QOLİNC VI.,qoli̇nc,vi

QOLİNC VI.

A+ A-

Di ber xwe de keniya û got;
-“ev çi zilime li me dibû û dibe: Zimanê me qedexe dikirin û bi darê zorê zimanê xwe bi me didan qebûl kirin. Ji me jî hinek zarok dikirin berpirsiyarên van kirinên xwe, yên biqirêj û ev kirinên xwe jî di nav me de xurt dikirin.
Asîmîlasyon armanca wê yek jê jî birînkirina şexsiyeta mirovan û hestên neteweyî ye.
Ne tenê mirovan ji çand û zimanê wan dûr dixe, bi vê dûrkirinê re jî, çand û zimanê wan li berçavê wan bêqîmet û reş dike. Zimanê xwe û çanda xwe pê şêrîn dike. Ji bona ku zû bi zû ew kes, an jî ew netew carek din bi ser xwe de neyê û li çanda xwe, li zimanê xwe venegere.”
Polîsên tirkan, girtina xwe, asaqî û lêdanên ku lê dibûn û berxwedana wî dihat bîra wî. Tiştên ku dijmin bi serî de tanîn; feleqe, dana elektrîkê, dalqandin, dalqandina ji zeqfan û dana elektrîkê bi hev re.
Ew êşana bi carekê de, carek din di laşên xwe de hîsdikir. Di sermê de şilfîtazî dema ew dixistin bin ava kambax û qerisî, şîrqe şîrqa diranên wî bûn. Ji bin avê derdixistin. Şibake vedikirin û destên wî bi derabên şibakê ve girê didan. Bi zorê serê tiliyên lingan digîhan erdê.
Sar, bê xew, birçî û tazî bû. Xilmaş dibû û giranî diket ser dest û pîyên wî. Zendên destê wî birîn dibûn û diwerimîn. Xwîn bi ser de diherikî û li ser laşe wî hişk dibû.
Carnan di hucrê de perçak ji rojnamê, an perçak kerton, wek lihêfekê bi qîmet bû jê re. Bi dest nediket. Hertişt qedexe bû. Gotin qedexe, nav qedexe, çixare qedexe û deng qexe bû.

Ji bêrîka xwe deftera xwe derxist û nivîsî:
-“Di van rojên payîzê de, pel ji guliyan diweşin û berbi ba dikevin. Bayekî hênik li êniya min dixe û dil diricife. Xwe diesirîne û bi serhev de tîne.
Tenêtî, pişta min dax dide. Tunebûn û hesreta te, wek girêka quzilqurtê di daqurtandina xwezîya qirika min de asê dimîne.
Dibe ku bi asoyek hêvîdar re, yan jî bi serma çiksayiya şeveqê re ricfa stêrkan ji bona rojê. An jî serserîtiya dilê min ji ruhê birîndar, lê bihêvî re.
Li çiyakî sîpanên berfê, şerekî mêrxasî, teqandina gula dawî û hêvî! Bi êş û hêviyan re bêbiryarîya di jiyanê de.
Ez mirovan dibînim, bi dû tiştan de bazdidin; bera çi didin û bi kude derin, ne diyare.
Mirovên wunda û nenas, xewnên jibîrbûyî, ramanên perçe perçe. Birînên li hêviya bijîjk û dermanan.
Agirekî dadayî û li derdor reqs, reqsek wahşî, hezkirin, evîn û berbihewabûna qêrînên jinan ku li pêsîrên çîya dikevin û wunda dibin. Kujtinên evîn û evîndaran! Gunehê evîndariyê li wan çiyayên qedîm çima ewqes mezin bû?
Kê ev xerabî, li ser kijan hestan, bi çi armancê ew bi rêk û pêk kiribûn ji me re?

Kesek hîs nake, mejî tevlihev, çav girêdayî û guh girtî ne!

Kenên wan, ji girîyên wan taltir in! Bê hêvî û bê hezkirin mane; êdî xwedayê wan jî bûye birçîyê hezkirinê! Ji bona êvarekê, serxoşiyek kurt, bûye pîrozbahî ji wan re. Di wan destanên kevnar û qedîmde, ew evînên pîroz, mêrxasiyên xas; tenê di xewnan de maye. Ew pîrozbahiya hezkirinê nayê bihîstin di civatan de, bûne peyvên zemanên kufar. Ew hezkirinên bêberjewendî, piçûk ketine û jiyan li ber çavan reş kiriye. Îxanet, xapandin bûye karekî rewa. Doz, armanc û hevalbendî birîndar kirîye!”

Li ezmanan mêzekir. Stêrkek mabû. Ew jî êdî bi zorê xuya dikir.

-“Çiqa stêrk hebûn di qûbba ezmên de. Ew yeka ku li ber xwe dide, wê ew jî here. Pir nêzî min bû. Wilo nêzîk bû ku min destê xwe dirêj bikira wê di nav destê min keta. Wê ew jî xatir jî ji min naxwaze û here!
Dilê min dixwaze ji qefesa sîngê derkeve û bifire bi dû de bi lezayî ya şewqê. Hin nêzî min, hin jî dûr.
Lê ew jî çû!
Dibe ku hêza hêviya min, hêza evîndarîya min carek din wê bi paş de li min vegerîne.
Kî dizane!
Dibe jî!
Min sûnd xwari bû ku ez ê carek din xwedayan tewaf nekim û neparêzim! Ji dêlva wan qeşmer û qirdikan, heta ku “Donkîşot” dernekevin qada jiyanê.
Dibe ku wê çaxê ez jî ji xwe re xwedayekî bineqînim. Xwedayekî ku min tenê nehêle û îxanetê bi min re neke!
Xwedayekî ku di tengasiyê de pişrtgirîya min bike!
Dibe ku xwedayekî wilo tunebe, dibe ku hebe jî!
Lê tiştek nabe. Ezê li hêviya wî bim.”
Dilê wî mezin û bi rahm bû. Kul û derdên xwe birînên xwe yek bi yek nas dikir. Pir tengasî ditibû. Hewcedariya piştgirîyek ji dil, dilsoziyek, destbirakiyek bêhesab jê re biqîmet bû.
(...)


Etiketler :

NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.