
Êşek xurûû

Temen gihaşte hev, bû
Rojek bedew û û
Çû
Çizû?
Vegeriyame xwe, çûme duh
Rê li ber min westiy
Êşek xurûûû
Bi rû
Xwe berda nav hestiy
Di mejî de geriya
Sîbera dil
Bi kul
Xweda ser mil
Çi bû çi bû?
Asoyek dû
Siroşt hejya
Bi min de qêriye
Temin weşya
Wek takî mû
Çi bû çi bû?
Cihê vala
Pirr mitala
Ji ber zeriya
Cih ji xwe weriya
Tê guhên min
Giriyê deriya
Bo yaku çû
Dil da ber xwe
Jan bûye kêr
Xwe lê disû
Temen reviya
Ji ber xweziya
Ya bû ne bû
Rê lê dinêr
Dem xûz dibû
Gav kwîr dibû
Bê hiş dibû
Rê dixiliya
Li ber digeriya
Peyv bê serî
Pirsa çipû
Hestiya dicû
Min xwestî ew
Dil ketiye pey
Qey min gotî qey
Lê pêkve rû
Temenê min ji dervî min
Lê dinêrim, ev çi temen
Ku naye ray
Ev sal hemû
Navek hejar
Dar ket ji dar
Ji qam hate xwar
Zik êş bû av
Lihevket berav
Warek zirav
Xwezî bi mû
Temenê min xwe nade min
Dil bê zemîn
Daye ser min
Dengek hejiya
Li ser pel meşiye
Xwe da ber çav
Ne tiştek nû
Sawêr û û
Bûne berbû
Riyên siwar li ser xewan
Min daye xwe
Çûme li ber xwe
Ev çi jiyan
Ku ne ji xwe
Ev çi ye… gû
DUHOK