1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. İbrahim Güçlü
  4. Taybetiya Operasyona Nû Ya Qendîlê Û Bandora Wê Li Ser Hilbijartinan…
Taybetiya Operasyona Nû Ya Qendîlê Û Bandora Wê Li Ser Hilbijartinan…,taybetiya,operasyona,nû,ya,qendîlê,û,bandora,wê,li,ser,hilbijartinan

Taybetiya Operasyona Nû Ya Qendîlê Û Bandora Wê Li Ser Hilbijartinan…

A+ A-

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Kurdistan, ji bona ku welatekî beşkirî û îşgalbûyî ye, bi sedsalan e ku di bin xeterî û êrişeke mezin de ye.
Neteweya me ya kurd jî di bin zilm û zordariyeke mezin de ye. Ji dervayî Başûrê Kurdistanê neteweya me ji hemû mafên xwe yên milî bêpar e.
Dema ku mafên xwe jî daxwaz dike, ji bona azadî û rizgariya xwe jî têkoşîn dimeşîne, li hemberî xwe dewletekê ne, çar dewletên kolonytalîst (Dewleta Tirk, Sûriyeyê, Îranê, Iraqê) dibîne.
Çar dewletên kolonyalîst ji bona ku pêşketina milî ya li her beşeke Kurdistanê li dijî xwe û li dijî berjewendiya xwe ya kolonyalîst dibînin, li hemberî neteweya me kurd, li dijî têkoşîna wan ya milî û serxwebûnê dibin yek, êriş dikin û operasyonên leşkerî li dar dixin.
Dewletên kolonyalîst, loma bi hev re û bi piştgiriya dewletên emperyalîst li dijî serhildanên milî yên li her çar parçayên Kurdistanê bûn yek, bi riyeke qetlîamê ew serhildan temirandin. Serok û şervanên serhildanê kuştin û îdam kirin.
Dewletên kolonyalîst, loma bi piştgiriya dewletên emperyalîst û sosyalîst bi hev re Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê xera kirin û serokên dewletê îdam kirin.
Dewletên kolonyalîst loma bi piştgiriya Emerîkayê û Yekîtiya Sovyetan Otonomiya Kurdistanê ya encama Şoreşa Milî ya Îlonê hatibû ava kirin, bi Peymana Cezayîrê di sala 1975an de hat xera kirin.
Desthilatdarî û serweriya neteweya me ya kurd ji holê hat rakirin.
Li Başûrê Kurdistanê di 25ê Ilona 2017an de encama referandûma serxwebûna Kurdistanê, biryara dewleta serbixwe hat pejirandin. Dewletên dagirker ji bona ku pêşiya vê projeyê û pêvajoyê bigrin, di 16ê Cotmehê de bi hev re tevgeriyan; Kerkûk û gelek bajarokên Kurdistanê îşgal kirin.
Li Kerkûk û wan bajerokan siyaseta erebkirinê dest pê kirin, dixwazin ku neteweya kurd tune bikin. Ew pêvajoya hîn jî dom dike.
Li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê di 35 salên dawî de her dem operasyonên dewletên dagirker hene. Lewra dewletên dagirker û kolonyalîst xwestin ku pêşiya federalbûna Iraqê û federebûna Başûrê Kurdistanê bigrin. Li hemû beşên din jî, pêşiya tevgera azadî û serxwebûna kurdistanb bigrin operasyonan dikin.
Bi taybetî jî piştî ku PKKê dest bi şerê çekdarî kir û li Başûrê Kurdistanê jî cîwar bû, dewleta kolonyalîst ya Tirk dest bi operasyonan kir. Ew operasyonan nuha jî dom dikin. Operasyona li dijî Şengalê, Maxmûrê, Qendîlê berdewamiya ev operasyona Dewleta Tirk e.

TAYBETIYA OPERASYONA QENDÎLÊ Û PÊWENDIYA ÎŞGALA EFRîNÊ…

Dewleta Tirk, ji bona ku PKKê li wan deran cîwar bûye; hikûmet û desthilatdariya Iraqê û Kurdistanê ev pirsa çareser nekirin, ev operasyona dom dike.
Ev operasyona hat qonexeke xeter. Hîç şik tune ku PKK li Başûrê Kurdistanê jî, ji bona neteweya kurd, ji bona dewleta federe ya Kurdistanê, hemû partî û serokên Kurdistanê jî xeter e.
Ev xeteriya PKKê li beşên din û bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê jî heye.
Dewleta Tirk, PKKê kir hincet û sedem, çû Efrîn îşgal kir.
PKKê li nav bajêr jî li ber xwe neda.
Ev jî bû sedem ku li ser îşgala Efrînê şik çê bibin. Hat diyar kirin ku ev operasyona dewleta Tirk bi piştgiriya Ocalan dest pê kiriye û encam girtiye.
Diyar e ku ev operasyona li Menbîcê jî bi peymaneke didomîne.
Ev operasyona nû ya li dijî Qendîlê bi morala dagirkirina Efrînê didomîne.
Hîç şik tune ye ku beşek ji wê operasyonê ye. Lewra dewleta Tirk dema ku Efrîn îşgal kir got ku PKK li ku be, emê biçin wir bigrin.
Loma ev operasyona van rojên dawî li dijî Qendîlê xwediyê wateyeke din e û encama vê operasyonê, ji operasyonê rojên bihurî ferqtir xuya dike. Diyar e ku ev operasyona ji bona encamgirtinê tê meşandin.
Dewleta Tirk, vê operasyonê bi derfet û teknolojiyeke nû dimeşîne, loma encama vê operasyonê cuda û serkeftî xuya dike.
Dewleta Tirk, berê dema li dijî Qendîlê operasyon didomand, ji Yekîtiya Ewrûpyaê û ji Emerîkayê tepkî û reaksîyonek mezin digirt. Di ev operasyona dawî de ev yeka tune ye. Her kes bê deng e.
Hikûmeta Iraqê jî deng dernaxe.

Dewleta Tirk 30 kîlometreyî ketiya nav axa Kurdistanê û dewleta federal ya Iraqê, deng û reaksîyon tune ye.
Dewleta Tirk, berê dema dewletên Rojava û Emerîkayê tepkî nîşan dida, ji bona ku teknolojiya wan bir kar tîne, mecbûr dibû ku dev ji operasyonê berde. Nuha Dewleta Tirk xwediyê teknolojiya xwe ye, bi vê teknolojiyê operasyonê dom dike û loma jî paşve venagere.
Di vê operasyonê de piştgirî û lihevkirineke hundir jî heye. Ez di wê baweriyê de me ku Ocalan jî ji vê operasyonê re piştgir e.
Operasyona Qendîlê ya van rojên dawî nîşan dide ku dewleta Tirk dê li beşek axa Kurdistanê heta qonaxekê dagirker û mayînde be.

TEHDÎDA PKKÊ…

PKKê piştî operasyona nû ya Qendîlê û îşgala Başûrê Kurdistanê, desthilatdarî û serokên Dewleta Federe Ya Kurdistanbê tewambar dike û tehdît dike. Dibêje ku “desthilatdariya Başûrê Kurdistanê rê û îzin daye Dewleta Tirk ku operasyonê li dar bixe.”
Vekirî ez dibêjim ku PKK him sucdar e, him jî xwe xweyêheq û hêzdar nîşan dide. Ew ku bi deh salan e ku dibe sedem ku Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê operasyonan li dar dixe.
Ew sedem e ku Şengal di bin destê dewletên dagirker û koolonyalîst de ye. Ew jî ji dewletên kolonyalîst re leşkerî û parastinê dike.
PKK ji îşgala Kerkûkê re alîkarî kir.
PKK bû sedem ku Efrîn hat îşgal kirin.
Loma divê PKK beriya ku tehdîda li desthilatdariya Başûrê Kurdistanê bike, hesab ji xwe bipirse. Lewra bi piştgiriya serokên wan Ocalnî operasyona Qendîlê hat li dar xistin. We jî Qendîl vala kir.
PKK projeyeke wusa ji bona ku Dewletên Kolonyalîst ji nû ve kolonyalîzma xwe li Kurdistanê ava bikin û realîze bikin, PKK pêşengî dike.
Divê PKK bi lezûbez ji hemû beşên Kurdistanê derkeve. Endam û alîgirên wê yên kurd divê ji PKKê hesab bipirsin.


ELEQEYA OPERASYONA QENDÎLÊ Û HİLBİJARTINÊN LI TIRKIYEYÊ…

Eleqeya operasyona Qendîlê û hilbijartinên Tirkiyeyê jî heye.
Hikûmeta AK Partiyê ji bona ku di hilbijartinê de encameke baş û xurt bigre; desthilatdariya xwe bidomîne, dixwaze ku Qendîl bigre û îşgal bike. Li QendîLê bingeheke leşkerî ava bike.
Min jî berê di televîzyona Kurdistanê de û di gelek nivîs û axivtinên xwe de diyar kir ku dema Hikûmeta AKPê li Qendîlê serkeftî be, di hilbijartinê de denklem tê guhertin.
Hesabên nû yên li berjewqendiya AKPê û Tifaqa Cumhur tên rojevê.
Ew hesab û derfetên nû dê çi bibin? Em li wan binêrin.
Qendîl ji bona raya giştî ya Tirk gelek girîng e û heta dikarim bibêjim qelaya tirsê ye.
Dema Qendîl bê girtin û bê îşgal kirin, wê demê Serokkomar dibe qehreman.
Ew jî ji bona wî tehwîlî dengan dibe.
Dema ku Qendîl bikeve, moral û hêviya Apoyîyan jî dişikê. Ew jî dibe sedem ku PKK/HDP dengên xwe kêm bike.
Dema ku Qendîl bikeve û bê îşgal kirin, “Tifaqa Milet” gelek bi hêsanî wek îro nikare ji PKK/HDPê re piştgir be. Azadiya S. Demîrta bixwazin. Wê demê gelê tirk dê wan ceza bike. Dê bibêje ku “hûn piştgirê terorê û PKKê ne”.
Dema ku Qendîl bê girtin û îşgal kirin, dengên nijadaperestên tirk yên biçin “Partiya Baş”, dê vegerin mala xwe ya MHPê.
Wê demê CHPê nikare dengên emanet bide HDPê.
Ew jî dibe sedem ku HDP di bin berbendê de bimîne. Ew jî di hilbijartina Serokkomarî û meclîsê de serkeftina “Tifaqa Serokkomarî” dibe.

ÎFLASA HIQÛQA NAVNETEWEYÎ…

Di demên berê de dema ji hiqûqa navneteweyî qal dibû, wateyeke wê û qiymeteke wê hebû. Lewra kêm û zêde xwediyê hiqûqa navneteweyî dewlet û platform û tifaqên navneteweyî yên ji hiqûqa navneteweyî re xwedî derdiketin hebûn.
Di van salên dawî guhertineke radiqal di vê pirsê de çêbû.
Qiymeta hiqûqa navneteweyî nema.
Li her derekê dewletan ji bona xwe hiqûqek çêkiriye. Ew hiqûq jî, hiqûqa berjewendiyê ye.
Loma li Rojhilata Navîn jî, qiymeta hiqûqa navneteweyî nemaye.
Hiqûq, li Rojhilata Navîn bûye zorbatî, operasyonên leşkerî, şerên wekaletê, dagirkerî.
Ji vê yekê jî zêdetir neteweya kurd û Kurdistanê zerarê dibîne.
Lewra bes neteweya kurd li dinyayê xwediyê dewletê nîne. Loma jî her dewletek gelek bi hêsanî li neteweya kurd zilmê dike. Welatên wan tarûmar dike.
Rewş ew be, li dinyayê li dijî operasyona leşkerî ya dewleta tirk, îşgala Kerkûkê û Efrînê derketin dibe qewimandineke luks.

Amed, 15. 06. 2018