1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ahmed Kanî
  4. Romanek û Çend Pirs
Romanek û Çend Pirs,romanek,û,çend,pirs

Romanek û Çend Pirs

A+ A-

Ez ê çend pirsan li ser romanek ku kesek kurd bi zimanê tirkî nivîsîye bikim. Pirsa yekem, gelo çima kurd bi tirkî dinivîsin? Sedemê yekem ew e ku pir kes bixwînin û nivîskar ji alîyê madî û manewî ve têr û tetmîn bbibe ye. Wek mînak serokek kurdan ê ku di demek nêzîk de çû ser dilovanîya xwe û gelek agahîyên girîng bi xwe re bir, dostê min bû. Rojek min jê re got: “Tu çîma bîranînên xwe bi kurdî nanivîsî?” Wî got: “Ahmed kes bi kurdî naxwîne.” Bi tevî ku wî pir xweş dikaribû bi kurdî binivîsa û bi maxlasa kurdo dihat naskirinê jî wisa ji min re got.

Pirsa duyem, gelo kurdên ku bi tirkî dinivîsin, çi qasî dibin sedemê asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê? Bo gunehê me kurdan ê otoasîmîlasyonê bê famkirin, li ser vê pirsê ez ê bîranînek (anektodek) xwe binivîsim. Pênc sal berê, ji Zanîngeha Artukluyê em çend xwendekarên mastera kurdî û mamosteyên xwe bûbûn mêvanê Zankoya Duhokê. Di nava sihbeta hevnasînê de, dema dora axaftinê hate min, min jî got ez mamosteyê zimanê tirkî me, gunehê min giran e, xêra xwe ji min re du’a (lava) bikin da ez bême efûkirin. Serokê zankoyê kenî û got: “Raste gunehê te giran e, lê dibe ku tu êdî bi dersdana zimanê kurdî gunehê xwe sivik bikî.”

Bi rastî ez naxwazim dûr û dirêj li ser asîmîlasyona ku asîmîlasyonakrên wek Serokwezîrê Tirkiyeyê yê sala 2008an ku ji rêveberîya Almanyayê re gotibû asîmîlasyon sûcê (tawana) mîrovatîyê ye, rawestim. Ez ê vê mijarê jî bi bîranînek xwe vebêjim. Em du mamoste (Ez û Nesrin Gökalp) sala 2008an, wek nûnerên Komeleya Mafê Mirovan ya Amedê bo perwerdeya li ser mafê zarokan çûbûn Enqereyê. Profesorek ji Zanîngeha Hacettepetê (Orhan Derman) pir pesnê serokwezîrê wî demê bo helwesta wî ya li dijî Almanyayê dabû. Piştî axaftina wî qediya, min mafê axaftinê xwest û got: “Mamoste rast e, asîmîlasyon sûcê mirovatîyê ye, lê mixabin te qet behsa asîmîlasyona zarokên kurdan nekir, gelo çima?” Wî bi hev re her du destên xwe rakir, wek bibêje “teslîm!!” û got: “Mamoste Ahmed min efû bike, ez wek Îsmaîl Beşîkcî ne mêrxas im ku bo kurdan 20 salan girtîmayîna li zîndanê bigirim ber çavan.”

Di dawîyê de ez dikarim bibêjim ku nivîsîna bi tirkî ne wek asîmîlasyona ku sûcek mirovatîyê be jî ew her otoasîmîlasyon e. Otoasîmîlasyon ji asîmîlasyonê jî bêtir bixeter e. Ez ji heval û dostê xwe yê hêja Gencedîn Oner re spas dikim ku romana wî ya bi navê “Trajedîyên Nasnameyê û Tabûyên Kûr.” Na, na bi tirkî “Kimlik Trajedileri ve Derin Tabular” bû sedem ku ez van ramanên xwe binivîsim.

28.08.2016

AMED


Gotinên miftehî :