Qolinc X,qolinc,x

Qolinc X

A+ A-

Di jiyana xwe ya zaroktîyê de taybetîyek din didît; ew jî di payîzan de bû:
Tiştê di bîra wî de mabû ditanî ziman:
“Bi destpêka biharê re kar û bar dest pê dikir. Gundî qet vala nedibûn. Kar pir bû. Bi şev û roj bi zevî, erd, pez û dewarên xwe ve mijûl dibûn. Mast û penêrên xwe dibirin bajêr û difrotin. Ji bajêr tişt dikirîn û tanîn. Pir diwestîyan.”
Bîranînan ew xistibû nav kûrayîyek salan û biribû nav rojên zarokatîya wî. Ji nû ve zaroktîya xwe wek ku ta di derzîyê re derbas bike, tanî ber çavê xwe:

“Em zarok li ber dîwaran, di nav tozê de, poz bi lîçik, xwas û kiras qetiyayî, heta êvarê me bi hev re dilîst.
Me dilîst, şer dikir. Gepek nan di destê me de, tasek dew û yan jî hinek mast li ber me, heta dibû êvar.
Êvarê dê, bav û xwîşk û birayên me ji hal de ketî dihatin malê. Sofre datanîn û me bi hev re şîv dixwar.
Di despêka havînê de dest bi çinîna genim, ceh, nok, nîsk û şolikan dikirin. Li ber berên paleyê şerqîna dasan û dengê sitranên pala bûn. Di kele kela germa havînê de, li ber berê paleyê ew sitran û navlixwedanên pala, rengekî zînde dixist nava destîvanan.
Yeko yeko bi dû pala de destîyên xwe kom dikirin û dikirin gidîş. An jî bi hosteyî li ser şixrê datanîn û girê didan. Şaxekî şixrê bilind dikirin û qantir diket bin şixrê, bardibû û bi rê diket. Dibirin gund, ser bênderê datanîn ku bi cercerê hûr bikin. Ku bidêrin û ka û genim ji nav hev derxin.
Bi vî haweyî bihar û havîn derbas dibû. Herkesî qûtê xwe datanî. Havîn dihat û giranîya karan sivik dibû. Dema bîstanan destpê dikir. Merdan, çinîna heşêfê, çêkirina ber leman.
Demek kurt bû ev dem û hêdî hêdî îca dema ecûr, qitî, zebeş û petêxan bi dû hev de dihat.
Havîn germ, av hindik bû, lê xweş bû. Sibehan zû em radibûn, diçûn nav bîstanan û me ji bona xwarinê zebeş û petêx diçinîn û tanî malê.
Av hindik, lê dew pir bû. Dew dixistin kîsan û dadilqandin. Qulek di qorzîk a kîs de vedikirin û bi tayekî xurt girê didan. Dema ku me ew ta vedirkir û dew ji wê qulê diket tasa me. Dewekî cemidî û xweş bû.
Binê wî kîsî de jî mastê kîs çê dibû. Me bi kevçî ew mast ji binê kîs derdixist, dixist teflikê, dendikek sîr, hinek xwê û ecûrek hûr hûrdikir nav û dixwar. Ber dilê me hênik dikir.
Payîzan dest pê dikir: Zebeş û petêx pir dibûn. Êvaran, diçûn nav bîstanan û barên xwe yên zebeş û petêxan çêdikirin, tanîn mal.
Nîvê şevê gundîyan barên xwe bar dikirin û diçûn bajêr bi hev re. Zebeş û petêxên xwe difrotin.
Payîz bi xêr bû. Tiştên firotinê pir bûn, pere bi gundîyan re digîha hev. Heqê mast û penêr, firotina berx û karikan, petêx û zebeşan pere tanî destê gundîyan.
Kêfa wan dihat û westandina bihar û havînê jibîr dikirin.”
Ev bîranînên wî yên zaroktîyê, wek perçên ewrên sipî ku di ezmanê ciksayî re derbas bin, di ber çavên wî re hêdî hêdî derbas dibûn.
Dom dikir:
“Gundîyan, xwe amade dikirin ku herin ‘Ziyareta Sultan Şêxmus’.
Ev ziyaret di navbera Amed û Mêrdînê de li ber çemê Şêxa bû. Gund, navçe û bajarên derdorê, di payîzan de dihatin û du-sê şevan şevder li vê ziyaretê diman. Ji xwe re kêf û şahî, xwarin çêdikirin û şevbihêrkên xwe bi hev re derbas dikirin.
Pir qîz û xort li vir rastê hev dihatin, ji hevdû hez dikirin û hinekan hevûdû jî direvandin. Dawet li dar diketin, govend digerîyan.

Bi rojan em li hêvîya wê rojê diman ku gundî bi hev re xwe bikar bikin û herin ziyaretê.
Nîvê şevê herkesî xeber didan hev. Herkesî cil û bergên xwe yên nû û xweşik li xwe dikirin. Xwe dixemilandin û bi rê diketin. gund vala dibû.
Dema ku qurbanên xwe bar dikirin û bi rê diketin, em zarok li ser bar, li keran suwar, yên piçûk dixistin çavkên çerê û bi rê diketin. Nêzîkî sê saetan rê dikişand.
Digîhan ziyaretê, cih ji xwe re didîtin û barên xwe datanîn. Dest bi serjêkirina qurbanan û çêkirina xwarinên xwe dikirin.
Gundîyên gundên nas dihatin zîyareta hev, sihbet dikirin. Ev jî teybetîyek ku her di nav bîranînên min yên zaroktî de cîh girtîye” digot di ber xwe de û didomand:
“Gundê me di çîyê de bû. Kesên ku li hidûd dixistin bi fereca sibê re, bi barên xwe re, digihîştin gundê me.
Cîhê gund bilind bû û ji riya Mêrdîn, dema ku leşker, an jî tirimbêlek berê xwe bida gund, ji dûr ve xuya dikir. Gundîyan li gor wê tetbîra xwe digirtin.


Etiketler :

NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.