1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mihemed Çelkî
  4. Şoreşa 26ê Gulanê
Şoreşa 26ê Gulanê,şoreşa,26ê,gulanê

Şoreşa 26ê Gulanê

A+ A-

Di dîroka her milletekî da hindek roj bi taybet in û xudan cihek balkêş û diyar in belku hema dibin pişkek ji pênase û pêkhateya wî ya kesî û hizrî jibilî dibin xala kodengiyê û milletî bi hevra dikete dîwarekê têkbestî û çi tişt nikarin wê têkbestiyê xolel biken yan jî derzekê li xoristiya wê têkbestiyê peyda biketin.

Li cem milletê me jî çend roj hene ku bi bejin û bala xwe digehine bejinên çiyayên Kurdistanê û çiya bi xwe jî bi hatina navên wan rojan, bejna xwe diçemînin û kolavê rêzê bo xwar diken. Helbet rojên hosa geşdar û bi wate dimeşine çinku dîroka me ew e ji roja bapîrên me yên Mîdî(Împratoriya Med) li hev nekirî û cilewê serkirdatiyê radestî xwarzayên xwe yên Faris kirî û heya evro, berxwedan û xebate li hember bê dadiyê û dagîrkariyê jiber hindê dîroka me ya pire ji rojên geşdar ku mirovê Kurd bi qehremanane li hember dagîrkarî û zorkaran jiyana xwe kiriye gorî millete xwe, di vî biyavî da filoklorê Kurdî yê mişte û serhatiyên wan qehremanan bi hestên dilşewatî tomarkirine ji wê lîsta watedar û dirêj hema tine dê du nimonan jê girim çinku herdu rojan peywendiyeka têkbestî pêkve heye û ji hev nahên cudakirin, herdu roj eve ne:

1-Roja nav li qehremanên bo azadiya Kurdistanê giyanê xwe dikin qurban(pêşmerge) hatiye kirin, bawer nakem ewe ji wê rojê heta evro û hindî mirovê Kurdistanî li ser rûyê erdî hebît, peyvek di ferhenga zimanê Kurdî da hebît mîna peyva Pêşmerge li ber dilan bi rêztir û evîntir hebît; xweşbextane pîroziya navê Pêşmergey nuke li cîhanê bûye sembola mêrçakî û tîrosit bezên anku bûye mirovek cîhanî û rêz peyda kiriye.

2- 26ê Gulanê ye ew roja pêşmergên Kurdistanê pê li eniya dagîrkerên Kurdistanê danay û yekem gule berdaye nexşê 6.03.1975ê heres bi heresê înay. 26ê Gulanê û Pêşmerge du peyvên bi hevra têkbestîne û mirov nikarit navê 26ê Gulanê binînît eger êkser navê Pêşmergey û xebat û cângoriya wan nehête bîra mirovî. Pîroz e ew roj ya qehremanên Kurd bi peyva Pêşmerge hatîne navkirin û pîroz e 26ê Gulanê û tev qehremanên wê û Pêşmergên wê yên pê li nexşê dagîrkeran danay û guleyên berxwedanê peqandîne sîngê dagîrkerên Kurdistanê û hîvî li dilên çirmisî geşkirîn, tirs û sawîr li dile dagîrkeran û nokerên wê çandîn.

Evro bi saya wê qehremaniya Pêşmergên Kurdistanê û bi taybet yên 26ê Gulanê Kurdistan li ser nexşê Cîhanê xudan nav û giraniyek mezin e û bûye dewletek dîfakto û her kesê du pênasên siyasete bizanît, dizanît ku dewleta dîfakto danpênanek navnetewi ye bi serxwebexûna Kurdistanê. Di evê roja pîroz da 26ê Gulanê ez bejna xwe li ber tev Pêşmergên Kurdistanê û kesên cihê xwe di nav rêzên 26ê Gulanê da kirî diçemînim, hûn hebûna mene û bi hebûna hewe em diparastîne û alaya rengîn li gupîtka çiyayên me dê mînît pêldar û bilind.. Bijît Pêşmerge. Her geşawe bît alayê 26ê Gulanê bilind kirî.

26.05.2017 Dihok Mihemed Çelkî


Gotinên miftehî :