QOLİNC XIV,qoli̇nc,xiv

QOLİNC XIV

A+ A-

Qedexekirina zimanekî û jêkirina zimanekî eynî tişt e!

Miletek, bi wendabûna zimanê xwe re wenda dibe. Ji ber ku hemû hêjayîyên wî miletî, bi hebûna ziman û jîndarîya ziman li ser axa xwe biwate dibe. Nasnama miletan bi zimanê wan ve girêdayî ye. Dema ku ew milet ji zimanê xwe biqete, bê nasname dimîne û ji xaka xwe diqete, wek girêkek berf dihile, wenda dibe.
Parastina miletê xwe di mejîyê xwe de diteqiland û bersîva xwe bi xwe dida:

“Ji bona ku Kurd wek miletekî li ser axa xwe bi hêjayên xwe bijîn, divê xwedî li çand û zimanê xwe derkevin. Ziman hebûna miletan e. Nasnameya miletan e. Xaka wan jî bi zimanê wan têd binav kirin.
Divê em ticarî berê xwe nedin dijmin û bi çand û zimanê dijmin xwe neparêzin. Ev mirina me ye.
Divê em ticarî biratîya dijmin ji xwe re nekin kar. Ev parastina rengekî pijavê ye û teslîmbûn e.
Divê di her warî de, her ferqî di navbera me û dijmin de bêt honandin ku em pêşîya asîmîlasyonê bigirin.
Divê em ticarî bi dijmin re rîya yekitîyê neparêzin. Ev pejirandina cûreyek entegrasyonê ye. Entegrasyon, karekî ji gavên jiholê rakirin û asîmîlekirina miletê me bi xwe ye.
Dijmin bi yasa û sazîyên xwe yên asîmîlekar êrîşî ser me dike. Ziman qedexe dike. Qedexekirina zimanekî û jêkirina zimanekî eynî tişte. Ha we zimanê mirovekî jêkir, ha we zimanê wî qedexe kir eynî tişte. Zilm e, zordarî ye. Dijminan her ev ji xwe re kirîne kar, ku me ji holê rakin. Divê em rê nedin van karesatên dijminan ku li ser miletê me domdikin.
Divê her malek me bibe dibistanek ji bona çand û zimanê me. Dibistanên dijminan bi armanca asîmîle û entegrasyonê li welatê me hene. Ji bona ku em bandora dibistanên dijminan li ser zarokên xwe kêm bikin, divê em her malek Kurd bikin dibistanek parastina çand û zimanê xwe.
Dijmin bi rîya van dibistanan di navbera nifşan de tayê çand û ziman zeîf dike. Divê li henber vê bandorê her em, di navbera nifşan de bi zanistî û bi ruhekî milî dan û stendina ziman û çandê xurt bikin. Di nava malbatên me de çiqa bandora çand û zimanê me xurt be, wê bandora dibistan û çanda asîmîlasyonê bêbandor bibe.”
Bandora asîmîlasyonê dihanî ber çavê xwe. Wendabûn, wek taya mirinê dikir ricfek sikratê û diket laşê wî. Ji bîyanîbûna xwe bi xwe ditirsîya û keser li ser keserê dikişand. Ev rewş wî bêtaqet dikir. Hestên wî yên miletperwerî, ew welatê wî yê xêr û xweşî, bi şeng û şemal, bêtir ew dikişand nav ramanan. Ramanên ku di serê wî de zelal dibûn yek bi yek tanîn ziman:

“Ku miletek bê dewlet be, parastina çand û zimanê wî zahmet dibe. Li henber bandora dewleta dagirker, li serling hiştina zimanekî ne hêsane. Divêtî bi karek û berpirsîyarîyek miletperwerî heye. Her milet bi miletperwerîya xwe liser ling dimînin.
Mixabin di dîroka nijadperestîyê de karesat pir dişibin hev. Netewên serdest, bi rewşek hovane tên ser netewên bindest û çand, ziman û hêjayîyên wan qedexe dikin. Ji zanistîyê dûr dixin, hebûna wan înkar dikin û dixin bin bandora wendakirinê. Hebûn û serdestîya xwe dimeşînin û bi rewşekî prîmîtîf (nîjadpersetî) hebûna çandên din red dikin, înkar dikin û piçûk dikin.
Ev bandor li ser netewên ku nebûne dewlet û di warê zanistî de kêm îmkanin bêtir derdikeve pêşberî me. Ji ber ku netewek dema ji îmkan û parastinên dewletê mahrûm bin, ji zanistîyê dûrketî bin, şensê wanî ku çand û zimanê xwe biparêzin û bipêş de bibin kêm dibe.
Lê ev nayê wê wateyê ku miletên bindest û bêdewlet nikarin çand-ziman û hêjayîyên xwe biparêzin. Divê em di malên xwe de bi ziman-çand û hêjayîyên xwe zarokên xwe perwerde bikin ku em xwe zindî liser ling bihêlin. Divê her malek Kurd bibe dibistanek ku bandora wendabûnê kêm bibe.“
Bandora asîmîlasyon û wateya qedexekirina zimanê xwe tanî ber çavan. Armanca dijmin û nezanî, bêtaqetîya miletê xwe dida ber hev. Bandora qedexekirina zimanê Kurdî wateyek sereke didît û tanî ziman ku:

“Hêjaye ku em bêjin, di vir de jî armanc eşkere ye. Hin qedexekirina zimanê bindest û teşwîkkirina hînbûna zimanê serdest; di warê çapemenîyê û di warê perwerdeyê de tên meşandin, xizmetê ji yek meramî re dikin. Ew jî li Kurdistanê jenosîda zimanê Kurdî bi xwe ye.
Dema em van kirinên dewleta Tirk bînin ber çavên xwe, em ê bibînin ku çi bandorek mezin li ser zarok û ciwanên kurdan çêkirîye. Di dibistanê dewletê de, têsîra vê asîmîlekirinê hîn bibandortir meşandîye û dimeşe. Me li henber vê jenosîdkarîya dijmin tedbîr nestendîye. Bi qasî ku me tedbîr nestendîye jî, em bûne alîkar ji vê jenosîda ser miletê xwe re.
Ya din jî di warê çapemenîyê, rojnamegerî, medya û karê çandî de ye: Sînema tirkan bi salan, romana tirkan bi salan, rojnamegerîya tirkan bi salan, medya tirkan, muzîka tirkan bi salan ev kar bi zanistî û bi alîkarîya sîstema dewletê meşandîye. Kurd ji xwe re kirine mijar di varekî qels û bê çand de û bi helwestek asîmîlekirinê hatîye ser kurdan. Bi her awayî xizmet ji vê jenosîda li ser çand û zimanê Kurdî re kirîye. Di roman û sînema tirkan de Kurd, her bûne xwedî rolê krîmînal û xizmetkarên şexsîyeta Tirkan û hatine piçûkkirin. Ev siyaseta Kolonyalîst (mêtingehkarî) bi destê hunermend, zana û ronakbîrên tirkan ve hatîye meşandin û têd meşandin.“

Ji gotin û ramanên wî wateyek wilo derdiket hole ku; ji lehengên çand û zimanê Kurdî bêtir, bandora lehengên zimanê jenosîdê yên zimanê serdest derdiket holê. Dema ku di navbera neslên kevin û yên nû de, dan û stendin bi hewlên miletperwerî neyên honandin, pira di navbera wan de jikestinê dixwe. Em îro raserî vê hatine. Kurdan xwe jibîr kirine ku ew aîdî xwe ne. Ji bîrkirine ku ew Kurd in û ne tirk in. Ferqa di navbera bikaranîna zimanê jenosîdkar û zimanê xwe de, ji warê hebûna xwe derxistine û xistine warekî jenosîda tabîî. Ev malxerabîya herî biwate ye. Ev jî bi destê siyasetmedar û rewşenbîrên biesil Kurd dimeşe. Zimanê dijmin, zimanê jenosîdkar şêrîn kirine bi kurdan û bandora zimanê xwe, şêrînî û hêjayîya çand û zimanê xwe qels kirine. Ev jî bûye sebeb ku zimanê jenosîdkar bibe xwedî bandor li ser miletê Kurd û raserî jenosîdê were.


Gotinên miftehî :