Parîsname III,parîsname,iii

Parîsname III

A+ A-

Kadetral di çar pêvajoyan da temam bûye. Dema V. Hugo (1802-1885) romana xwe ya navdar Zengilên Notre Damê û Qasîmadoyê evîndar ê ku ji jora bircên katedralê li Parîsa reben a jêrîn dinihêre, dinivîse, avadanîya Katedralê jî êdî temam dibe.

Du orgên wê yên mezin muzîka ayînê bi akûstîkî digihîjînin her quncekê katedralê. Bîst zengilên wê hene, ku her yek, ton û nîvekî giran e. Her yek ji wan navekî xwe heye. Emmanuel, Marie, Gabriel, Anne-Geneviève, Denis ûwd.

Wan zengilan heta îro jî ti car ji bo şîyarkirinê lênedane, ji xeynê razandinê..

Em derengîya êvarê ji Notre Damê dertên. Hewa hinek sar û bayî ye. Çêtir e em biçin malê. Hîn gelek tiştên em nepeyîvîne hene.

Şîv, henek, muzîk, şûştina fereqan felan şev li me dibe dereng. Mijarên sohbetê rengîn in. Tiştên herî rengîn ên vê şevê helbestên Celalî bûn. Gelek helbestan nivîsîye Celalî. Biqasê tê bîra min, di dema hepsê da xuyekî wî yê wisa tinebû.

Helbet ev Parîs e, meriv dike delodîn jî, evîndar û şaîr jî. Celal çend helbestên xwe ji me ra xwendin. Tirkî nivîsîye helbestên xwe. Heta hunermendeke xanim helbestekê wî kirîye stran jî li Stenbolê. Me li wê stranê jî guhdarî kir ew şev.. Min ew rexne kir, çima bi kurdî nanivîse?

Birca ezmanqelêş

Sibeya roja duyemîn, Celal zû rabû çû ji çarşîyê penêr û bagetteyên frensî û pakêtek Mallboro anîn. Ji xwe mala wî li ser kolanê ye. Mîna hotêl çîçek palas. Dengên erebeyan, çarşî û bazarê tên jorê. Fîlimên Jean Gabin û Alain Delonî tîne bîra mirov. Jixwe taxa ku lê dimîne, berê cîyê artîstan bûye.

Me bi hev ra taştêyê amade kir û xwar. Piştê taştêyê armanca me sembola Parîsê, birca bilind Eyîfel e. Eyîfela ku gelê Frens çiqas pê bipesine, li cî ye. Di sala 1887 an da xîmê wê hatîye avêtin û di sala 1889 an da temam bûye. Komplet ji hesin û polayê ava bûye û bi vîdeyan bi hev va hatîye girêdan.

Dema meriv ji metroya Tracaduro yan jî Bassyê derkeve û ji pireya Senê derbas be, Birca Eyîfel, ew çîyayê ji pola bi hemû haşmet û qiraseyîya xwe mîna efsaneyekê bilind dibe. Ev birca ezmên qelêş heta îro jî sembola azadî û romantîzmê ye li cîhanê.

Gelek teqlîdên wê hatine çêkirin. Esnaf û seyyar firoşkerên Parîsê bi firotina mînyatorên Eyîfelê zikên xwe têr dikin. Celal bi bazarîyeke xirecir a bi froşkerekî Afrîkî ra, mînyatorekê Eyîfelê ji dehan dadixe şeş ewroyan. Em mînyatorê jê dikirin û diçin ber lingên Eyîfelê. Derheqê Eyîfelê da bi dehan fîlm hatine çêkirin, pirtûk hatine nivîsandin. Bi serê xwe sektorek e Eyîfel.

Hosta û xwedîyê projeya Eyîfelê, Gustave Eiffel e. Peykera Eiffelî li ber lingê bakûr ê Eyîfelê danîne. Mîmarê bircê Stephen Sauveste ye. Her duyan bi hezeran ton hesin û polayên Frensayê berhev kirine û di nava du salan da wan polayan bi hev va girêdane û vî çîyayî afirandine. "Ne hikimet û ne pif kirin", giştî bi aqil, hesab û zanînê, huner û berhemên xwe dîyarî kirine.

Gelek çavnebar jî, xayîn xayîn li lûtkeya Eyîfelê nihêrîne û dinihêrin. Heta dibêjin dema Hîtlerî Parîsê dagirtîye, xwestîye vê şahaneyê biteqîne. Sefîrê wê demê yê Swêdê yê Parîsê, bi generalê nazî ra peyivîye, wî serhişkî nerm kirîye, bûye asteng û nehîştîye ev berhem were teqandin û wisa jî cîyên dîrokî yên Parîsê.

Li ser çar lingan bilind dibe Eyîfel. Ji her çar lingan asansorên qerase diçin platformên wê. Heta lûtkeyê bilindayîya wê 324.82 mêtro ye. Platforma temaşeyê ya yekemîn li 57 mêtroyan, a duyemîn li 115 mêtroyan, li vir restorant û bar jî hene. Platforma sêyemîn li 276 mêtroyan e. Asansor heta platforma sêyemîn dertê. Ji wir şûnda jî bi pêlikên teng derdikevin lûtkeya ku antêna weşanên radyo û têlevîzyonê ye. Bi van pêlikan jî tenê teknîker dikarin hilkişinê.

Her sal mîlyonek turîst dertên birca Eyîfelê. Fotoyan dikişînin. Lûtkeya hundurên xwe ko, yan jî tûj dikin bi lûtkeya wê û jê dadikevin.

Dema em hatin ber lingên Eyîfelê bayeke sar û bihêz şewqe difirand. Ji ber tirsa teqînên terorîstîyê ewlekarîyên tund wergirtibûn polêsên firensî. Min ji jêr va li lûtkeyê nihêrî, serî li min gerîya. Ji tirsa ku tansîyona min jî dê mîna Eyîfelê bilind be, newêrîm hilkişimê. Me mêvanê xwe şand jorê, ez Celal man li jêrê. Piştê du saet nîvan, mêvanê me tawilê ji bircê peya bû.

Piştê gera Eyîfelê em daketin metroyê. Vêca me berê xwe da goristana Père Lachaise. Goristana Père Lachaise dîrokî û navdar e li Parîsê. navdar û şoreşgerên Parîsê li vir bin ax kirine. Kêl û gor mîna monumentan hatine çêkirin. Li vê goristanê gorekê kirîn yan jî kirê kirin, ji xanîyekî bihatir e. Gora Yilmaz Guney û Ehmed Kayayî jî li vê goristanê ne. Pêşî em çûn ser gora Yilmaz, paşê ya E. Kayayî.

Li vir dixwezim bi çîrokekê, Y. Güneyî bi bîr bînim. Dibêjin; rojekî Yilmaz Güney û çend xort daketine metroya Parîsê. Pereyê xortan tenê têra bilêtekê kiriye. Bilêtek kirîne dane Yilmaz. Jê ra gotine kekê tu bi bilêtê derbas be, em ê bêbilêt derbas bin. Hemû qaçax yekoyeko ji turnîkeyê derbas bûne. Dema dor tê wî, Yilmaz, li xortên qaçax derbasbûyî dinihêre, li bilêta xwe dinihêre, bilêtê dixe bêrîka xwe û ew jî qaçax hema xwe ji ser turnîkeyê ra kil dike û derbas dibe. Xort jê ra dibêjin, "Kekê tu çima bi bilêtê derbas nebûyî?" Yilmaz dibêje wan: "Ma mêranî mirîye! Hun qaçax derbas bin, ez bi rêbaz?"

Monseniurê Parîsê

Wek Kurdek meriv were Parîsê neçe wê derê nabe! Sibeya roja ku em dê vegerin Berlînê, em çûne serdana înstîtûta kurdî ya Parîsê. Kedkarê înstîtûtê hêja Şeref em pêşwazî kirin. Înstîtût li navenda Parîsê, navçeya Saint Denisê ye. Ji damezirandina xwe heya îro kar û xizmetên hêja kirine, dike, ji bo ziman, çand, perwerde û dîplomasîya kurdî.

Li dîyasporayê heta ji bo welêt jî, ji bo wan xizmet û karan hê jî navnîşana yekemîn e, înstîtût. Heta niha gelek ciwanên Kurd bi bursa înstîtûyê xwendina bilind temam kirine, doktorayên xwe nivîsandine. Înstîtût di xanîyekî mûtevazî yê duqatî da xizmetên xwe dike. Qata yekê odeya rêveberî, lobî û dersxane ye. Ya duyan odeya serokê înstîtûtê û purtûkxane ye. Mixabin ji bêderfetîyê ev sazîya nirxdar, van demên dawîyê li zingilên xwegirtinê dixe!

Di serkeftina vê sazîya me da bêguman para hemû kedkar û mamosteyên wê nirxdar e. Taybetî jî para mezin ya rêzdar Kendal Nezanî ye, ku layîqê seroktîya vê sazîyê ye. Herçiqas em bê randevu çûbûn û randevuyeke wî ya din bi rojnameya frensî ra hebû, dîsa jî me bi hêja K. Nezanî ra çayek vexwar. Cara yekemîn bû min ew nas kir. Kendal Nezan, bi zanayîya xwe, bi rabûn rûniştina xwe, bi centilmenî û kubarîya xwe birastî Monseniurê Parîsê ye. Ev şanenav lê hatine.

Vegera bi dijûn

Meriv li cem Celalî be, ne gengaz e meriv dijûnan jê nebihîze. Hema bêjin her kes di jîyana xwe da, çend car be jî bi awayekê dide dijûnan. A Celal ne wisa ye. Ew şahê dijûnbazan e. Hema tengav be, "ê de haydê .....!" dibêje û pêda diçe. Yê ku ji dijûnan hez bike, hinekî Celalî tûj bike bes e. Ew dê dijûnên venegotî jê bibihîze.

Şeva vegerê sohbeta me dîsa xweş bibû. Bîranîn, muzîk, helbest, henek û ji bo me hebe nebe sîyaset li pey hev diçûn û dihatin. Di saetên dawîyê da ku êdî em ê vegerin, mijar hatibû ser sîyasetê. Me raman û rexneyên xwe digotin.

Rexneyên Celalî yên di derbarê sîyaseta kurdî, partî û rêxistinên wê da bêguman di cî da bûn. Kêlîyek şûnda rexneyê danî alîyekî. Kî hat bîr û berê, da dijûnan. Ji yên heqkirî ra dubare car.. Min dizanibû ew dê dijûnan bide. Lê ne biqasê wê şevê hişk û sert. Ne sûcê wî ye. Millet ji destê rewşa sîyaseta partîyan bêhizûr e.

Xortê bi navê Remezan, ku dê me bibe firokxaneyê saet 02yê şevê hat û em hildan birin firokxaneya Orlîyê. Dema em li ber derîyê firokxaneyê ji otoyê peya bûn, hewayeke temîz a hênik li ser rûyên me vemalîya. Bîhn hinek li me fireh bû.

Dema jihevqetînê me hev hemêz kir, xatir xwest. Celêlî di vê kêlîyê da gote min: "Bibore ji bo wan gotinan." Wê jî zanî, ku dijûn hinek tehl û tûj bûn.

Celal ne ew heval e, ku meriv jê bixeyîde.

Tenê di mejarekê da pir hêrsa min tîne, ew jî tirkîya wî ye. Çima nivîsîna kurdî hîn nabe fêm nakim. Hêçku dayîka wî ya gorbuhuşt dema dihate dîtinê, li girtîgehê çi kurdîyeke xweşik û petî dipeyîvî..

Dawi


Gotinên miftehî :