Qolinc VIII.,qolinc,viii

Qolinc VIII.

A+ A-

Di ber xwe de got;
-“na na... ne ku ez ji wendakirinê ditirsim. Tirsa min ew e, di vê cîhana ku dilgeşî kêm bûye û ez nikaribim evîn û hezkirinê pir bikim û bi hezkirî û evînên xwe re di cîhanek gewzî de bextewar bim e! Ku em nikaribin bi hev re wê dilgeşiyê geş bikin. Wê hezkirin wek zarokekî bêziman û bêparêz be; divêtîya wê bi şefqatê, hezkirinê hebe. Ne ku em destê xwe bixin qirikê û bifetisînin.”

Wek hunermendekî li jiyanê dinêrî û li ser giran giran disekinî. Xal bi xal ji nav hev derdixist û di destê xwe de diteqiland. Giraniya weznên wan hêlên ku dilê wî dax dida, dida aliyekî û li dewsa wan bi cîhkirina rengan re dixwest ku wêneyek nû çêke. Lê berî ku di nav bêndera rengan keve, dixwest ku serî zelal bibe, wêne derkeve mazatê..
Di civatan de guhertin her tim ne erênî ne. Pir caran rastî dibe “nerastî”, fezîlet dibe “sûç” û sûç jî dibe “fezîlet”. Girse li derdora van guhertinan kom dibin. Serxweş dibin, har dibin û pîkoliyê dikin ji vê re.

Di civatên ku fezîlet û sûç cîh biguherîn de cîhê wêje û ramanê teng dibe. Hestên edaletê namîn in û ji dêlva ku mirov bi xwe bawer bin, dikevin metirsiyek mezin, şaşî, xerabî, zilm û zordarî dibe beşekî jiyanê yên erênî.

Şer, kujtin, talan û binling kirina mafê jiyana mirovan dibe helwestek erênî. Rûreşî, zalimî û zordarî dibe karesat ji civatê re û civat dibe xerîbê fezîletê.
Pîspor, zana, alîm, ronakbîr û serkêşên civatê dibin diranên çerxa vê malxerabîyê û hêjayiyên mirovatiyê, yek bi yek ji nava civatê koça xwe bar dikin..Civat tazî dimîne. Civat dibe biyanî yê wêje, edalet û wîcdanê. Hunermend, nivîskar, helbestvan birîndar dibin. Ji naveroka berhemên wan xwîn dirije ser kaxizên gewher.
Civat bêçav, bêguh, bêdil û bêhezkirin dimîne. Êşa jidil namîne û bêling dimîne, nameşe, digindire, dipeke ber bi xerabiyê de.
Di destên zarokan de şûr û mertal hene, tazî û xwasin êdî, di devên wan de bêja şer. Ji dêlva ken û girî, nav di xwe de didin û êrîşker dibin roj bi roj!
Jin, dibin wek mêran êrîşker bi awirên tûj û şervan.

Civat ji tayê medenîyetê bêpar dimîne. Di nava girsên êrêşker de dengê jinê dibe şîfreya êrîşên girsî. Dengê lîlandinan ne ji bona azadîyê, ji bona afarozkirinê bilind dibe.
Metirsiyek dikeve nava civatê û kesên ku vê guhertina malxerab dibînin jî, ji tirsa afarozê bêdeng dimîn in. Di qiraxa wan de ji xwe re li starê digerin. Stara xofane û bêceger.
Êdî mirovatîyê koça xwe bar kiriye û para maye jî birîndar bûye. Civat gav bi gav berbi hilweşandinê de diçe. Şîraza civatê êdî nagire, rewş tar û mar e. Rîhsipî yên civatê di nav gola xwîne de birîndar, zarok li ber dîwaran sêwî û melûl û jin çavboqî ne.

Li ser van xalên dilşewat yek bi yek hûr dibû û di ber xwe de jî car caran keserên kûr kûr dikişand...
Ji xwe re digot;
“malxerab” Berîya Mêrdînê tenê ne berîye.

Pir taybetîyên wê hene. Dema ku di bihara rengîn de hûn lê binêrin, hûn wê pir guhertî, payîza wê cûreyek din û di zivistanê de jî wek xalîyekî sipî û gewr e di rewşek din de bibîn in.
Wek bêndera rengan di bin lingên me de xuya dike.


Etiketler :

NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.