1. Tekst

  2. Helbest

  3. Talat İNANÇ
  4. ŞÎNA KALERINDÊ DILOVAN
ŞÎNA KALERINDÊ DILOVAN,şîna,kalerindê,dilovan

ŞÎNA KALERINDÊ DILOVAN

A+ A-

Loo...
îro Apê Mûsa jî kuştin,
Mûsa Anter-kalerindê dilovan,
wer ka emê çi xweliyê li serê xwe kin
li ber vê xişm û xezebê:
oyy Xwedê!..
êvarê kuştin, hilanîn birin,
sibê veşartin, bê xwedî w xwedan.

Şerma gran!
erd û esman lê bûn şahid, şemirîn
em ji xwe re welê lal û bêmecal man:
ne şîn û grîn,
ne stranên ji stêrên çavan, zêmarên bi keser û kovan,
ne jî lîlan, deng û dijûn li dijî revda kujeran,
em zar û zêç, xizm û xêzan, dilzîz bi kul û xem
negihîn ser, li dor û ber neniştin û necivîn,
wisa li ber rehma xwedê lê negirîn,
dîsa wek gelek û gelek caran li me cûn hat êvar û dem,
nizang di xwînê de sor û gulgûn xemilî ma,
me ranehilt neda ser mil,
bang û hewar, bi hezaran nemeşîn em.

Êvarê kuştin, hilanîn birin,
sibê veşartin, bê xwedî w xwedan.

Dilê min bi qîrîn
hiş û hidam di serê min de nema,
derb û brîn, bi jan û jen, di cî de hilpetikîm, heliqîm,
bejn û beden çelq li min ket
li hev şewişîm, şîş bûm erdê, fûsiyam,
dev û lêv û gep û gewrî hişk û ziwa miçiqîm,
ewrê reş î tarî bi ser min de herişî,
xew bû xumam li çavê min hêwirî, dil ji min çû, xeriqîm,
dinya li min teng û tar, kor û zîndan,
xwêdan li can hûr çizirî,
li hev zîzikîm ketim, wisa li erdê mam: sar û mirî.

Apê Mûsa jî kuştin, heyf û sed heyf... mala minê!..
Mûsa Anter, dil bi ax û dax û kovan.



Lo...
lo lo lo Apê Mûsa... Apê Mûsa, lo lo...
hey lo lo... hey lo lo... hey lo lo...hey lo lo...
de hey lo lo... hey lo lo... hey lo lo...
lo de lo lo... Apê Mûsa de lo lo...

Lo...
îro dîsa nizam çima
vê êvara Diyarbekra şewitî bişewite
li min û te wisa gêj û kerr e, çep û xwar tê,
gulle dingeding bi ser serê apê min de dixulxule
li bejn û bedenê xişt û xedar tê,
brîn kûr e, hîna germ û terr e, bi xwîn û bi xirar tê,
dijmin kujer e, çewa ku bi dek û xap lê vedigere,
dilhişk e, bêceger e, mîna gurê har, mîna koremar tê,
erda Seyrantepe, xwînê lê pingar daye
naherike li dilê min û te gran û qar tê,
lo ji xeyal û xema dilan, ne xeber e ne hewar tê.

Lê li minê, mala min ê,
can û cesed li erdê ma: di xwînê de sor qemirî.

Lê lê li minê, li minê yadê, ji bextê min û te re,
îro êvar ne li hev e, bi xem e, bi xeter e,
şev xilt û xasûk, bi şêl û fêl reşeşev e,
li nigê min dilefe, li çavê min ditefe, li serê min dikele,
tarî tûj û tîr, qetran û qîr,
ji tariyê tarîtir e,
wisa xofek li dilê min ditewire,
ha ku min dî kuçe naçe dizivire, teng û kor û bi kevir e,
tê de bayê êvarê bi agir e, bi devê demançê re geş û gurr e,
di goşt û hestiyê apê min de divirvire, lê disincire w ditemire,
li can û pûrta canê min û te wisa bi ar û pêtî, wisa sar tê,
li minê yadê,
çavên bedew hêşîn û geş lê qeşimîn,
dev û lêv hew dibişire.

Lê li minê, mala min ê,
can û cesed li erdê ma: reng û ronî jê temirî.





Lo...
a ku dilê min û te zane,
dem dijwar e,
li me bi axîn e, bi kevz û kîn e, bi kemîn e, çewt û xwar e,
neyarê me xwînxwar e, bêbext e, hov e, har e,
bê ol û dîn, bêîman, bêwijdan, bêeman e,
li canê me bi qest e, naweste, tenê bi kuştinê bi me kare.
tarîbana şevê reş û gran e, li ser serê apê min gullebaran e,
dêran e dayê dêran e, li min hewar e,
li kuçe w kolanên Diyarbekra şewitî, ba li hev digobile, bakî sar e,
lo... li min hewar e... hewar e... apê min brîndar e...
di xwînê de digevize, bêhêvî ye, bêhavil e, bêderman e,
li dil û nav û hinav agir dibare.

Lê li minê, mala min ê,
can û cesed li erdê ma: dest û mil û pê şemirî.

Lo...
de ka ezê çi bêjim û çi nebêjim,
temenê apê min heftê w çar e, ketiye heftê w pêncan e,
pîr û kal e,
di brîna xwe de dinale w dikale, bêhal e,
di tariya êvarê de bêsitar e,
di nav toz û tebarê de li erda xwar e...
bejna apê min tenik e, bêtaqet e, bêqudûm e, bêpertav e,
mîna şiva spîndarê terhzirav e,
li ber bayê felekê bi qirç û qurf şikestiye,
werr ketiye, bêkeys û bêhindav e.
ji nedîtî w ji nişka ve, li ser sere apê min bû teqînî,
qetilxwînî, qiyamet û kafirstanî,
gulle guj bi guj tên...
li eniyê ber cênîkê, li defa sîngê ser berîkê,
li mêlakê bi ar û pêtî, bi jan û çîkê, bi şewt û qij tên...
li ranê stûr, goşt û hestî w kirkirîkê, bi hijd û rij tên...
werr bi kuj tên...
bêtebat e, bêhewat e, bêdebar e...

Lê li minê, mala min ê,
can û cesed li erdê ma: dengjêbirî.




Lo...
ji nav ewran bayek rabû, li apê min bi xedarî,
çerx û gerdûn di hev de çûn,
reş û tarî kûr lê barî,
hewl û hêz jê qut û qet bû, bi xwînê re herikî çû...
xwêdanekê, hûrik hûrik li eniyê zipik dabû... lê ziwa bû...
li erda sar, li ser piştê bi sed êşan û jan û jû...
îdin hay ji xwe tinîne, wisa maye bê hiş û xewt, bê deng û sewt...
de bira xwedê nehêle, o roja qiyametê lanetê li xeraban bibarîne,
ku misqala şewatê di dilê wan de nîne,
çewa lê dadan û xezal di gelî de qefandin,
dilê kalê heftê w pênc salî di sînga wî de tefandin.

Lê li minê, mala min ê,
can û cesed li erdê ma: rihê şêrîn windakirî.

Lo...
w’ezê bi te kim bi xwedê kim,
w’ezê ji kul û kovana dilê xwe bêjim, deng li erd û li ebrê kim,
w’ezê bi qîjîn û hewar, bi hezar stran û lîlan û lobîn,
ji stêrên çavan wek tavana biharê
bi ser gora apê xwe de bibarim û lê kim...
w’ezê bêjim û bêjim, dîsa jî bêjim,
vê zilm û zor û zecrê,
vê xişm û xezeb û xedrê ji êl û alemê re bi rê w zê kim...
gelî gundîno, malîno,
gelî cîranên nêz û dûr ên li pêş û pişt behr û bejan,
gelî jin û mêrên dilşewat ên çar nikarên cîhanê,
gelî gelên sed bawer ên
gewr û qemer, sor û zer ên pênc kişwerên cîhanê,
bira Xwedê şahid be, o win jî bibînin,
dijminê me dijwar e, xedar e, xerezdar e, kujar e,
dest û neynok û dran bi xwîn û gemar e,
rutbedar e, bi barîgeh, cîgeh û war e, rêxistina bi raz û veşar e,
dûpişka heft movik e, xilt e, di binê erdê de diherike,
bi çil şax û çil pejel û çil kelem e,
li her qatê desthilatê bi tetik û bi pepik e,
li me bi qehr û dexs û rik e,
digire, dibe, dikuje, winda dike,
wisa can û cesedê apê min ji ber me revandin,
bi sedan, bi hezaran mêr û xweşmêr ji nav me neqandin,
destê wan ji destê me qetandin.
Dayê dêran e li min hewar e!.. hewar e!.. hewar e!..

Lê li minê, mala min ê,
can û cesed li erdê ma: sar û mirî.


Lo...
lo lo lo Apê Mûsa... Apê Mûsa, lo lo...
hey lo lo... hey lo lo... hey lo lo...hey lo lo...
de hey lo lo... hey lo lo... hey lo lo...
lo de lo lo... Apê Mûsa de lo lo.

Lo...
ez zanim dilê te bêtirs e, bêxeter e,
ji xwe frîqet e, bi xwe bawer e,
tê de Dîjle-Frat diherike, Toros-Zaxros seranser e,
lê çi bikim, wek Siyabend di Sîpanê Xelatê de
wisa maye, bêmecal û bêmefer e,
Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Evdalê Zeynikê
bi helbest û destan û stran, bi sed salan
dibêjin û digirîn ji halê min û te re.

Lo...
tu dil î, dilevîn î, dilovan î,
tu dil bi axîn û bi keser û bi kovan î,
tu kalê rind ê dewr û deman î,
tu dilbendê xewn û xeman î,
tu xemgîrê zeman, rewşenbîrê ziman î,
lê çi bikim,
îro tu kuştiyê destê har û hovan î, hey lo lo...

De hey lo lo... hey lo lo... hey lo lo...
lo de lo lo...
Apê Mûsa de lo lo...

                         1993

Nîşe: Ev helbest di Jimara 141 a Kovara Nûbiharê de hatiye weşandin.


Gotinên miftehî :