1. Tekst

  2. Çîrok

  3. Şeyhmus ÖZZENGİN
  4. Taska Heyvê û Taska Rojê
Taska Heyvê û Taska Rojê,taska,heyvê,û,taska,rojê

Taska Heyvê û Taska Rojê

A+ A-

Hebû tune bû, hebû keçikek û lawikek. Herdû hevalên hev bûn. Pir ji hev hezdikirin. Ewîndarên hevûdû bûn. Bi hev re digeriyan. Bi hev re dilîstin û bi hev re şa dibûn. Bêyî hev, qet sebra wan nedihat!
Rojek ji rojan, ba û bahozek pir mezin rabû û Tasta rojê wunda bû. Tasta Heyvê tenê ma. Cîh nema ku, lê li hevala xwe negeriya û nedît. Ji sibê heta êvarê bi hêviya ku Taska Rojê bibîne digeriya û êvarê vedigeriya malê, dida girî. Heta sibê hêsir ji çavên wî xalî nedibûn.
Rojekê di kuçekê re derbas dibû. Dît ku pîrek hizhizî li ber deriyê xwe rûniştiye. Nêzîkayî li pîrê kir. Pîrê jê pirsî:
-Kurê min tu li vanderan wusa xemgîn xemgîn li çi digere?
Taska Heyvê bersîv da:
-Min hevala xwe wunda kiriye. Cîh nema ku ez lê negeriyam û min wê nedît. Ez pir ji hevala xwe hez dikim. Nikarim bêyî wê bijîm.
-Navê hevala te çiye?
-Navê hevala min Taska Rojê bû. Ez pir jê hezdikim. Ez dixwazim hevala xwe bibînim..
Pîrê rabû ser xwe û li nav çavên Taska Hîvê mêze kir û got:
-Kurê min ez dikarim alîkariyê bi te bikim, ji bona ku tu hevala xwe bibîn e. Welatek heye, welatekî pir dûr e. Navê wî welatî welatê Medya ye. Welatekî pir xweşe. Çiyayên wî welatî bilind, av û şînayiya wî welatî geş û gul û çîçekên wî bibîhn û xweşikin..Pir berf lê dibare. Zozanên wî welatî bi gul û nêrgizan xemilandî ne.
-Pîrê ev welat li ku ye. Ez çawa dikarim herim wî welatî?
-Welatekî pir dûre kurê min. Li rojhilat e. Li cîhê ku roj lê derdikeve. Ku tu biçe wî welatî, bi navê Mêrdîn bajarek lê heye. Tu dadikeve sûkê û ji dikanek şekir û qidamfiroşan Şekirê Gezo dikire. Ji min re tîne. Ez wê çaxê dikarim hevala te ji te re bibînim..
-Ezê çawa herim?
-Tu berê xwe dide rojhilat û dimeşe...Bi rê de tu raserî kê hat tu dipirse..Bi pirsê tu dikare xwe bigihîne wî welatî.
Taska hîvê xatir ji Pîra Hizhizî xwest û bi rêket. Di ser avan re, di ser zeviyan re, di newalan re, di ser çiya û Mêrgan re derbas bû û meşiya. Li kê rast hat ji wan pirsî û riya xwe domand.
Rojek pir germ bû, di nevalek kûrde li pîrekê rast hat. Pîrek pişt xwar û gopal di destê de. Tîrêjên rojî li gopalê wê dixist û dibiriqand. Nêzîkayî li Pîrê kir:
-Roj baş pîrê!
-Rojbaş kurê min. Tu kiyî û bi kude diçe?
- Navê min Taska Hîvê ye. Ez diçim welatê Medya. Ez li Şekirê Gezo digerim. Dibêjin li wî welatî Şekirê Gezo heye. Min hevala xwe wunda kiriye, ku ez wî şekirî neynim, qet carek din hevala xwe nabînim û ez pir ji hevala xwe hezdikim.
Pîrê li Taska Hîvê mêze kir û got:
-Kurê min, welatê Medya, welatekî pir dûre. Tu di vê germê de, di bin van têrîjên roja dijwarde û bi vê meşê nikarî xwe bigihîne welatê Mediya..
-Ez çi bikim pîrê?
-Ka were li gopalê min suwarê û çavê xwe bigire. Heta ku ez ji te re nebêjim veke, tu çavê xwe veneke!
-Pêşî Pîrê li gopal suwar hat û Taska Hîvê jî bi dû de suwar bû. Pîrê got:
-Em çavê xwe digirin. Heta ku ez nebêjim veke, tu çavê xwe venek e!
Çavên xwe girtin. Piştî çend xuleqatan pîrê got:
-Kurê min çavê xwe veke.
Pîrê û Taska Hîvê çavên xwe vekirin. Dît ku welatekî çiyayên wî bilind. Serê çiyayên wî bi mij û berf. Her der bi dar û daristan, şênayî û gul û çîçekan xemilandî...
Pîrê got:
-Ava welatê Mediya Kurê min. Ew bajarê ku tu dibîne di kumka serê çiyê de ji xwe re konax girtiye, ew jî Mêrdîn e. Emê herin Sûka Mêrdîn û li Şekirê Gezo bigerin..
Pîrê meşiya û Taska Hîvê da dû. Xwe berdan nava sûkê. Bi balkêş li dikan bi dikan dinêrîn û li dikanek Qidam û şekirfiroşan rast hatin. Ketin hundurê dikanê û ji xwediyê dikanê pirsîn:
-Li cem te Şekirê Gezo heye?
Dukandar çû taliya dukanê û vegeriya. Sê şekir di destê wî de bû:
-Hew tenê sê Şekirê Gezo li cem min mane.
Taska Hîvê pirsî,
- Tu bi çiqasî difroşe wan?
- Dukandar lê vegerand û got.
- Hûn xerîbin. Em pera ji xerîban nagirin. Bila yedîgariya min bi ji we re.
Taska Hîvê şekirên xwe girt, xist bêrîka xwe û bi rê ketin. Ji nava bajêr derketin. Li ser sukurekê sekinîn. Pîrê ji Taska Hîvê re got.
-Kurê min, ez êdî ji te diqetim û bi rêka xwe de diçim. Tu jî berê xwe dide welatê xwe. Bi rê de wê pir cinawir û hût li te rast werin. Wê şekirê te ji te bixwazin. Nebî nebî tu şekirê xwe gişan bide wan. Heger zorî dan te jî, tenê duheban bide wan, lê yekê ji xwe re bihêle. Ku tu wî jî bide, tu tucaran nikare hevala xwe bibîn e. Tu nagîhêje miradê xwe.
Taska Hîvê got
-Temam Pîrê.
Çû destê pîrê û maçî kir. Spasiya xwe jê re got û xatir ji hev xwestin. Herkes ket ser riya xwe û berê xwe dan oxira xwe..
Taska Hêvî pir çû hindik çû. Di newalek kûr de raserî Hûtekî hat. Hût rabû ser xwe, lepên xwe bilind kir û bû hûre hûra wî. Agir ji devê wî diçûn. Taska Hîvê tirsiya, got:
-Tu çi dixwaze ji min?
Hût dîsa agir ji devî wî çûn û bi dengekî ecêb hûriya û got:
-Ez wan şekirê bi te re dixwazim. Ku tu nede min ezê te bixwum.
-Taska hîvê lê vegerand û got:
-Min hevala xwe wunda kiriye, ku ez wan şekira bidim te, ez nema qet û qet hevala xwe dibînim. Bihêhêl ez herim.
Hût got:
-Na, ku tu wan şekirên Gezo nede min, ezê te bixwum.
Taska Hîvê got:
-Ez tenê dikarim şekirekî bidim te.
Hût got:
-Ka şekirekî bavêje devê min.
Û devê xwe vekir. Taska Hîvê, Şekirekî Gezo ji bêrîka xwe derxist û avêt devê Hût. Hût şekir xwar û xwe ji devê rê da alî. Taska Hîvê bi rêya xwe de meşiya.
Piştî demekê Şêrek derket pêşiya Wî û bû hûre hûra vî. Taska Hîvê dîsa bi tirs sekinî û pirsî:
-Tu çi ji min dixwaze? Bihêle ez bi riya xwe de herim. Min hevala xwa wunda kiriye û ez pir jê hez dikim.
Şêr got:
-Min çi ji hevala te ye! Ku tu wan şekirê bi te re nede min, ez nahêlim ku tu here û ezê te bixwum.
Taska hîvê got:
-Hew du şekirê min mane. Ez dikarim yekî bidim te.
Şêr devê xwe vekir û got:
-Ka bavêje devê min.
Taska Hîvê şekirek dexist û avêt devê Şêr. Hew tenê şekirekî Taska Hîvê mabû. Şêr xwe ji devê rê da alî û Taska Hîvê dîsa ket rê û meşiya. Şekirê xwe veşart û di ber xwe de got:
-Tenê şekirekî min maye. Ez nema dikarim vî şekirê mayî bidim kesekî din.
Pir westiya bû. Hinekî runişt û di xewre çû. Şiyar bû ku zehiyekî maran li ber serê wî sekiniye. Tirsiya û rabû ser xwe, xwe da alî û pirsî:
-Tu kiye û çi dixwaze?
-Ez Şahêmara me. Tu wî şekirî nede min ez nahêlim tu bi riya xwe de here.
-Tenê yek şekir bi min re maye. Min hevala xwe wunda kiriye, ku ez vî şekirî bidim te, ezê çawa hevala xwe bibînim. Ez pir ji hevala xwe hez dikim. Bihêle ez herim û hevala xwe bibînim.
Di wê navberê de dengek hat guhê Taska Hîvê:
-Wî şekirî nede. Ku tu bide tu qet nema digihêje hevala xwe!
Ev deng dengê pîra hizhizî bû. Taska hîvê, dîsa li Şahêmaran vegerand û got:
-Ez vî şekirî nadim te.
Dilê Şahêmaran bi Taska Hîvê şewitî û got başe. Here bi riya xwe de û hevala xwe bibîn e û bigîhîje miradê xwe!
Taska Hîvê, dîsa ket rê û meşiya. Di mêrgan re, di nav daristanan re, di ser çeman re, di mêrgên gul û gulîstanan re derbas bû. Pir dem derbas bû û gîhaşt welatê xwe. Çû mala pîrê û li deriyê wê xist. Pîrê derî vekir û dît ku Taska Hîvê ye:
-Te Şekirê Gezo anî an na?
-Belê min tenê şekirek bi xwe re anî
-Were hundur.
Taska hîvê derbasî hundur bû. Pîrê tasek mezin anî û danî erdê. Şekir ji Taska Hîvê xwest. Taska Hîvê şekir ji paxila xwe derxist û da Pîrê. Pîrê şekir avêt hundirê tasê û agir pêxist. Tixan ji tasê derket. Pîrê destê xwe di ser tixanê re bir û anî û di ber xwe de got:
-Sêhrê xerabibe û Taska Rojê ji min re bîn e, sêhrê xera bibe û Taska Rojê ji min re bîn e, bila bila bigihêje hevalê xwe û miradên wan bi hev bibe!
Hêdî hêdî tixan zîz bû û qêjînî ji nava taskê derket. Taska Rojê xuya kir û ji hundurê tasê derket. Taska Rojê û Taska Hîvê hevûdû hinbêz kirin û dîsa gîhaştin hev. Pir kêfxweş bûn. Pîrê şa bû.
Taska Rojê û Taska Hîvê gîhan miradên hev û çîroka min ji we re xweş..

22.05.2008 Şeyhmus Özzengin.


Gotinên miftehî :