1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mem Al
  4. Ziman û Netewe
Ziman û Netewe,ziman,û,netewe

Ziman û Netewe

A+ A-

Di destpêka mirovahîyê de heta dema me ya niha û piştî vê demê jî cihekî zimên yê taybet heye, ji bo danûstandina mirovan, pêşketina civakê û zanîstîyê amûreke sereke ye, bi riya zimên mirov kom dibin û dibin civat, dibin netewe. Mirov çanda xwe, dîroka xwe, kevneşopîya xwe bi zimanê xwe fêr dibe û bi vî awayî fêrî nifşên nû dike. Ziman ne tenê bo çand û dîrokê herwiha bo destûçavkirina hest û ramanan e jî.

Bi vî awayî ziman dibe şerta heyînê ya pêşîn, bi hebûna zimên re, ji bingeha hişmendiya neteweyî bigre dîrok, al û ol derdikeve holê, dema zimanek winda bibe ne tenê kesên wî zimanî dipeyivîn, herwiha dîrok û çanda wî gelî jî bi zimên re winda dibin. Zimanek nasnameya gelekî ye, hebûna neteweyekê ye.

Ziman amûreke zindî ye, çawa zarokeke nû ji dayik dibe bi şîrdayîna dayikê û parastina dayikê re her roj zarok mezin û xurttir dibe, ziman jî her wisa ye, girêdayî axaftin û bikaranîna wî gelî ye, ger ew ziman neyê xwedîkirin, bikaranîn û parastin mirina wî zimanî û wî gelî bêgûman nêz e.

Meriv ji bo zimanên mirî û windabûyî dikare çend mînakên wisa bide; zimanê Frîgî, Babîlî, Sumerî, Hîtîtî, Asûrî û hwd.

Mirina zimanekî an jî windabûna zimanekî meriv dikare weke mirina wî gelî bihesibîne, mînak gava meriv li gelên bindest mêze dike, dagirker pêşî destdirêjiya zimanê wî gelî dikin, bişaftinê li ser zimên dikin, gelê ku bişaftin li ser zimanê wî çêdibe hêdî hêdî ji kesayetîya xwe dûr dikeve û dişibe dagirkerê xwe, dibe xerîbê çand û dîroka xwe û bi vî awayî bişaftin û kuştina zimên û wê neteweyê dest pê dike.

Mîrê Zimanê Kurdî Celadet Alî Bedirxan wisa pênase kiriye : " Milletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan diparêzin; ol yek, ziman dudu. Lê heke ola neteweyên serdest û bindest yek be, wê çaxê çek dimîne yek, ew jî ziman e."

Wekî Mîr jî pênase kiriye, gelek caran ola serdest û bindestan wek hev dibe, gava di navbera serdest û bindestan de tiştekî hevbeş hebe wê çaxê ev hevbeşî dibe pireke di navbera serdest û bindestan de û bi vî awayî bi rehetî gelên bindest têne bişaftin. Serdestê ku ji heman olê ye, wê olê bi ziman û çanda xwe pêşkêşî bindestên xwe dike, bi vî awayî bişaftinê bi rehetî pêktîne.

Çi ji aliyê gelên bindest ve çi jî ji aliyê yên din ve be di vê mijarê de gelek gotin hatine gotin, wek mînak meriv dikare çend minakên wisa bide

Kurdmancî : " Dar li ser koka xwe, Mirov li ser zimanê xwe şîn dibe "

Abhazî : " kesên ku ji zimanê xwe yê zikmakî durdikevin, dişibin darên bêreh. "

Fransî :" Her tişt, ji bîr dike; ziman, ji bîr nake. " Û hwd.

Herwiha meriv dikare bibêje hebûna neteweyekê an jî hebûna mirovan girêdayê zimanê zikmakî ye, bi vî awayî meriv dikare rola zimên û girîngiya wê baştir fêm bike.


Gotinên miftehî :