1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ferat Mehmetoğlu
  4. Ziman bi civakê heye
Ziman bi civakê heye,ziman,bi,civakê,heye

Ziman bi civakê heye

A+ A-

Her Kurd bi salana daxwaza parastina zimanê xwe dike. Bi rastî gelek partiyên siyasî û saziyên civakî jî vê daxwazê dikin. Balkêşe ku van daxwaza bi tenê dimînin û di jiyanê da cîh nagrin. Yanî ew kesên ku daxwaza parastina zimanên Kurdî dikin mixabin bi Tirkî diaxifin. Pêwiste ku di serî da ev were guherandin.


Ji rexne wêdatir ez dixwazim hişyar bikim. Ew kesên ku daxwaza parastina ziman bi lêv dikin ji kerama xwe re wê daxwazê ji xwe bikin di serî da. Yanî di siyaseta xwe da di civaka xwe da zimanê xwe biparêzin ku ew kesên ku we dişopînin jî bila ji we mînak bigrin.


Bala xwe bidinê ku di 25-30 salên dawiyê da her ku diçe bikaranîna zimanê Kurdî kêm dibe. Ji ber ku siyaseta bilind zimanek din bi kar tîne û ji xwe xapandina herî mezin jî eve ku dibêjin ji bo têgehîştinê em bi zimanek din dipeyîvin. Ma gelo ew kesên ku win bi wan re dipeyîvin Kurd nînin? Madem ku Kurd in ji kerema xwe re bi Kurdî bipeyîvin û bila her kes bibîne ku win ne bi tenê wek dirûşme parastina ziman bi lêv dikin.


Dema zordestiya desthilatdar li ser Kurda hebû her Kurd li mala xwe bi Kurdî dipeyîviyan. Mixabin dema Kurd bûn xwediyê partiyên siyasî wê demê ziman roj bi roj têk çû. Ev têk çûyîn di serî da xuyanedikir. Heta ku civak guherî û êdî li gundan jî bi zimanek din axaftin destpêkirin. Mixabin ev êdî dawiya parastinê bû. Yanî ji wê rojê şunda parastinek formaliye hat pêkanîn.


Ji ber ku bi salane ragihandina Kurdan tine bû an jî a ku hebû di bin bandora zimanek din da bû her ku çû ziman paş ket. Niha di van rojên dawiyê da li Bakûrê Kurdistan mixabin ragihandin nema ye. Ew ragihandina ku dixebitin bi tenê ya Başûrê Kurdistan e. Bi rastî heger ji wan jî nebe ji xwe li vê axê daxuyaniyên ku bi Kurdî werin dayîn nema bû. Bi salane ku daxuyanî bi zimanek din tê dayîn. Siyasetmedarên Kurd fêr nebûn ku bi zimanê xwe daxûyanî bidin. An jî feraseta wan têr nekir. Di van rojên tengasî û zordestiyê da ez gelek caran dibînim ku di daxuyaniya da bes kanalên Kurdî hene lê mixabin bi zimanê Kurdî daxûyanî tine! Yanî çawa ku mirov li Amrîka bijî û fêrî İngîlîzî nebe û li ser navê wan siyasetî bike, ewqas balkêş bû siyaseta Bakûrê Kurdistan. Bi rastî naxwazim bi rexneyan vê nivisê bi dawî bikim. Ya herî girîng ewe ku em demildest parastina zimanê Kurdî a civakî bi kar bînin.


Li malên xwe, li civakan, li kolanan, li bazaran… Di evînê da di şer da di cîrantiyê da zimanê xwe bi kar bînin. Heger win vê tiştê pêk neynin wê deme ew keda sed salan têk diçe. Ji bîr nekin ku dê û bavên me bi me re bi Kurdî peyîvîn û em zimanên din li dibistana fêr bûn. Bila siyaseta we kêm be lê zimanê we winda ne be. Ji ber ku heger ziman biçe wê demê siyaset jî nepêwiste!


Gotinên miftehî :