Serpêhatiyên sibe,serpêhatiyên,sibe

Serpêhatiyên sibe

A+ A-

Çi pêşrojek avis
Çi paşrojek zayî
**
Çi navek giran
Çi giyanek sivik
**
Çi şevek tarîstan
Çi sibehek deliken
**
Çi jiyanek tal
Çi mirinek hingivîn
**
Çi çemek xurt
Çi helbestek hêvîdar
**
Çi çiyak ser bilind
Çi dilek ji xwe piştrast
**
Çi miletek gavşiyar
Çi mêjoyek pêketî
**
Çi sengerek lihevketî
Çi rêyek rastrast
**
Çi pênosek dilyar
Çi asoyek xwelêgirtî
**
Çi destek hestiyar
Çi sêngek bervekirî
**
Çi dengek gulistanî
Çi zimanek biserketî
**
Çi ramûsanek berxwedayî
Çi 0mîdek bendemayî
**
Çi jinek berbiçav
Çi civatek cihgirtî
**
Çi şivanek razayî
Çi gurên di nav pezde
**
Çi kaniyek merdav
Çi çîmenên şînbuha
**
Çi gotinek kor
Çi kelemek xwînrêj
**
Çi hevwelatiyek bi hêvî
Çi desthilatiyek bi rûmet
Duhok


Gotinên miftehî :