Roman û Rexne,roman,û,rexne

Roman û Rexne

A+ A-

Ez dixwazim di serî de ji navê gotarê dest pê bikim. Çima nav, “Roman û Rexne” ye. Di van salên dawîn de, romana kurdî di nava geşedaneke balkêş de ye. Bêtir jî bi zaravayê kurmancî ye ev geşedan.

Her ku romana kurdî bi pêş dikeve, rexneya romana kurdî jî bi pêş dikeve. Êdî li ser romana kurdî, bi zimanê kurdî têzên master û doktorayê têne nivîsîn. Lê, heta niha jî xebatên li ser romana kurdî bi zimanên bîyanî (îngilîzî, rûsî, tirkî, farisî, ‘erebî û hwd.) dihatin kirin. Wek mînak Haşîm Ahmedzade têza xwe ya doktorayê bi îngilîzî ya bi navê “Netewe û Dewlet” nivîsîye ku tê de pênc romanên farisî û pênc romanên kurdî dide ber hev. Dîsa bi îngilîzî Özlem Galip bi navê “Romana Kurdî” li zanîngeha Exeterê têza doktoryê amade dike.

Bi tevî van xebatên zanistî hin xebatên bi hewldanên takekesî jî hene. Wek mînak em dikarin berhema Mihemed Çelkî ya bi navê “Roman û Rexne” bidin. Dîsa “Rewşa Romana Kurdî” ya Medenî Ferho heye. Bi navê “Romana Kurdî” Helîm Yûsif berhemek nivîsîye. Haşîm Ahmedzade bi navê “Romana Kurdî û Nasname” çend gotarên li ser romana kurdî hanîye ber hev. Di kovarên kurdî de gelek dosye li ser romana kurdî hatine amadekirin. Wek mînak di kovara Wyê hejmarên 30-31an de bi navê “Romana Kurdî” dosyayek wek du beş hate weşandin ku bi piranî nivîsên rexnegîrî bûn.

Romanên Hesenê Metê Û Rexneya Wan

Romana kurdî, kengê li ku derê dest pê kir, her li ber bayê gengeşîyê ye. Ev gengeşî jî xuyaye wê gelek biajo. Jiber ku tigiha romanê bi xwe jî mijara nîqaşê ye. Hin kes dibêjin ku “Mem û Zîn”a Ehmedê Xanî bi xwe jî romaneke menzûm e. Ev nirxandin li gorî kesan diguhere, jiber ku îzafî ne. Bi rastî jî ji alîyekî ve ev gengeşî hin tiştan zelal dikin, lê pîvanên romana nûjen zelaltir in. Di serî de sêwrandinek bûyeran li derdora serlehengek û bi çend karakteran re, bi piranî pexşan, li hin cihên pêwîst wek xwêya çêja pexşanê jî helbest heye.

Hesenê Metê bi romana “Labîrenta Cinan” dest bi romannûsî kiriye. Serlehengê wî Kevanot, li gundekî kurdan mamostetî dike. Di romanê de, li cihê ku mamoste gundîyan biguherîne, zana bike mamoste dîn dibe. Nivîskar li vir zehmetîya guherandina ramanên kevnare bi awakî wêjeyî pêşkêş dike. Li dû jî “Tofan”, “Gotinên Gunehkar” û “Li dêrê” diweşin. Di hemî romanan de, xwîner dikişîne nava gumanan, ti tişt bêyî lêpirsîn nahêle, çi teolojîk û çi sosyolojîk bin.

Ahmed KANÎ


Gotinên miftehî :