyê berdan e. Wekî partîyeke îllegal û çekdarî daxwazên PKKê jî êdî ne Kurdistaneke serbixwe ye, ne jî rizgarîya neteweyî ye. PKK jî Ortak Vatan, Demokratik Turkîyeyê diparêze. Ji bo ‘ortak vatan demokratik Tirkîye’ çima xebata çekdarî dike, kes fêhm nake!
Welhasilî kelam, paradîgmaya sî-yasî ya partîyên Bakur di pratîkê da ji xwe hatîye guhertin. Lê tu partî nabêje heyran me paradîgma xwe guhertî ye.

Çima paradîgmaya nû? Çima ziman û nasname?
Li gor rewşa Tirkîyeyê û li gor rewşa miletê me û tevgerên me yên sîyasî îro li Bakur û li Tirkîyeyê daxwaza herî maqûl ziman û nasname ye!
Ji xwe di pratîkê da hemû partî û rêxistinên kurdan bûne xwedî paradîgmayeke nû lê îtiraf nakin.
Eger partî û rêxistinên kurdan ku li jor me navê wan nivisî ji bo ziman û nasname xebatê nekin, ew dê ji bo çi xebatê bikin?
Nexwe çima bûne partîyên resmî û legal? Divê partîyên kurdan bi xelkê xwe ra, bi xwe ra samîmî bin, bi daxwazên ku nikarin bi dest xînin xwe û xelkê xwe nexapînin.
Hin partîyên kurdan li ser mîrasên partî û rêxistinên 50 salî rûniştine, nikarin li bajar û qezayên Kurdistanê teşkîlatên xwe çêkin, Davudoğlu û Babacan çend meh berê partîyên xwe danîne, teşkîlatên wan li bajarên kurdan ji her du partîyan firehtir û zêdetir in!
Divê kadroyên partî û rêxistinên kurdan li ser van tiştan bisekinin, bersivên rast bibînin, xwe nû bikin, bersiva roja îro bidin.
HAKPAR, HUDAPAR, KDP-T, PAK, PSK, ÖSP, AZADI, KDP-B tevda li bajarên kurdan nikarin bi qasê MHP, ÎYÎ Partîyê ray bistînin!
Bê guman kes nikare ji kurdan re bibêje dev ji doza serxwebûna Kurdistanê berdin. Di dilê her welatperwerekî kurd da Kurdistaneke serbixwe heye.
Herweha çênabe mirov ji partîyên sîyasî yên kurdan ra bibêje dev ji programên xwe yên sîyasî berdin. Lê belê divê herkes ji partî û rêxistinên kurdan ra bibêje li ser xalên hevbeş (mişterek) werin ba hev, bi hev ra xebatê bikin. Li gor bîr û bawerîya min ev xala mişterek jî ZIMAN û NASNAME ye. Ji bona vê divê ew partîyên kurdan ku Platforma Zimanê Kurdî pêk anîne, bi rêxistinên demokratîk û pîşeyî, rêxistin û dezgehên ku ji bo ziman û nasmameyê xebatê dikin, hunermend û nivîskar û rewşenbîrên kurdan bighînin hev tevgereke milî û girseyî ji bo ziman û nasnameyê organîze bikin.
Li gor rewşa kurdên Bakur ev gav dê bibe sedema dînamîzm, rabûn û girseyîbûna tevgera kurdî li Kurdistana Bakur.
Ji xwe her heşt partîyê kurdan di sala 2018an da Patforma Zimanê Kurdî pêk anîne. Platforma Zimanê Kurdî bi xebateke rêk û pêk dikare komele û federasyonên pîşeyî (meslekî) û demokratîk, rêxistin û komeleyên ku ji bo zimanê kurdî dixebitin, hûnermend, nivîskar û rewşenbîrên kurdan bicivîne.
Bi beşdarîya hemû terefan dikarin Tevgera Zimanê Kurdî ava bikin.
Tevgera Zimanê Kurdî bi du awayî dikare xwedî li ziman û nasnameya kurdî derkeve. Yek; di nav milet de peyivîn, xwendin û nivîsandina kurdî teşwîq kirin. Dido; organîzekirin û pêşkêşkirina daxwaza bi milyonan kurdan ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê ji hikûmeta Tirkîyê.
Mirov dema li daxwaz û programên partîyên kurdan dinêre, hemû partî perwerdeya zimanê dayikê diparêzin. Baş e, ji bo perwerdeya zimanê dayikê çima xebateke berbiçav û konkret nameşînin? Dema helwestên partîyên kurdan di meseleya zimanê kurdî da difikirim, helwesta çepê tirkan tê bîra min. Di salên 1970yî da, dema me behsa pirsa kurdî dikir, çepê tirkan digotin ’heval em ê şoreşa soayalistî çêkin piştî şoreşê em ê heqê kurdan bidin!’
Niha jî partîyên kurdan li hember daxwaza ziman heman tiştî dibêjin, ’heval em ê Kurdistanê rizgar bikin piştî hingî zimanê kurdî azad dibe.’ Ev dîtin, ev helwest şaş e.
Çima şaş e? Ji ber ku mirov dikare di nav sîstema sîyasî ya Tirkîyeyê da mafê perwerdeya zimanê kurdî bi dest xîne.
Belê rast e, dewleta Tirk zimanê me qedexe kirîye, wisa bi hesanî dev ji vê helwesta nijadperest bernade. Beşekî partîyên sîyasî yên tirkan, dezgehên dewletê jî xwedî helwestên negatîv in. Digel vê rastîyê jî divê kurd bikaribin di nav sîstema heyî (mewcûd) ya Tirkîyeyê da doza perwerdeya kurdî (kurmancî û zazakî) bikin. Bê guman avakirina tevgereke, hereketeke ku daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî û naskirina nasnameya kurdan bike gaveke nû ye. Divê li gor vê gavê jî program, rêxistin û şêweya xebatê jî bên tesbîtkirin. Ev jî teqabûla kultureke polîtîk a nû, paradîgdmayeke nû dike.
Paradîgmaya nû divê li ser bingeha ziman û nasnameyê ava bibe.
Kultura polîtîk a nû divê li gor tevgereke neteweyî, demokratîk, meşrû, legal di nav sîstema sîyasî ya Tirkîyeyê da ava bibe.

Çawa?
Berê hemû partîyên kurdan li derveyê sîstema sîyasî ya dewletê bûn. Li gor rasyonalîteyê dewletê hereket û xebat nedikirin. Xeteke şoreşgerî, rizgarîya neteweyî diparastin. Xebata çekdarî û îllegal diparastin. Gelekan ji wan Kurdistaneke serbixwe diparast. Kultura wan a polîtîk jî, li gor van prensîban pêk dihat. Paradîgmaya wan a sîyasî jî li gor van armancan pêk dihat. Belkî hîn jî beşek partî û rêxistin wan armancan diparêzin, ev yek mafê wan e. Kes nikare ji partîyên kurdan ra bêje dev ji daxwazên sîyasî berdin. Dev ji federasyon, konfederasyon, serxwebûnê berdin!
Lê belê herkes dikare ji wan partî û rêxistinan ra bibêje nêzîkê hev bin, li ser daxwazên hevbeş li hev bikin. Li ser daxwaza ziman û nasnameyê itîfaqê bikin! Her tiştî hewaleyê piştî azadbûna Kurdistanê -ku kengê çêbe nedîyar e- nekin. Di nav sîstema sîyasî ya Tirkîyeyê da bidestxistina hin mafan mimkin e. Divê tevgera Bakur fêrî sîyaseteke nû bibe, bi tenê bilindkirina sloganên spehî mirov nikare tu mafekî bi dest xîne. Lê belê bi xebat û sîyaseteke guncaw û maqûl mirov dikare hin mafan bi dest xîne, ew jî, perwerdeya zimanê dayikê ye.
Divê hereketeke, tevgereke milî û girseyî bê avakirin, daxwaza ziman û nasnameyê bike armanca xwe.
Eger partî û rêxistinên bakur nikaribin li ser daxwaza ziman û nasnameya kurdî îttîfaqekê pêk bînin, ew dê li ser çi li hev bikin?

*) Rojnamevan

LMdK - Hejmar 58, Kanûna Pêşîn 2020