1. Tekst

  2. Ger

  3. Nuri SINIR
  4. Roja Xelatgirtinê
Roja Xelatgirtinê,roja,xelatgirtinê

Roja Xelatgirtinê

A+ A-

10ê çirîya pêşin (oktober) a 2019ê bû, ez ji xewê dereng rabûm. Îro merasima xelatêye. Min dest bi amadebûnê kir. Paşê daketim, hêwana xwarinê. Koçer xanim û Hanna Jaff taştê dixwarin. Min jî, ji bona taştê hinek xwarin bi hevda û çûm cem wan, bi silava “sibeha we xweş” re ez rûniştim.

Me hîn taştêya xwe xelas nekiribû, kekê M. Zeki jî hat cem me. Piştî taştê me li ser mijara xelatê hinek guftûgo kir. Paşê kekê Zeki ji me destûr xwest û çû.

Nêzî êvarê dîsa hat û em bi hev dû ra derketin. Zeki li cîhekî sekinî, Hanna Jaff ji texsîyê daket. Paşê Zeki jî daket û li ber derîyê xanîkî mezin wêneyê Hanna kişand. Pîştî kişandina wêneya hatin û dîsa em bi rê ketin. Min ji Zekî pirsî;

“Cihê kû we wêne kişand, çi cih bû, aîdê çi ye?”

Zeki gote;

“Nuri ew cih demekê kampa miltecîyan bû. Hanna gellek alîkarî bi wê kampê kiribû. Ji bona bîranînê wêne kişand.”

Texsî li cihekî sekinî. Gotin vira barîgeha şaredarîya Traiskirchenê ye. Merasîm wê li vê derê çêbibe. Em çûn hundirê barîgehê, însan hatibûn. Reşik, spî û gellek insan. Di nav wan insanan de balyozekî Avusturyayê ê kevn Dr. Walter Lichem, Parlemenê eyaletê û serokê şaredarîya Pfaffstaltenê Christoph Kainz. Serokê Federasyona aştîya Universal (navgelî) Peter Haider, serokê federasyona îslamî ya Avusturyayê ( ê kevn) Dr. Fuat Sanaç, serokê Integrationê Peter Ramberger, serokê şaredarîya Traiskirchenê Andreas Babler, berhemdarekê opera Avusturyayê Masilene Novak, yek berhemdarê opera Italya Marco Astani û sazbendekî ji Dersîmê Mansur Şahin û ji bona min qîmetek giranbuha ji balyozxana Kurdistanê Nergîz xanim li wê derê bûn. Îşê balyozê Kurdistanê derketibû, ji dêvla xwe Nergiz xanim şandibû merasîmê. Bername bi hunermendê operayê dest pêkir. Paşê mesajên hatibûn şandin hatin xwendin. Du mesajên gring, yek serokvezîrê Avusturya, yek jî a serokê komara Avusturyayê bû. Piştî hunermenda xelata Hanna Jaff danê û Hanna Jaff axiftina xwe kir. Piştî Hanna Caf li ser jiyana min axaftin çêbû û navê min hat xwendin, ez derketim ber mêvanan. M.Zeki xelata min pêşkeşî min kir û min ji bona axaftinê dawetî ser mikrofonê kir. Berdevkîya zimanê Almanî jî wî girt ser xwe. Ez ê li virê bi kurtayî axaftina xwe binivîsim.

“Ez ji erdnîgarîyek (cografya) pirr bi xwîn têm. Domkirina bi sedsalîya şerran û ji erdnîgarîyek tije qetlîaman ez têm. Lê piştî 3000 kilometre, li rastîhevhatina we însanên xweşik û hatina min î nav we ji bona min bû semeda nemîna êşê û bi vî awayî ez şad û bextewar bûm. Ez ji bona vê xelatê; ji xebatkarê însanê dinê M. Zeki û sazîya Însanê dinê re malavayîyê wek deynekî dibînim.

Di dîroka mirovahîyê de êşên pirr mezin hatine jiyandin. Em; gelê Kurd di erdnîgarîya rohilata naverast de van êşan bi qatmerî jiyan.

Piştî derbeya leşkerî ya 1980yî deshilatdarê devletê, cûntaya leşkerê faşîst ji bo mirovahîyê zilmek herî mezin kirin. Li zindana Amedê, bi jimara 5an, zilma ku hat kirin ji kampa Auschiwildê zêdetir zilmek bû. Hitler di kampa Auschiwild de însan di yek carê de şewitandin û kuştin. Em di wê zindana Amedê de her deqqe û sanîya de li mirinê digerîyan, lê mirin ji bona me di cih de nedidîn. Cûnta leşkerî bi berdawamî 3 sala me û mirin li dijberê hev xist. Semeda hatina min î vê derê jî, ji ber zilma kişandin û şahidîya min a li dijî zilmê li ser pirtûkekê nivîsandin bû. Ev êş li wê erdnîgarîyê kêm nebû û hin jî dom dike. Şahidîya min î iro ez lê rast hatime vê hêvîyê dide min; ramanê ji bona insan, xebatê jibona insan û insanê di van raman û xebata de li dinê zêde bibin.

Di erdnîgarîya em lê dijîn ramana fundamantalist ya sîyasî, ji bona mirovahîyê metirsîyek mezin çê dike. Bi giştî hun şahîdin, li Îran, Iraq û li Sûriyê ramana siyaseta fundamantalist bi navê DAIŞê ji bona mirovahîyê êşên mezin çêkir. Ji bona me Kurdan ew erdnîgarî 100 sal e dîrokek pirr bi êş anîye ziman. Li Dêrsimê, Zîlanê; li Ararat, Helebce, li Barzan û li gellek cihê wê erdnîgarîyê de bi sedhezaran insan; bes di bûyera Enfalê de bi navê sûreyek ji perçê Qûranê Enfal, fermana Kurdan rakirin û 182000 (sed û heştê û du hezar) însan zindî zindî xistin nav axa çolan.

Bi van tevahîyan jî, bi van êş û elemê dirêj jî em Kurd ji ramana mirovahîye, ji ramana hezkirina mirovahîyê dûr neketin û em ji hezkirina mirovahîyê dûr nakevin jî… İro jî; bûyerên tên serê Kurdan li ber çavê dinê de tên serê wan. Lê me vê bawerîya xwe wenda nekir û em ê wenda jî nekin. Bawerîya mirovahîyê, girêdana bawerîya mirovahîyê, qedrê girêdana insan û mirovahîyê em ê tu caran wenda nekin. Em ê ji insan hez bikin, bi giştî ji insanê dinê em ê hez bikin, em ê li renk û qewmîyeta wan ne nihêrin û bi giştî ji bona mirovahîyê em ê hêvîyên rojên baş bi xwazin.

Bi van ramanan bi giştî ji we re rêz digrim, silav û evînîya xwe pêşkeş dikim.

Bi tevahî mala we avabe.”

Bi çepikê wan î li ser linga û bi hizrek geştî ez ji kursîyê daketim. Piştî wêne kişandin, pîrozkirin û guftûgoyan em derbasî xwaringehê bûn, li virê jî guftûgo berdewam kir û em derbasî hotêlê bûn.

                                                                                                      (wê dom bike)


Gotinên miftehî :