1. Tekst

  2. Ger

  3. Ewdil Ararat
  4. Sefera Hindistanê (2016) - 1
Sefera Hindistanê (2016) - 1,sefera,hindistanê,2016,1

Sefera Hindistanê (2016) - 1

A+ A-

Heke jîyan û derfet têr bikin, armanca min dîtina hemû cîhanê ye. Heta cemserên wê jî. Dizanim. Ez ê nikaribim vê armancê bibim serî. Qenebe herim wan çend welatên ku min hildaye gernameya xwe bibînim. Berê ku lingan cot bikim.

Yek ji wan Hindistan bû, min ew pêk anî.

Çûm sefera Hindistanê. Ew nîvgirava ezamet. Parzemîna herêm û welatan. Gulistana rengan, baxçeya ziman û kulturan. Xwedîyê qirêjtirîn bajarên cîhanê. Deryaya çop û gemarîyê. Welatê lûtkeyên dewlemendî û xizanîyê.

Goristana zarokên bi zindî tê da gorkirî. Li ser sergo û kolanan bi mîlyonan zarokên ku bi çopê dijîn. Di nava parsê, qirêjî û birçîtîyê da digevizin. Destên xwe yên biçûçik vedikin, li pey turîstan doç dibin, dibêjin: “Baba baba loqmeyekî nan!“ Lavelava wan, heke mabe, kizînê bi kezeba meriv dixe.Welatê mîlyarderên malgenî. Bawer nakim welatekî din hebe, ku zerîf di navbera dewlemend û xizanan da ewqas kûr be. 

Bihuşta dijberan. Welatekî ku bi navê wî okyanûsekê heye. Okyanûsa hindî. Ev okyanûsa xwedîyê hemû tonên şîn û keskê. Eynî pirrengîya Hindistanê hilanîye.
Ji alîyê firehîyê va 3.287.469 km², heftemîn welatê mezin ê cîhanê ye. Bi 1.326.572.000 niştecîyên xwe va piştê Çînê duyemîn welatê mezin ê cîhanê ye. Bi vê leza zêdebûna mirovan ra demograf dibêjin, ku wê ji Çînê jî derbas be, bibe welatê yekemîn. Firehîya xakê ne têda, yanê wiha bidome, ew dê ji her alîyan va bibe yekemîn li cîhanê.

Hindistan, li bakûr ji rêzeçîyayên Hîmalaya dest pê dike mîna nîvgiraveke sêgoşe ya biqasê parzemînekê heta deryaya hindî pahn û dirêj dibe. Li başûrê rojhilatê wê girava Srîlanka, bi navê berê Seylon cî digire. Li başûrê rojavayê wê bihuşta betlanê giravên Maladîv hene.
Cîranên wê Pakistan, Nepal, Butan, Myanmar (Birma) û Bengaldeş in. Berê Pakistan jî bi ser Hindistanê ve bû, musilmanan ew der jê veqetandin. Paşê jî Bengaldeş ji Pakistanê veqetîya.

Hindistan navê xwe ji çemê mezin Hîndûsê werdigire. Hîndûs li bakûr ji qontarên Hîmalayan dizê û ji eyaletên Keşmîr û Jamnûyê derbas dibe û li rojavayê diherike nava deryaya erebî.

Sêyemîn çemê dirêj ê Hindistanê Ganj e. (bi hindî Ganga) Ganj ji kanîyên rojhilatê Hîmlayan dertê, bi tevê du çemên din Yamûna û Gomtî ku her yek milekî wî ye. Ji eyaletên rojhilat derbas dibin û bi hev ra diherikin deltaya Bengalî. Bi navê din deltaya Ganjê. Ganj ji bo Hîndîyan mîtolojîk û pîroz e. Di mijara Varanasîyê da, ez dê berfirehî li ser vê çemê rawestim.
Li gel van çeman gelek çemên din jî hene, ku Hindistanê jîndar dikin. Mîna Brahmaputra, Narmada, Taptî, Godawarî, Kirîşna, Mahanadî, Kaverî ûwd.

Li gorî mezinayîya wî gol kêm in li Hindistanê. Piranî golên bendavî ne, mîna gola bendava Hîrakud, bendava Gandî ûwd.
Hindistan ji alîyê îdarî va par vedibe li ser 29 eyaletan: Andihra Pradeş, Arunachal Pradeş, Assam, Bîhar, Chattîsgarih, Goa, Guyarat, Haryana, Hîmachal Pradeş, Yamnu û Keşmîr, Yharkihand, Karnataka, Kerala, Madya Pradeş, Maharastra, Manîpur, Meghalaya, Mîzoram, Nagaland, Odîsha, Pencab, Racaistan, Sikkîm, Tamîl Nadu, Telangana, Trîpura, Uttarakhand, Uttar Pradeş û Başûrê Bengalî. Di bin rêveberîya dewleta Hindistanê da her eyalet walîyekî û parlamentoyekê xwe heye.

Zimanên fermî hindî (Baharat Ganarîya) û îngilîzî ne. 21 zimanên din jî: asamî, bengalî, bodoyî, dogrî, guyaratî, kannadayî, keşmîrî, konkanî, mayîthîlî, malayalamî, marathî, meiteyî, nepalî, orîyayî, pencabî, santalî, sanskrîtî, sindhî, tamîlî, teleguyî û urduyî ji alîyê yasaya bingehîn va tên nasîn û di jîyana rojane da fermî tên bikaranîn. Li gel van bi sedan ziman û devokên din jî bi awayeke azad li hemû Hindistanê tên axaftin û bikaranîn. Bingeha zimanê hindî sanskrîtî, kevintirîn ziman e û yekemîn alfabe bi vê zimanê hatîye nivîsîn li Hindistanê. Gulbaxçeya ziman û kulturan e Hindistan. Hemû ziman di vê baxçeyê da hatine avdan. Neçilmisîne û her zindî mane heta îro. Gelek ders hene divê em ji vê pirrengîya wê werbigirin.

derstpêka seferê

Dîtina vî welateparzemînê ji mêj va heyecanê dida min. Berê çend salan min bi wan navên xwe yên kirêt û bi pasaporta penaberîyê, serî li balyozxaneya Hindistanê dabû. Wan vîze nedabûn min. Ji wê rojê va ev sefer ji min ra bû rik û derdekî. Dunya alem bikare here her welatekî, çima ez nekaribim!?

Min piştê ku hemwelatîya almanî wergirt û wan her du navên sexte û benî avêtin çopê, min ji rikê va dîsa serî li wergirtina vîzeya Hindistanê da. Ne pir di nava hefteyekê da balyozxaneyê vîze da, pasaporta min a almanî û navên min ên nû: Ewdil Araratî.
Xwedî bi nav û nasnamebûn wiha ye. Derîyên bi heft kilîtan girtî, vedibin li ber merivî.

Bi wergirtina vîzeyê ra hinek bêhna min fireh bû. Nedayîna vîzeyê mîna ku meriv kesekî wek ji mirov nehesibîne, ewqas ku li zora min çûbû û ez bêhnteng kiribûm.
Ji konsolosxaneyê yekser çûm acenteya seferê. Min li wir bilêta balafirê û dokumentên seferê wergirtin. Xanimên memûre wek dîyarî şûşeyekî sekt jî dan min. Min jî hema çend bade ji wan xwest û me bi hev ra sektê vexwar û ev sefera min a Hindistanê ku dê du roj şûnda dest pê bike, pîroz kir.
Nîvên demsalên bihar û payêzê li Almanyayê demên ba û bahozê ne. Şeva sêyê adarê jî yek ji wan şevên bahozê bû. Fûrîna bayê, darên lawaz ji rehê radikirin. Pano û tabelayên kolanan li hewayê difirand û dibirin li hin derine dixistin. Kolan teniha û bêkes bûn. Her ew şev ji bêkesîyê 3-4 kes miribûn di wê bahozê da.
Ew şev îhtimaleke pir mezin hebû, ku hemû seferên trên û balafiran werin îptalkirin, li Almanyayê. Ji şansê min ê çerxexirabger ra, her ew şeva bahozê ez dê bi trênê herim Frankfurtê. Ji wir jî siwarê balafira ku diçe Hindistanê bibim.
Ez dê saet pêncê beyanîyê li Berlîn-Spandauyê li trênê siwar bim. Min şeş saet berîya seferê li nûçeyan guhdarî kir, ku seferên trênê ji ber bahoz „Thomas“ hatine îptalkirin. Par „bahoz Katerîna“ bibû bela, îsal jî „Thomas.“

Bû kulpîna dilê min. Evqas ked, rik û hêlemêl, ez dê nikaribim biçim wê sefera ku ez li dû me! Her îhtimal, belkî trên betal be, çûm garaja otobosan. Seferên otobosê jî betal bibûn ji ber bahoz Thomasî. Texsî kirê bikim herim Frankfurtê. Heqê wê ji sefera Hindistanê bihatir e. Hem jî ji ber gujîna bayê kêm şofêr hene ku biwêrin, berê xwe bidin Frankfurtê.
Saet sêyê beyanîyê gurrîn û gujîna Thomasî sekinî. Hewa aram bû. Ew bahoza berîya saetekê hat birrîn. Mîna ku ewqas dar neşikestibin, tabelayên dikanan li hewayê nefirîyabin. Nişkeva hewa zelal bû. Tasnsîyona wê daket. Berlîn nefesek hilda.

Dema min li nûçeyan nihêrî, Thomas ji ser Almanyayê ra bihurîbû, çûbû li welatên bakûr bibû bela. Wate rêya Frankfurtê vekirî bû. Hema bi hildana bawolê ra siwarê otobosa şevê bûm û hatim stasyona Spandauyê.

Çopçîyan pel û qirşên ku bayê li der û dorê stasyonê belav kiribûn, berhev dikirin. sê-çar serxweşên bêban, ji ber bahoz Thomasî revîyabûn, xwe avêtibûn bin bextê banê stasyonê. Parsek li qotikên cixareyan digerîyan li ber qutîyên çopê. Min her yekî ji wan cixareyekê dan. Gelek kêfa wan hat. Hewaya paqij a beyanîyê hez û hêjaya jîyanê dikir du qat. Tenê kîoska "Le Corabag" ku nanên frensî difiroşe, vekiribû di stasyonê da. Ez gelek hez ji corîsansên Le Corabagê dikim. Çiqas di ber ra derbas bim, yek û du jê dikirim.
Min Corisans û qehweyekê jê kirî û li hember bord tabelaya stasyonê rûniştim. Hîn trêna Frankfurtê li ser tabelayê xuya nedibû. Trên neyê, sefera Hindistanê çû bi avê da! Hîn heşt saet heye ji firîna balafirê ra. Berlin-Frankfurt bi trêna ICE 4,5 saet e. tam di dema xwe da bi rê kevim, sê saet berê firînê ez ê bigihîjim, balafirxaneya Frankfurtê. Cek-in, Bordkart felan wê têra xwe dema min hebe.

DIDOME


Gotinên miftehî :