QOLINC VII.,qolinc,vii

QOLINC VII.

A+ A-

-“Divê ti carî ji dilên mezin ra hesûdî neyê kirin. Ew layîqî hurmetê ne.
Ew dînê ku dixwaze sûretê xwedê çêke, ji me bêtir rastîbîn e. Dema ku bi rengan ra serkevtî nebe, lê digere û bi înada dînan dibêje, ‘ez ê xwedê bibînim’!
Dibe ku bi wî aqilê dînan ji bona ku hesabê hemû neheqîyan ji xwedan bipirse!
Ew dîne, lê xwe ji quwet naxîne, radest nabe...
Em mirovê qaşo biaqil çi dikin; ji quwet dikevin û newêrek dibin!
Tirs destpêka îxanetê bi xwe ye!
Ma ne ji ber tirsonekiya xwe û neserfirazîya xwe bi hezarsalan e mirovan, xwe ewqas bi xwedayan ve girada ne? Bûne koleyê afirandina rêmana xwedê!
Ji dêlva her mirovek bi serê xwe bibe xwedayek ji xwe re; ji newêrektiya xwe çûn ji xwe re yekxweda neqandin û roja qîyametê jî ji xwe re kirin metirsî! Ji ber ku tirsonek bûn û divêtiya wan bi vê hebû.
Xweda û dîktator afirînên tirsê û bêçaretiyê bi xwe ne.
Ew dilê ku jiyan jê re şêrîne; ji dêlva ku ji bona xwe, ji bona hezkirinê birc û qesran pir bikin, xwe bi xwe girêdan û li ser serê xwe xwedan û dîktator pir kirin.”

Ji xwe bi xwe pirsî û bersîv da;

-“Lê sînga min ne pîn e. Hema ji carekê de nekeve pêsîra min û neke sitar ji xwe re. Heta niha min qet pirsî ye?
Çima, ji bo çi, çawa?
Dema ku evîn, hezkirin û afirînerî dihat belavkirin tu li ku bû?
Te çima para xwe negirt, tiştek neket para te?
Yan jî te para xwe pir xerab bikar anî?
Ma ez qet bi şunde vedigeriyam û carek jî min li xwe mêze kir?
Qe nebe ez vê bînim cîh!
Min dikarîbû evîn û hezkirin pir bikira. Ji evînan birc û qesrên şêrîn ava bikira, yek ji a din mezintir û bedewtir.
Wê evînên min bêpa, wek qêrînên jiyanê di nav rûpelên dîroka mirovatiyê de bimana. Wê ezezok û tirsonek nikarî nêzî van bircan bibûna. Pirkirina evîn û hezkirinê, wê dilê dîktator û xwedayên xerab bi rahm bikira!

Û evên ku ken ji bîrkirine û evînên wan birîndar, wê xwe bavêtana bircên min, birînên xwe derman bikirna û ji xwe re bikirna wek ziyaretgehehekê. Ew kêf û laqirdiyên jibîrkirî wê carek din di van birc û qesran de tov bavêta û geşbibûna.

Hezkirin û Evîn kêm bûne. Gotinek mezinên Hîndîyan heye ‘Bîhna çîçeka Lotusê li gorî hatina ba, li ber ba dere. Lê bîna Ezîzan sînga xwe dide ba û diçe!’
Ji bona pirkirina bircên hezkirin û evînê ev mecbûrî ye. Divê em di pirkirin û geşkirina hezkirin û ewînê de xwe qels nekin. Di raman û avakirinê de ku hezkirin û ewîndarî tunebe, li angora dil nayê avakirin.
Kevir bi hezkirinê tê necirandin, tov bi hezkirinê dikeve nava axê û bi sebir zîl dide. Zarok bi hezkirinê di malika dayîka xwe de mezin dibe û bi qolincên hezkirinê re tê dinê. Şervan bi hezkirinê axa xwe diparêza. Roj bi hezkirin û şehweta xwe fezayê ronî dike. Av bi hezkirinek bêpa xwe berdide pêsîra axê, jiyanê dide. Hezkirina di navbera Rojê û nebatên erdê de şehweta hezkirinê bi xwe ye. Bê hezkirin jiyan bi xwe jî zîndan e.”

***
Riya hêsan ji xwe re nedikir kar. Çavê wî her li rê û pêkên asê bû. Tiştekî xwe teslîmî qederê nedikir. Afirîneriya mirovî, têna ramanê kişif kiribû. Hezkirin û evîn jê re pîroz bûn. Di pîrozbahîya van de, di pirkirina wan de ji “donkîşot”an neditirsiya.
Di ber xwe de got;
-“mêrxasê ku serî her ne di belê de be û ji bona hezkirin û evînan pêsîr ne vekirî bin, ji çi re dibin?
Afirandin û hezkirin a bê bedêl ji çi re dibe, buhaya wê çiye?”

Pênûsa xwe xist nava deftera xwe û devê wê girt, xist bêrîka xwe.
***

Ne simsarê rêka erzan û afirînerê pêkerên hêsan û erzan bû. Dixwest ji bona azadîya xwe di neqebên asê re derbasbe û ji kevirên heste pêkerên xwe çêke!
Her di nava taswasê de li nûbûnê digeriya. Xwe ji tercîha sirê derdixist û jiyanek basît kelekela dilê wî bi bakî Xerbî hênik nedikir.

Carmen’a îspanyolî tanî bîra xwe; ew Carmena ku gul dixist nav temberîka xwe û bi Fistanê sor, li henber bayê direqisî.
Ew mêrên erzan li derdora wê dicivîyan û dihatin xapandin.
Carmen, pêkereke evînê bû. Ew mamosta evînê bû. Mamosta serhildan, evîn û dîwanêriyan bû. Serserî bû.
Di nav xanên felsefa wê de hezkirin, evîn û serhildanan wek tayên lavlavkê ketibûn nav hev. Ew “Donkîşot”a modern bû. Bi tena serê xwe, xwe kiribû xwedayek.
Gelo çima mirovan ew ji xwe re wek xweda ne neqandin? Gelo ji ber ku jin bû û wê xwedayek mê ba, nedixwestin ku rê û rêzika xwedayetiyê bê guhertin?
Dibe ku ji rebeniya wan be jî.
Bi dîwanêriya xwe û dînûharî ya xwe Carmen, zora wî aqilê zingargirtî biribû. Bedewbûna wê ji wir dihat.
Dilê xwe bi heyecana şehweta hezkirin, evîn û afirîneriyê dihesirand, wek ku tiştekî nû jê derxe.
(...)


Etiketler :

NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.