1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ahmed Kanî
  4. XWENDIN Û NIRXANDIN
XWENDIN Û NIRXANDIN,xwendin,û,nirxandin

XWENDIN Û NIRXANDIN

A+ A-

Ev nivîsa min sala 2014an di quncikê min ê rojnameya Tigrisê de hatibû weşandin. Pêşîya gotiye sal bi sal xwezî bi par. Niha jî em bi vî awayî dibêjin, sal bi sal xwezî bi par. Di navê re çar sal çûye, rewş xerabtir bûye:
Ez di nivîsa xwe ya hefteya çûyî de, li ser “wêje û rexneyê” rawestiyabûm. Ez dixwazim vê hefteyê li ser xwendin û nirxandina wê rawestim. Xwendin çi ye, bi kêrê çi tê? Ez dikarim di derheqê xwendinê de gelek pirsan bikim û bersivên dûr û dirêj bidim. Lê belê di nivîseke wiha kurt de, derfetek wisa tune ye. Ya dî jî bi taybetî ez dixwazim bidim zanîn ka “xwendin” di nava kurdan de tê çi maneyê û min di jiyana xwe de çi sûd ji xwendinê girtiye.
Gelek gotinên hêja li ser xwendinê hatine gotin. Wek mînak wiha tê gotin: “Divê xwendin ne ji bo demderbaskirinê be, dem ji bo xwendinê bê veqetandin.”, “Bêguman serweta herî mezin ya welatekî, kitêbên wî welatî ne.”, “Eger tu karibî bixwînî, tu dê bibînî ku her meriv kitêbek e.” W. E. Channing û hwd. Niha em dikarin behsa xwendina kurdan bikin. Dema ez zarok bûm li gundê me dibistan tune bû.Li gundê me di sala 1968an de dibistan vebû. Berî vê salê kesek an du kes dikaribûn nameyên ji derve hatine bixwînin. Li virê ez dixwazim bibêjim ku li nava kurdan xwendin bi maneya nivîsekê xwendin bû an jî ji bo ku kesek bibe xwedî pîşe, ji perwerdedîtina wî/wê re digotin ew kes dixwîne. Perwededîtina ji bo xwedîbûna pîşeyek nayê maneya xwendinê. Li virê mebesta me ji xwendinê ew e ku meriv kitêbek edebî an hunerî bixwîne û binirxîne, ne ku ji bo fêrbûna pîşe an sin’etek here dibistanê. Xwendina bi maneya hîndekariyê jî heye û cudaye. Di vî warî de, P. Peacut wiha dibêje: “kesê/a ku zewqa xwendinê kar nekiribe, hîndekariya wî/wê nîvco maye.”, bi vê ve girêdayî Victor Hugo jî wiha gotiye: “Hewcetiya xwendinê wek barûtê ye, dema carek pê ket êdî natefe.”
Hinek xwendevanên hêja dikarin bibêjin, “ê de bes e lo, te çi ji navdaran e, ka te çi sûd di jiyana xwe de, ji xwendinê dîtiye, ji me re bibêje!” Belê ew jî mafdar in, ez niha bê pesin dibêjim. Ez jî wek ku E. Gibbon gotiye, dibêjim: “Ez zewqa xwendinê bi gencîneyên Hindistanê nadim.” Bi rastî jî dema ez biçûk bûm, diçûm pola 5an, mifetîşek hatibû dibistana me ji herkesek dipirsî, digot ku pereyê we hebe, herî zêde hûn dixwazin çi bikirin? Hinek kesan gotin şîranî, hinan got koşk û sara, wesayît û hwd. min jî got ku diravên min hebûna min dê pirtûkxaneyek dewlemend avabikira. Hûn dizanin zarok rastgo ne, her zarok jî ne wek hev in. Lewra me her yek evîna dilê xwe gotibû. Lê belê li ser xwendinê ya balkêştir ku hat serê min jî ev bû: Dema min dibistana gund xelas kir û hatim Amedê, tiştek balkêş wek James Joyceê nivîskarê bi nav û deng ê Îrlandî ku di pirtûka xwe ya “Portreya Hunermendekî wek Xort” de nivîsiye ku dev ji xwendina dibistana dînî berdaye, min jî dev ji dibistana Îmamxetîban berda û çûm dibistana navîn ya Diyarbekirê. Li vê dibistanê cara pêşîn ez bi nivîsandinê re rû bi rû mam û ez di azmûnê de biser neketim. Di jiyana xwe de cara pêşîn ez têk çûbûm. Ji ber ku min her tim dersan jiber dikir, ez têk çûbûm. Ez rabûm çûm ber mamosteyê xwe û girîm, min got: “Mamoste çi pêwîst e, ji min re zû bibêje, ez dê bînim cih.” Wî gotina xwe bi vê gotina Baconî qewî kir û got: “Xwendin meriv dadigire, bi merivan re axaftin meriv amade dike û nivîsandin jî meriv kamil dike.” Min got “mamosteyê delal ez fam nakim ji kerema xwe hinek vekirî ji min re bibêje” wî got, here çi pirtûkên helbest, çîrok û romanan bi destê te ketin bixwîne tu dê serkeftî bibî. Min jî bi gotina mamosteyê xwe kir. Wê demê li ser dergehê Mizgefta Mezin a Amedê kitêbxaneyek gel hebû. Ez danek diçûm dibistanê û dana dî jî diçûm kitêbxaneya gel. Di sê salên dibistana navîn de min hemû çîrok û romanên wêjeya dinyayê ku li vê kitêbxaneyê hebûn xwendin. Bi xêra vê xwendinê, êdî ez di pola xwe de yekemîn bûm, xwedî puanên herî payebilind bûm. Dema hevalek min jî sed puan digirt mamosteyê min bi henekan digot, dîsa Ahmed yekemîn e, ji ber ku sedê wî bi stêrk e.
Dema em bên ser nirxandinê, ew mijareke ku divê li ser her pirtûka tê xwendin bê kirin. Ez dibêjim ku her meriv jî kitêbek e. Kitêba herî zehmet ku bê nirxandin meriv bi xwe ye. Eger her kes kariba xwe wek kitêb bixwenda û binirxanda dê civateke azad û serbixwe avabibiya. Xwe naskirin û kêmaniyên xwe dîtin jî kamilbûn e.


Gotinên miftehî :