Qolinc-IX,qolinc,ix

Qolinc-IX

A+ A-

“malxerab“ Berîya Mêrdînê tenê ne berîye!
Pir taybetîyên wê hene. Dema ku di bihara rengîn de hûn lê binêrin, hûn wê pir guhertî, payîza wê cûreyek din û di zivistanê de jî wek xalîyekî sipî û gewre di rewşek din de bibîn in.
Wek bêndera rengan di bin lingên me de xuya dike.
Wek kirasê heftreng, heftê pîne, wek wêneyên Pîkaso bi huner tên ber çavên we.
Heftreng e, nehreng e û ewqas jî dil jikestî ye.”

Dema ku zaroktîya wî, ciwanîya wî diket bîr a wî, ev dîmenên deşta Mêrdîn û biserde xwarbûna pozê keleha Mêrdîn dihat bîra wî. Keser dikişand. Ji dil de birîndar dibû. Birîndarê hesreta bi van çavan dîtina wan dîmenan bû carek din.
Siyaset, serê çîyan, zilim, qedexe, koledarî, serhildan, şer û Koçberî ji bîra wî nediçûn. Wî her dixist nava taswasek bêbinî.

Didomand:
-“Zaroktîya min di nav van rengan de derbas bû.
Sê tiştan pir têsîr li ser min û zaroktîya min dikir.
Bandora van hersê tiştan pir mezine ku heta îro jî di hişê min de cîh girtî ne.
Yek ji wan, payîzê di ser berrîya Mêrdîn re derbasbûna refên qulingan bû. Di kûraya Şînaya azman de rêzên refê qulingan ku wek libên mercanan rêzkirî, bi hev re dipeyivîn û koçber dibûn, diçûn germîyanan. Bi dû wan de hiznek hebû û kêfek hebû.
Çûna wan me kêfxweş, koça wan jî me xemgîn dikir!
Ya din jî hatina Leglegê bû:
Di zaroktî ya min de zivistanan pir berf dibarîya li deverê. Di destpêka biharê de yekem car Leglek dihat.
Bi wan çîpên leglegî dihat û li ser wê sikura pêşiya gund, li ser tahtan datanî.
Mezinan digot ‘va gîtê leglegê derbas bû’! Êdî bihar hat. Kêfê dida ser rûyê mirovan û dikenîyan.
Ya sêyem jî hatina Hechecîkê bû:
Her malek gund, diber zeqfande xwedî Hêlînek hechecîkê bû. Bi destpêka biharê re Hechecîk dihat û dest bi serastkirina hêlîna xwe dikir. Bi nikilên piçûçik, herrî tanî û bi hosteyî hêlîna xwe amade dikir.
Mezinan, ew mezinên ku ji şer, pevçûn û zilmê çavê xwe venedikirin, Hechecîk wek “tiştekî pîroz” didîtin û ne dihiştin ku em wan bitirsînin jî.
Di zivistanê de, li ber tifik û sobeyan li ser qulingan, hatina leglegê, gîtên hevayê û Hechecîkê pir çîrok hebûn. Mezinan ji me re digotin.”

Di çilê zivistanek xedar de hatibû dinê. Di serê wî de çend tişt wek bîranînên zaroktîya wî zînde bûn;
Yek ji wan di biharê de çûna gund û zîyareta Tirbe Sipî”yê an jî mezelê “Tirbe Sipî” yê bû.
Tanî bîra xwe ku:
“Ew mezel, mezelekî kevnar û mezin bû. Li ser kevirên van gorên kevnar ku bi kevirên necarkirî û şehkirî hatibûn çêkirin, pir tiştên balkêş hebûn. Li ser sînga hinan pêkerên beranên bi quloç. Li ser kevirên ber serê wan, wêneyên şûr û mertalan û mirovên şervan hebûn. Li wargehê mezel daristanek ji darên berrû, teew û guhîjan hebû. Dar pir mezin bûn û kevnar bûn. Sê mirov, çar mirovan destên xwe didan hev, newqa daran zeft nedikirin; ewqes qalind bûn. Jêkirina daran qedexe bû. Gundîya wek ziyaret û vargehekî ‘pîroz’ qebûl dikirin.
Me ji mezinan dipirsî “çima ev işaret li er kevirên ber serê wan e?”
Ji me re digotin ‘evana mirovên mezinin û bi çi hatibin kujtin, an jî di çi warî de fêris bûn, ew sûret li ser gorên wan çêkirine.’! Hinek bi şûr û mertalan, hinek sembolên nenas û sûretê rojê û tîpên ku me nikarî bixwîn in hatibûn nexşandin.”

Di biharê de rojek gund ya taybet hebû:
Her kesî cil û bergên xwe yên xweşik li xwe dikirin û xwe dixwemilandin. Xwarin û karik û berxên xwe digirtin û bi rê diketin û diçûn ser ‘Mezelê Tirbe Sipî’ yan. Ji xwe re dar û berên hişk kom dikirin, berx karr û dîkên xwe serjê dikirin. Goştên xwe hûr dikirin û dixistin distan. Agir dikirin û distên xwe datanîn ser tifikên amade. Xwarinên xwe amade dikirin.
Zarokan ji xwe re dilîstin, mêr komik komik li hev dicivîyan û li ser meselên gund, têkilîyên malbatan, zahmetiya zivistanê û hatina rewşa biharê sohbet dikirin. Kesên ku ji hev xeyîdî li hev tanîn û gund seranser wek malbatekê dem bi hev re derbas dikirin.

Cîhekî rast hebû di navbera çend gorên navdar û bedew de. Sofrak dirêj li erdê datanîn û mesefên girar û goştên berx, karik û dîkan li ser rêz dikirin. Jin, mêr û zarok li dora mesefan kom dibûn û bi hev re têra xwe xwarina xwe dixwarin. Pezên xwe li wir bêrî dikirin, şîrê xwe dixistin meşk û satilan. Firaxên xwe berhev dikirin, ker, qantirên xwe bar dikirin û vedigerîyan gund.

Gund qederê 20 deqîqa ji Mezelê Tirbe Sipî dûr bû. Di sukura serê mezel de du darên guhîjan hebûn. Renga reng bi paçikan girêdayî bûn. Dara miradan bû. Jin. bûk, keç û xortên gund, gulik û paçikên xwe bi gulîyên van herdû daran ve girê didan.
Me zarokan wê rojê kêf derbas dikir.”


Etiketler :

NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.