1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mihemed Çelkî
  4. Post Daiş(Îla elwra durr) در الوراء الی
Post Daiş(Îla elwra durr)  در الوراء الی,post,daiş,îla,elwra,durr,در,الورا,ال

Post Daiş(Îla elwra durr) در الوراء الی

A+ A-

Di rojnamegeriya Iraq û Kurdistanê da gelek li ser post daişê hatiye nivîsîn û gengeşe kirin, eve wê çendê diyar diket ku Daiş dêwekê bi metirsî ye û hizar ruhe û mîna herbayê rengê xwe diguhrit!! Ya seyîr ew e her layenek di goşenîgaya berjewendiyên xwe ra lê mêze diket ku eve bi xwe kodengiyê li ser nexşê post daişê peyda naket û dubare zemîneyê xweş diket bo werara daişê û hişik nekirina zemîneya daiş hebûna xwe jê werdigrit.

Berî her tiştî daiş hebûna xwe ji pertûka pîroza Îslamê û fermûdeyên Pêxemberî wer digrit helbet li gorey xwendina xwe bo wan têkistên pîroz, jiber hindê daiş mîna herbayê dikarit tevî xelkê welatî bibit û xwe mîna welatiyekî pîşan bidet û li demê viya jî kiryarên teroristî encam bidet anku bi dawî bûna daişa nuke daişek din di rê daye. Ragehandina bi dawî bûna daişê ji layê serokwezîrên Iraqê ve dûre ji rastiyê û bazdane li ser zemîneya daişan peyda diket.

Têkdana zemîneya daiş jê peyda dibit ji karên ferên vî serdemiye û lê wek diyar çi pêngavên cidî bo têkdana wê zemîneyê nehatine havêtin û eger çi bin ya giring nîne lê ya giring bo Herêma Kurdistanê ku ya pêngavên dawiyê dihêvêjit bo Rîfrandom û ragehandina dewleta serbexoya Kurdistanê zemîneya peyda bûna daişê li Kurdistanê nehêlît bi taybet di pirsa awaran da divêt gelek ya micid bît ku zûka wan awareyan bo cihên jêhatî bivegerînin, helbet birêka UN û Hikumeta Iraqê çinku mana awaran li herêma Kurdistanê jibilî bargiraniya abûrî û kêmkirina helên karî bo bêkarên Herêma Kurdistanê gefekin li ser asayîşa netewî.

Dem hatiye vekirî li ser hemû kêşeyan bi raşikawî biaxivîn da metirsiyan li ser rêka Rîfrandom û serbexoya Kurdistanê nas bikeyn. Deverên daiş lêbûy desthelatdar her ew dever in yên pitire ji 50 salan bangeşa neteweperisiya Erebî lê dihête heldêran û piraniya xelkê wê deverê pişkdarî di hewên Enfal û kavil kirina Kurdistanê da rol dîtiye û çi têgehiştin bo mafên me yên netewî nînin û bihişkî dujminahiya xwestekên me yên netewî diken û çi danpênan pê naken. Raste ji encamê şerê daişê deverên wan kavil bûne û ziyaneka êkcar mezin gehştiye wan, lê seraray hindê ku Kurdistanê sîngê xwe bo vekir û hewandin, bi cidî û sergermiyeka hişk heçku neba dîtî nebaran li dijî pirsa Rîfrandomê bi taybet deverên li ber bezeyiya maddê 140 mayîn, derdikevin û bihêlên sor nav diken!! Anku serbexoya Kurdistanê li cem wan hêleka sore û nabît Iraq bihête parçekirin!!

Zemîneya post daiş ne ji layê hikumeta Îraqê ve û ne jî ji hêla Sunnên Iraqê ve çi sînaroyên heltekandina wê zemîneyê nehatine kêşan û kar bo nehatiye kirin helbet heta pêngavên cidî bo nehêlana wê zemîneyê nehêna havêtin, tenahî mehale bihête şikefa Iraqiyan; pirsyar ewe boçî çi pêngav bo nehêlana wê zemîneyê nehatine havêtin,bi dîtina min herdû baskên Îslama Şîî û Sunnî wêrekiya destdan û vexandineka dî bo têkistên pîrozên Îslamî nînin ku li gorey vî serdemî serederiyê li gel biken çinku herdu bask rewtiya hebûna xwe ji wan têkistan werdigrin jibilî çareser nekirina pirsên civakî yên giringên mîna helên karî, nehêlana cudahiyên tayfî û bi damezraw kirina desthelatê û htd.

Çi rastî bo bidawî hatina daişê nîne û ne li demên pêşiya me bidwî dihêt lê bo kêşa Kurdî xwedî yek helwêstin û li dijî pirsa Rîfrandom û serbexoya Kurdistanê êk deng in. Xwe badan ji pirsa Rîfrandomê û xewin dîtin bi Iraqeka fîdral û demokratîk tinê revîne ji berxordên piştî Rîfrandomê çinku pênevêt dê Herêma Kurdistanê baca serbexoya det û ma gelo maf dihêne standin yan hema bi herwe dihêne wergirtin!! Post daiş anku îla elwera Durr, erê piştî van nehametiyan hemûyan gelê Kurd yê amadeya biçîteve dibin nîrkê Iraqeka post daiş da?

13.07.17