XEZAL,xezal

XEZAL

A+ A-

Min di nivîsa xwe ya hefteya çûyî de, li ser xwendin û nirxandinê bîr û rayên xwe anîbû ziman. Ez dixwazim niha jî romana “Xezal”ê ya Gulgeş Deryaspî ku vê hefteyê min xwend, binirxînim. Gulgeş Deryaspî, romannûseke jin e ku bi kurdî romanan dinivîse. Romana wê ya pêşîn bi navê “Tariya Bi Tav” di nava weşanên Do de, di sala 2010an de derketibû.

Dema min romana Xezalê girt destê xwe, strana Şivan Perwer a ku bi dengê xwe yê zîz dibêje “Xezal biyan e oyyyy cefa…” hat bîra min. Ez dikarim bêjim ku ev roman jî wek strana Şivan derd û kulê jinan tîne ziman. Bi kurtî mijara romanê derd û kulê jinên kurd in. Serlehenga romanê Xezal e. Li gora min ku navê wê karekterê ne “Xezal” lê belê “Raperîn” bûna dê baştir bûya. Ji ber ku li ber tu kesî Xezal serê xwe natewîne û bûye sembola berxwedanê ji bo hemû jinên wî bajarî. Xezal keça duyem a malbatê ye û çîroka wê ji dema çûndina wê ya lîseyê dest pê dike. Malbata Xezalê feqîr e, lê belê dixwaz e zarokên xwe bide xwendin. Kurê malê newxendiye, lê xweşka mezin Newalê xwendiye û bûye mamoste. Diya wê û bavê wê bi wê şanaz in. Xezal ne wek wê ye serhişk e, bi gotina kesî nake, hemû nirx, têkiliya civakî û pêşdaraziyan dide ber lêpirsînan. Roja ji dibêstanê mezûn dibin ew û Nêçîrvan bi hev re diçin bexçeyê ber gola Wanê ku bi hev re sihbet bikin, lê dema hevalê Xezalê bi destê Xezalê digire ku evîna xwe jê re bibêje xwediyê bexçe tê cem wan û dibêje ka hûn çi dixwazin. Bajarê wan biçûk e, her kes hev dinase. Xezal ditirse ku xwediyê bexçe ji bavê wê re rewşa wan cuda bide zanîn lewra radibe, ber bi malê ve dibeze û çawa dibîze meriv fam nake lê dibîze ku jineke li bexçe rûniştî ji keça xwe ya bi dergistî û lawê xwe yê biçûk re wê û hevalê wê wek mînak nîşan dide û dibêje: “Aha! Binêrin, binêrin ku çi qas zarokên xelkê bênamûs in. Nebî nebî hûn wekî wan nekin!”(r.38) Niçêrvan li pey wê bazdide û gustîlka ku amadekiriye dide wê.

Xezal di dema xwendina lîseyê de, behsa du hevalên xwe yên girîng dike ku dê di jiyana wê de her yek ji wan cihek girîng bigire. Ew jî Zelal û Zana ne. Xezal civaknasiyê dixwîne, lê Zelal naxwîne û bi hevalê wan ê tolaz û zengîn, Ferat re dizewice. Jiyana Zelalê bi vê zewacê lê bûye jehr û paşê jî bi jehrê xwe û zarokên xwe kuştiye. Feratê ku bi hezkirin pê re zewicîbû di nava heft heşt salan de, piştî ku du zarok, kur û keçek wan jî hebû dev jê berda bû. Meriv kare bibêje ku nivîskar Zelalê bo karekterê jinê yê neyînî nîşan bide, afirandiye. Dema ku bi daxwaza hevdîtinê ya Zelalê Xezal diçe mala wê, wê nasnake. Ji ber ku halê wê pir guheriye. Zelala xweşik û delal çûye, li cihê wê jineke qelew, ji hev de ketî, bi qirêj û gemarî hatiye. Zelal dixwaze bi Xezalê re derdên xwe parve bike. Lê mixabin ku karekî wê yê girîng derdikeve û diçe konferanseke zanistî. Ev çûndina wê ya konferansa li paytextê jî dibe pirsgirêkek mezin di navbera wê û malbata wê de. Dîsa ev konferans dibe wesîle ku piştî çend salan hevalê xwe yê lîseyê Zana li paytextê bibîne. Bi tevî ku di salên xwendinê de, Zana kesekî ne balkêş û lewend e, niha bûye kesek balkêş ê ku li Parîsê bazirganî dike û qeşeng jî bûye, lê nivîskar zelal nake ka gelo balkêşî û qeşengiya wî ji rûniştina wî ya li Parîsê ye an rast jî wisa ye. Ev jî li benda xwendekaran dihêle, bi min weka ku Xezal dixweze pê re pêwendî deyne û here Parîsê, hat. Di çend rojên konferansê de, Zana gelek bi Xezalê re eleqedar dibe, lê roja paşîn pir bi mirûz û made ye. Xezalê bi awakî zehmet vedigere bajarê xwe lê heşê wê li ser Zana ye. Ez naxwazim meraqa xwendevanan a ku piştî vê kurteya romanê biqede. Gelek tiştên balkêş di romanê de hene. Teqdîr ya xwendekaran e.

Nivîskar, ji nişka ve Xezalê ber bi girtiyên polîtîk ên jin ve, verê dike. Girtiyek jin a bi navê “Gulaşîn” ku dê paşê Xezal jê re dibêje “Şînê” dikeve jiyana Xezal û Nêçîrvan û Zanayî. Xezal jê dibihîze ku ew evîndara Zana bûye. Ev evîn baş nehatiye honadin. Gelek bûyerên polîtîk ên ku di rojeva kurdan de bûne, wek tacîza girtiyên zarok li girtîgeha Pozantiyê û greva birçîbûnê ya girtiyên polîtîk li nava romanê wek pîne dixuyên. Helwesteke din ya tewanbarkirina her cure ala û sînorên dewletbûyînê ( ji bo gelek wek kurd jî gelo wisa ye? r.10-11) wek helwesteke polîtîk e. Ev hewldanên wiha tevna romanê lewaz dikin. Ji hêla ziman ve dema em li ser romanê rawestin dikarin bibêjin ku hewldanên rastnivîsa gramerî wek li her derî nivîsandina zayendê (…yekî/a, nivîskareka/ê û hwd.) xwendevan diwestînin. Bi tevî vê jî li gelek cihan di cihê “wî” de “wê” û di cihê “wê” de “wî” hatiye nivîsîn. Redeksiyon pir xerab e. Kaynak: http://www.tigrishaber.com/xezal-588yy.htm Ev nivîs di 31ê Tebaxa 2014an de, di rojnameya Tigrisê de weşiyaye.
XEZAL - Ahmed Kanî


Gotinên miftehî :