Şengal û Efrîn,şengal,û,efrîn

Şengal û Efrîn

A+ A-

Li Başûrê Kurdistanê, li ser qadên ku ji xaka Kurdistanê hatine veqetandin kêşeyên pir mezin tên jîyîn. Kêşeyên pir girîng ên ewlehî û asayîşê hene. Helbet hêzên ku dikarin li van qadan ewlehî û asayîşê pêk bînin pêşmerge ne. Lê Baxda, li ber vegera pêşmergeyan bo qadên ji Kurdistanê hatine veqetandin dibe asteng. Hêzên ewlehîyê yên Iraqê jî di mijara pêkanîna ewlehîya li van qadan da ne hestîyar in.

Li qadên wek Şengal, Kerkuk, Dûzxormat, Xaneqîn ku ji Kurdistanê hatine veqetandin, her roj êrîşê ser malbatê kurdan tê kirin. Roja 11ê Gulanê, li gundê Mehas ê Xaneqînê du cotkarên kurd hatin revandin û kuştin. Çeteyên DAIŞî dest nadin malbatên ereb ên li gund. Êrîş bi taybetî li ser malbatê kurdan pêk tê. Bi êrîşan ra, zevîyê kurdan tên sotin.
12ê Gulanê jî DAIŞîyan, dîsa li gundê Teferge yê Xaneqînê malbateke kurd di mala wan da qetil kirine. Li hember van êrîşan hêzên ewlehîya Iraqê hîç deng nakin. Li hinek cihan ev êrîş li ber çavê hêza polîsê Iraqê pêk tên. Helbet yekîneyên ku dê li van qadan ewlehîya kurdan pêk bînin pêşmerge ne. Lê Bexda, rêgir e li pêşîya vegera pêşmergeyan bo van qadan û di mijara parastina kurdan ji DAIŞê da jî ti ewlehî pêk nayîne. Ev kêşeyeke pir mezine li Başûrê Kurdistanê.

Mijara vegera pêşmergeyan bo van qadan, li ser hev ji alîyê hikûmeta Kurdistanê ve li Bexdayê tê ziman. Bi tevî îsrara hikûmeta Kurdistanê li ser vê mijarê hêjî Bexdayê rê nedaye vegera pêşmergeyan.

Di sala 2019an da, li Kerkukê, dîsa di serdema hasilatê da, zevîyê cotkarên kurd dihatin sotin. Ev operasyonên ku DAIŞê li hember cotkarên kurd berfireh dikir, hemû li ber çavê polêsên Iraqê pêk dihatin. Armanca van operasyonên tacîzkar ew e ku kurdan ji herêmê bidin revandin. Hemû operasyon bi armanca ku kurdan ji herêmê derxînin têne kirin. Wek ku li Xaneqînê pêk hatî ev operasyonên tacîzê bi awayek lezûbez vediguherin qetlî’aman jî.

Ev bûyer hemû nîşan didin polîtîkaya erebkirina Kerkukê ya ku ji serdema Saddam Huseyin ve dihat rojevê hêjî berdewam e. Wezîfeya kurdên ku di îdareya Kerkukê da dixebitin tê bi dawî kirin. Operasyonên wiha li ser hev tên kirin. Li postên ku ji destê kurdan tên sendin ereb û tirkmen tên bi cih kirin.

Di 10ê Gulanê da, nûçeyek li ser kurdên Êzîdî yên Şengalê jî di çapemenîyê da cih girt. Dihat ragihandin ku li Şengalê, yekîneyên Haşdî Şabî dest dane ser mal û axa kurdên Êzîdî û ev ax û malan dane ber firotinê. Di nûçeyê da wêneyek jî hebû. Malbatên Êzîdîyan yên xwe avêtine çiyayê Şengalê dixuyên ku her malbatek xwe avêtiye şeqarek çiyê, bi tenê di navbera malbatan da zinarê ku şeqaran ji hev diqetîne heye. Di şeqarên çiyê da jin, mêr, zarok, kal û pîr bi hev ra dijîn. Çadirek wan jî tunîne. Helbet dê pêşmerge ewlehîya kurdên Êzîdî li Şengalê pêk bîne. Lê vegera pêşmergeyan bo Şengalê jî Bexda asteng dike. Pêşniyazên hikûmeta Kurdistanê paşguh dike.

Wek tê zanîn Şengal, di 16ê Çiriya Pêşîn a 2017an da ket destê hêzên wek Haşdî Şabî ku dijî kurdan e. Malbatê erebên ku piştgirên DAIŞê bûn, piştî vê operasyonê, dest bicihbûna li herêmê kirin. Li herêmê hevkarîya PKKyê bi hêzên dijî kurd yên wek Haşdî Şabî ra, êşa ku kurd dijîyan mezintir kir.

Divê hikûmeta Kurdistanê di hemû mijarên li ser qadên ku ji axa Kurdistanê hatine veqetandin bêtir hewlan bide. Pêk anîna ewlehîya kurdên ku li qadên ji Kurdistanê hatine veqetandin dijîn, wek kêşeyek pir girîng li pêşberî hikûmeta Kurdistanê ye.

Kurd, li Efrînê jî kêşeyên wiha dijîn. Komên çekdar ên mixalif û erebên girêdayê Tirkiyeyê, bo ku demografiya Efrinê biguherin di nava hewildanên pir mezin da ne. Li Efrînê, revandina kurdan, dizî, talan, îşkence, kuştin bi lez didome. Di 8ê Gulanê da, li ser çapemenîyê nûçeya ku bi zorê 35 malê kurdan ji alîyê çekdaran ve hatiye desteserkirin heye. (https://www.iznewsagency.com/afrinde-kurtlere-ait-evlere-el-konuldu/) Bo ku kurdan ji Efrînê derxînin operasyonên tacîzkar têne meşandin.
Di çapemenîya 12ê Gulanê da, hatîye ragihandin ku Sazîya Tendirustîya Dunyayê, WHO, ji Rêveberîya Xweser ra, alîkarîya tibî ya 30 tonî kiriye. Di çapemenîya 13ê Gulanê da jî daxuyaniya rêveberîya Xweser a bi awayê ’ji WHOyê ti alîkarî negihîştîye me’ cih digirt.

Wek dixuyê alîkarî bi rêya Hikûmeta Sûriyeyê tê şiyandin. Hikûmet jî van alîkariyan nagihîne kurdan, Rêveberîya Xweser. Ev jî nîşan dide ku xwedîbûna statuyek ku ji alîyê peywendîyên navnetewî ve tê nasîn, çi qasî girîng e.

Çi rewşa Kurdên Êzîdî be, çi jî geşedanên li Efrînê bin, ew wek kêşeyên ku divê civaka navnetewî ji nêz ve wan bîşopîne xuya dikin.

Îsmaîl BEŞÎKCÎ (Werger: Ahmed KANÎ)


Gotinên miftehî :