1. Tekst

  2. Gotar

  3. İbrahim Güçlü
  4. Piştî Hilbijartina Meclîsa Federal Qonexeke Nû Li Iraqê û Kurdistanê…
Piştî Hilbijartina Meclîsa Federal Qonexeke Nû Li Iraqê û Kurdistanê…,piştî,hilbijartina,meclîsa,federal,qonexeke,nû,li,iraqê,û,kurdistanê

Piştî Hilbijartina Meclîsa Federal Qonexeke Nû Li Iraqê û Kurdistanê…

A+ A-

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Wek tê zanîn piştî ku biryar hat girtin ku li Iraqê hilbijartina Meclîsa federal bê li dar xistin, di derbarê hilbijartinê de niqaşeyên girîng dest pê kir. Lê kurdan bi tevayî di destpğêkê di bin bandora îşgala Kerkûkê û herêmên din de girîngiya hilbijartinê nedîtin. Lewra li dewletê û sîstema federal ya ku ji derdê neteweya kurd û kurdistaniyan re nebîbû derman, xeyîdî bûn. Lê piştî demekê girîngiya hilbijartina meclîsa federal hat fahm kirin; Gorî wê giringiyê niqaşe û şirove çêbûn.
Min di despêkê de girîngiya hilbijartina meclîsa federal li Iraqê tespît kir, gor wê girîngiyê nerînên xwe anîn ser ziman û pêşniyarên xwe pêş kêş kir. Loma min gelek aşkere diyar kir ku kurdistanî dengên xwe bidin PDKê. Lewra ji serxwebûna Kurdistanê û ji dewletbûna Kurdistanê û encama Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya pîroz re PDKê xwedî derdikeve.
PDKê di heman demê de ji bona ku sîstema federal li Iraqê gor hiqûqa federalîzmê ava bibe, wediyê proje ye.
PDKê ji makezagona sîstem û dewleta federal re xwedî derdike.
Encamên hilbijartinê jî derxist holê ku hilbijartina meclîsa federal ji bona kurdan çiqas girîng e. Bi taybetî jî di hilbijartinê de qezençkirina PDKê û Sadr, wendakirina Tevgera Goran û Ebadî encamên hilbijartinê girîngtir kir.

LI IRAQÊ Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ PÊVAJOYEKE NÛ DEST PÊ DIKE…
Loma jî mirov dikare bibêje ku li Iraqê û Başûrê Kurdistanê pêvajoyeke nû dest pê dike. Min di nivîsa xwe ya dawî de jî ev rastiya anî ser zimên.
Rastî jî piştî ku encamên hilbijartinê diyar bûn, ev rastiya gelek vekirî û zelal derket holê. Piştî hilbijartinê, qedir qiymeta Serok Barzanî û partiya wî PDKê bilind bû. PDKê di serî de, tevayî kurd ji bona hikûmeta nû bûn mifte.
Ji bona vê yekê jî, piştî hilbijartinê berpirsiyarên partiyên ereban ketin rêzê ku bi Serok Barzanî û bi kurdan re danûstandin bikin.
Lewra xuya dikir ku PDKê û YNKê û Partiya Islamî Yekgirtî ya Kurdistanê îhtîmaleke mezin e ku bi hev re tevbigerin û di hikûmeta federal de rolekî bilîzin.
Serok Barzanî jî piştî hilbijartinê di peyama xwe de diyar kir ku li Iraqê û Başûrê Kurdistanê pêvajoyeke nû dest pê dike.
Ev peyama Serok Barzanî gelek girîng e. Serok Barzanî ev peyama di 19.05.208an de pêşkêşî raya giştî ya Kurdistanê û Iraqê kir. Loma divê em gelek bi balkêşî li peyama Serok Barzanî binêrin. Serok Barzanî dibêje:
“(….)
“Niha ku hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê hate kirin, rewşeke nû hatiye holê. Hêvîdarim Hewlêr û Bexda dûrî li demargîrî û girjiyê, pêdaçûnekî nû bi peywendiyên xwe da bikin û ev hilbijartin destpêka qonaxekî nû bê ji bo her dû aliyan.
“Sedema serekî ya hemû gîr û giriftên berê û biryara gelê Kurdistanê ji bo encamdana referandûmê vedigerê ser pabendnebûna hikûmeta Bexda bi destûrê û li dîbaçeya destûr da jî bi rûnî hatiye ku “Iltizam bi heze eldestur îhfiz el Iraq attihade alhûr şa’ba welriz û siyade”. Eve amajeyeke gelek rûne ku Iraq li yekîtiyeke arezûmendane pêkhatiye û bi vê yekê jî referandûm û mafê diyarkirina çarenivîsê mafekî destûrî û sirûştî ya gelê Kurdistane.
“Pêwîste piştî sed sal ezmûna pir li karesat ew bawerî li Bexda dirust bibê ku êdî dijayetiya mafên gelê Kurdistanê nekin û li doza rewaya gelê Kurdistanê têbigihin. Niha derfetekî başe ku aliyên dest bilindên Iraqê bi wê ruh û helwesta ku destûr li ser hatiye binyatnan muamele li gel maf û daxwaziyên gelê Kurdistanê bikin. Pêwîst bû hikûmeta Bexda kar ji bo qerebûkirina gelê Kurdistanê bike neku wê ablûqe bide û sizaya bi komel li ser da bisepêne. Hikûmeta Iraqê divê qerebûya enfal û kîmyabaran û wêrankirina gund û dêhatan û koçberkirina xelkê Kurdistanê bike ku li qonaxên pêşî da û li vê dawiyê jî li Kerkûk û Duz û cihên din dijî gelê Kurdistanê hatin encam dan.
“Me pê baş e ku bi diyalog li gel Bexda berdewam bîn heta digihîne encamek. Tu demekî bijardeya me bijardeya şer nebûye. Mixabin herdem û li hemû qonaxên derbasbûyî de ewe Bexda bûye ku şer hilbijartiye û me jî berevaniyê kiriye bi rûdanên piştî 16 cotmehê ve jî ku herdem û berî referandûm û piştî referandûmê jî raya me wiha bûye giriftan dûrî tundutîjiyê çareser bikîn û peywendiya me li gel Bexda aştiyane bê. Li gel eve da jî ew rastiya ku bi zora çek û xwesepandinê li Kerkûk û navçeyên Kurdistaniyên dinê derveyê îdareya Herêmê dirust bûye pêwîste bi dawî bê û dîrok selmandiye ku ..Belê, em xwe naçemînîn û bi zimanê çek û zorê li dijî gelê me, îradeya gelê Kurdistanê li tu demekî neşikaye û naşikê.
“Di derbarê encama hilbijartinan jî hinek nîgeranî û guman li proseya hilbijartin û encamên wê da heye. Ji bo nehiştina guman û nerezayiyan pêwîste Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê hin gavên pêwîst bavêje ji bo revandina gumanan û baweriyê ji bo aliyên neraziyan dirust bike.
“Gelê Kurdistanê qurbaniyeke bê hejmar daye û ew destkeftên niha hene bi xwîna hezaran şehîdan hatiye holê. Niha jî ku qonaxekî nû li holê daye û hilbijartin hatiye kirin û ji bo wê yekê ku xwîna şehîdên me bi vala neçê û destkeft bêne parastin, pêwîste aliyên Kurdistaniyan berjewendiya niştîmanî bixin pêşiya berjewendiya hizbî û hemû aliyek pêkve bin û berjewendiya xelkê Kurdistanê nekin qurbana hinek destkeftên demkî û siyasî û hizbî. Divê li wê yekê têbigihin ku eger Kurdistan hemû yekdeng bê dikarin destkeft û mafan biparêzin û eger berbelav bîn ewe Kurdistan jî lawaz dibê. Hemû ezmûn ji me re dibêjin ku eger pêkve bîn, karên mezin û destkeftên mezin pêktên û eger jî berbelav bîn doza rewaya gelê me ziyanê dibîne û paşve dikişe û ked û qurbanîdana gelê Kurdistanê bi vala diçê. Her ji bo eve jî daxwaz dikim aliyên Kurdistaniyan vê carê li Bexda pêkve bin û yekrêz bin.
“Li dawiyê de spasî endam û kadîr û alîgir û dostên PDK û hemû zarok û gedeyên dilsozên gelê Kurdistanê dikim ku nehiştin heza neyaran û nehezan pêkbê.
Silav ji bo giyanê pakê şehîdên me yên nemir
Silav ji bo Pêşmergeyên qehreman.” (www.avestakurd.net)

PÊVAJOYEKE NÛ DEST PÊ DİKE LEWRA DIVÊ PIRSGİRÊKÊN Dİ NAVBEYNA BAXDAYÊ Û KURDISTANÊ DE ÇARESER BIBIN…
Encamên hilbijartinê derxist holê ku siyaseta hikûmeta navendî ya Iraqê li hemberî Kurdistanê şaş bû. Loma jî gel deng neda Abadî û partiya wî. Guhertin xwest.
Gel biryar da ku ereb û kurd bi hev re wek koalîsyonekê di hikûmetê de bi hev re dewleta federal birêve bibin.
Ew jî tê wê wateyê ku divê pirsgirêkên di navbeyna Kurdistan û Baxdayê, bi awayekî demokratîk û gor pîvana wekhevî çareser bibin. Dema ku ev pirsgirêkan çareser nebin, jiyana kurdan bi ereban re gelek zehmet dibe. Ew jî dibe sedem ku di navbeyna Baxdayê û Kurdistanê de şer çê bibe û her dem hevrikî hebe.

PÊVAJOYEKE NÛ DEST PÊ DİKE LEWRA DİVÊ DEWLETA FEDERAL JI NÛ VE AVA BIBE Û MAKEZAGONA DEWLETA FEDERAL QIYMETÊ QEZENÇ BIKE…
Li Iraqê, di sala 2005an de makezagonek pêşkêşî raya giştî bû. Di wê makezagonê de biryar hatibû dayin ku dewleta Iraqê bibe dewleteke federal.
Di federalbûna Iraqê de PDKê û Serok Barzanî xwediyê rolekî mezin bûn. Lewra Serokê YNKê bi Emerîkayan ve li ser 18 eyalatan li hevûdu kiribûn. Kurdistan û neteweya kurd bi awayekî din beş kiribûn. Ereb jî, ji vê yekê û projeyê gelek kêfxweş bûn.
Di encama referandûmê de jî, ev makezagona hat pejirandin. Biryar hat girtin ku dewleta Iraqê bibe dewleteke federal.
Ev biryarê helbet pirr girîng bû. Lê ji wê girîngtir mijar ew bû ku dewleta federal divê gorî hiqûq û pîvanên federalîzmê ava bibe.
Lewra dewlet êdi ji dewletbûna ereban derdiket. Dibû dewleta kurdan, ereban, hemû Iraqiyan. Loma jî sîstem dewletêdiviya bû ku bi her awayî bê gûhertin.
Hezar mixabin dewleta federal bir her awayî ava nebû. Rengekî din qezenç kir. Loma jî dewleta nû carna wek dewleta federal, carna wek dewleta ûmîter ya ereban, carna jî wek dewleta konfederal tevgeriya; hat binav kirin.
Lê di bingeh de jî wek dewleta ûnıter ya ereban tevgeriya. Ew jî dibû sedem ku pirsgirêkên di navbeyna neteweya ereb, neteweya kurd de zêde bibin û çareser nebin.
Di vê rewşê de berpirsiyariya kurdan jî zêde ye. Berpirsiyarên kurdan û partiyên wan jî, ji bona ku dewleta federal ava bibe, zor nedan. Loma jî seerokkomarî, hikûmet, meclîs, dezgehên din yên dewletê gor hiqûq û pîvanê dewleta federal ava nebûn.
Serokkomar kurd bû û kurd e, lê bi erebî qise kir/dike. Berjewendiya neteweya kurd wek pîvana wekhevî û federal neparast/naparêzê.
Di hikûmetê de û di meclîsê de kurdî nehat qise kirin.
Ala Kurdistanê di dezgehên federal de nehat daliqandin.
Zimanê kurdî nebû zimanê dewleta federal, bes bû zimanê perwerdeyî û fermî li Kurdistanê.
Li dadgehên federal zimanê kurdî bi kar nehat.
Ez dikarim van xalana zêdetir rêz bikim.
Divê di vê pêvajoya nû de dewleta federal bi her awayî ava bibe. Dewleta federal gor hiqûqa federal û makezagonê bimeşe.
Ev jî zêdetir bi xebat û hewildana berpirsiyar û partiyên Kurdistanê dê pêk bê.
Ez dikarim bibêjim ku ji bona dewleta federal ava bibe, di serî de meclîs gor dewleta federal divê ava bibe.
Heger ez bi tîpên mezin bînim ser zimên:
Loma jî li Iraqê: PÊVAJOYEKE NÛ DEST PÊ DİKE LEWRA DIVÊ MECLÎSA FEDERAL GORÎ FEDERALÎZMÊ DİZAYN BIBE Û LI MECLÎSÊ ZIMANÊ KURDÎ BÊ BI KAR ANÎN Û MECLÎS WEK MECLÎSA FEDERAL TEVBIGERE. KURD ROLA XWE YA RASTEQÎNE BİLÎZIN.
Di dewleta federal de zimanên neteweyan kar anîn gelek girîng e.
Loma jî li Iraqê PÊVAJOYEKE NÛ DEST PÊ DİKE LEWRA DIVÊ DI HEMÛ DEZGEHAN DE Û Lİ TEVAYÎ IRAQÊ ZİMANÊ KURDÎ BI KAR BÊ.
Loma jî li Iraqê PÊVAJOYEKE NÛ DEST PÊ DİKE LEWRA DIVÊ DI NAVBEYNA NETEWEYA KURD û EREBAN DE BI HER AWAYÎ WEKHEVÎ ÇÊ BIBE. Neteweya ereb xwediyê çi maf be, divê neteweya kurd jî li her derê û li her cî xwediyê wan mafan be.

LI IRAQÊ PÊVAJOYEKE NÛ DEST PÊ DİKE: LEWRA SERXWEBÛN û AVAKIRINA DEWLETA KURDISTANÊ DI VÊ QONAXÊ DE DIVÊ REALÎZE BIBE…
Gelek aşkere ye ku dewleta federal, dewleta kurdan, ereban, hemû kêmnetewan e.
Dewleta federal bi îradeyeke mişterek ya demokratîk û encama referandûma makezagonê hat qebûl kirin.
Di dewletên federal de wekhevî çê nebû û an jî dewleta federal gor hiqûqa federal tevnegeriya, mafê her neteweyekî heye ku ji dewleta federal veqete, dewleta xwe ya serbixwe ava bike.
Neteweya kurd û kurdistaniyan jî, ev mafê xwe pêk anîm. Ji bona ku dewleta federal nemeşiya, biryar da ku qedere xwe bi referandûma serxwebûna Kurdistanê diyar bike.
Di 25ê Îlona 2017an de referandûm pêk hat. Di encama referandumê de ji sedî 93 de kurdan biryar dan ku Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê ava bibe.
Hezar mixabin hikûmeta navendî bi helwesta nîjadperestî û kolonyalîstî êrişî Kurdistanê kir. Kerkûk û gelek herêmên din îşgal kir.
Ev helwesta hikûmeta navendî, raste rast li dijî dewleta federal bû.
Ev helwesta xerakirina dewleta federal bû.
Ew helwesta li dijî makezagona dewleta federal bû.
Ew helwesta li dijî wekhevbûna neteweyan bû.
Loma jî divê serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê di pêvajoya nû de ji nû ve realîze bibe.
Makezagona dewleta federal bi vê hişmendîyê bê fahm kirin.
Piştî hilbijartina meclîsa federal û qezenckirina PDKê û YNKê vê yekê rojane dike.

JI BONA DEWLETA FEDERAL DEMOKRASİYEK PLÛRAL Û FEDERAL PÊWÎST E…
HîÇ ŞİK TUNE YE KU Jİ BONA KU DEWLETA FEDERAL BİMEŞE, Dİ NAVBEYNA NETEWEYAN DE BI HER AWAYÎ WEKHEVÎ ÇÊ BIBE demokrasiyeke xurt, plûral, federal, xwediyê nasnameyan pêwîst e.
Hezar mixabin dema ku dewleta federal hat ava kirin (2005), li Iraqê demokrasî tune bû. Bes li Kurdistanê hebû. Li beşa ereban dîktatoriya Baasê û Seddam ew kiribûn xwediyê çandeke otorîter û nîjadperest.
Piştî dewleta federal ava jî bû di ereban û partiyên wan de guhertin çê nebû, ereb wek berê tevgeriyan. Ew jî bû sedem ku dewlet wek dewletake federal ne, wek dewleteke ûnîter û erebî tevbigere.
Divê di pêvajoya nû de demokrasiyeke plûral û federal bê ava kirin. Ew jî bi gûhertinan hemû qanûnan û çanda siyasî dibe.
PÊVAJOYEKE NÛ DEST PÊ DİKE LEWRA DIVÊ KURD DI RÊVEBIRINA DEWLETA FEDERAL Û HIKÛMETÊ DE CÎ BIGRIN. EW Jî BI KOALÎYONÊ PÊK TÊ…
Jibona ev hemû xalên jiyanî û bingehî li Iraqê çareser bibin, divê kurd raste rast di hikûmeta federal de cî bigirin. Ebadî jî, ji derveyî hikûmetê bê girtin.

Amed, 25. 05. 2018