Qolinc- XI,qolinc,xi

Qolinc- XI

A+ A-

Barên wan dibirin çiyê û vedişartin. Hespên wan jî li malan belav dikirin. Piranî li mala me dibûn mêvan.
Deh deh, carinan panzdeh, bîst kes bi ser hev de cîhên wan datanîn û radizan.
Carekê dîsa li hidûd xistibûn û leşkerên tirkan şop anîn ser gund. Mêrên ku di nav gund de mabûn dan ber lêdanê.

Cînarekî me hebû, navê wî Dawê bû. Li ber derîyê hewşa me leşkerên tirkan Dawê zeftkirin û dan ber lêdanê. Di jiyana xwe de cara yekem min wilo lêdan didît.

Dawê lêxistinek pir dijwar xwar û ji hiş xwe ve çû. Jinan bi qêrîn bazdan û Dawê ji navdestê leşkerên tirkan derxistin. Li ber dîwêr wî dirêj kirin. ji hiş xwe ve çûbû û hinek jin li ser digirîyan.

Pir caran jî dema ku leşkerên tirkan dihatin gund; mêrên gund radihiştin çekên xwe û direviyan, diçûn çiyê. Tenê jin di gund de diman.

Hîn tirkan dibistan di gund de çênekiribû û kesekî bi tirkî nizanî bû.

Dê û bavê wî her jê re digotin;

“kurê min serê salê bû, derî dibin berfê de mabûn. Me nikarî derî vekira û em derketana derve. Di navbera mala me û ya cînarê me de derîyek hebû ji bona rojên xeter. Me ew derî vekir û pîrika Horê hat bû pîrik ji te re. Pîştî kêlîkê tu hat dinê û me navê Sultan Şexmûs li te kir.

Feqîrî bû û xela hebû. Jiyan pir zahmet bû. Bi ser de jî berfê jiyana me hîn zahmettir dikir. Me debara xwe bizahmetî dikir heta ku, bihar were û bi gîha û pincaran em xwe xwedî bikin!”

Hêdî hêdî dimeşîya û hûr hûr li derdora xwe mêze dikir. Wek şervanekî ku di enîya şer de hemû hevalên xwe wenda kiribe û bi tena serê xwe li termên hevalên xwe mêze bike, li kuçe û tarên bajêr mêze dikir.

Bajar kevnar bû. Dîwar ji derbên topan hilweşiyayî, tije qulên gule û bazoqan. Dora derî û pacan ji agir reşkirî bûn.

Wêneyên şerê duyemîn yê cîhanê hat bîra wî. Wek ku li wan wêneyan mêze bike, li kuçe û taxên bajêr dinêrî.

Kuçe derbas kir û dît ku du kalemêr, li ber dîwarekî derbxwarî, li ser keviran rûniştine û qurepista wane, bi hev re dipeyivin.

Ev herdû kalemêr, bajarê ku lê rûniştî, kuçên hilweşiyayî; wek bavekî ku li ser laşê kurê xwe bisekine û bi dilekî şewitî li bedena wî mêzeke, li dîwar û kuçeyên tara xwe mêze dikirin. Ev herdû kalemêr bi hev re dişêwirîn û dipeyivîn!

Bêdeng rabûn ser xwe.

Serpêhatîyên wan, bi her dîtina diwarekî hilweşandî, bi her camek şikestî û malek şewitî re, wek birûskan di hest û mejîyên wan de vedida. Keserên kûr kûr dikişandin û diketin nava ramanan. Bahozên ku di mejî û dilên wan de radibûn, di rûkên wan de reng bi reng xuya dikirin.

Gihîştin ber dîwarekî ku bi tayekî li ser ling mabû, ew dîwarê wek pêkerê şer, meydan ji şer re dixwest û sekinîn.

Ev herdu kalemêr, her yek li ser kevirekî ku ji bombebarîna tirkan hilweşîyaye, rûniştin û di ber xwe de carek din dest bi peyvê kirin.

Pişta xwe dabûn dîwêr û darkên wan di destên wan de axa ber xwe tev didan. Di serê wan de kî dizane bê çend pirsgirêk û kul hebûn û her çixêzên ku davêtin ser axê, wek ku pirsgirêkekê işaret bikin, di ber xwe de bêdeng, dipeyivin. Di rewşek raman kûr û dil bixem de bûn.
Yê rîhspî û bi temen, zivirî ser yê kêleka xwe û got:
“heta ku ev dewlet li welatê me dagirker be û bi hêz liser lingan be, wê halê me ev be. Emê berhev bikin, çêbikin, avabikin û zarokên xwe mezin bikin; ewê werin û xaniyên me bi serserên me de hilweşînin û zarokên me bigirin, bavêjin zîndanan, ji xwe re bikin cangorî. Tu çare tuneye, divê ev dewlet hilweşe û bibe qada hesabpirsînek mezin. Ev şer ji ber derîyê me here û têkeve pêsîra dijminê me! Em bi van tirkan re nikarin jiyanê parvebikin!”
Bê ku li benda axivtina kalemêrê kêleka xwe be, an jî bersîva wî be, dîsa darikê xwe dirêjî nav axê kir û xetek din kişand...
Kî zane bê çend, zarok, keç, xort bi destê xwe şûştîye û birîye ser mezel û bi çavên xwe veşartiye..

Mala çend kesên wêrankirî dîtiye, di çilê zivistana kambax de, bê ar û ardû di nav berf û bahozê de, bê av û nan!

Qermîçokên rûwê wî, pişta xûz, yek bi yek tayên rîha wî yên wek berfê spî û nerînên dijwar û xemgîn, wek şahidîya dîrokê, şahidîya zilm û zordarîya dewleta tirkan dikir, bi înad û xemgîn li ser lingan bû.
Yê kêleka wî lê vegerand û got:
“heyra taqet di me de nema. Kî tê û ji me dixwaze: Malên me xwestin, me dan wan. Keç û xortên me xwestin, me dan wan. Piştgirî xwestin, me da wan. Niha xanîyên me jî bi ser serên me de hildiweşinin. Em bê ewlehî, di bin lingên dijmin de mane. Em bi şev û roj bi mirîyên xwe re radizên û li benda mirîyên nû ne. Divê derîyek ji me re vebe. Bi vî haweyî nabe”.
Kalemêrê rîh spî çend xetên din kişand ser axa ber xwe û wek ku di serê xwe de ramanên xwe zelal kiribe, li yê kêleka xwe nerî û got:
“Ev sedsale bi vê metodê em li ber xwe didin. Doz digihêje cîhekî bi hêvî û gotin tê guhertin. Peyva ku ji devê dijminan derdikeve, dibe peyva pêşkêş, serok û siyasetmedarên me(!) Ev jî pişta me û qudûmên me dişkîne. Dibe sebebên ku dijmin hêvîya me bişkîne!

Divê gav û gotin yek be. Em bizanibin bê ji bona çi em vê xirametê didin! Wek ku min got; tenê bila şer ne li ber derîyê me be! Divê em şer bibin ber derîyê dijminên xwe. Ku ew jî xirameta şer bidin. Divê welatê wan jî wek yê me hilweşe bi serserên wan de. Divê zarok, keç û xortên wan jî wek yên me bêhêvî û bê pêşeroj bimînin. Ma qey dibe ku, em di nava agirê cehennemê de bişewitin û ew kêfa xwe bikin?

Kesên ku êşê nebînin, nikarin bandora êşê di dilê xwe de hîs bikin û ji dil li henber zilmê derkevin. Ew piştgirê dewleta xwe ne. Berjewendîyên xwe di virê de dibînin. Lê ku gulokek agir têkeve nav mala wan, wê qêrîn ji wan jî were!”


Etiketler :

NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.