Derbûn,derbûn

Derbûn

A+ A-

Hemî derbûn
Belê ! Pêkvê, pêşve, paşve, bi tevayî
Gurbûn
Çiyane , lê ne çiyane, ew bi nav:
Xwedî can in,
Xwêdî dan in
Xurtbûn
Deşt in,
Rist in,
Bi hest in,
Û mest in
Bi navekî navdar
Bi tonekî hêzdar
Dixwetin
Di bin sîberek vîndar
Birawetin
Bi dengbûn
Gul û dar in
Bi war in
Ew in pirbûn
Riyên ronî
Bi harmûnî
Kesk û sor û zerbûn
Kevir daxwe
Zemîn daxwe
Şevê û rojê
Bi xwe jî dan xwe
Stêrk derbûn
Heman bi hev re
Bi yek dengbûn
Û derçûn
Dihûnin kêliya ji xwebûn
Bi merd bûn
Bi dengekî geşbûn
Dibêjin wekî sîmfûn
Em in kurd in
Di dîroka meyî gerdûn
Bi derd in
Li kurdistanekê rabûn
Di bîst û pencê îlûn
Ji bo kurdbûn

Duhok


Gotinên miftehî :